Osman Baydemîr: Bav û kalên me bi gotinên Enqereyê xapiyan lê divê em nexapin

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr bangî partiyên Rojavayê Kurdistanê kir û got, “Bav û kalên me 100 sal berê bi gotinên Enqereyê xapiyan lê divê em nexapin.”

Piştî ku Heyeta Tehrîr El Şamê ket Şama paytexta Sûriyeyê paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê nîqaşkirin û meraqkirin.

Bi ketina rejîma Beşar Esed re şandeyên Amerîka û Fransayê ji avakirina yekrêziya Kurdan gihiştin Rojavayê Kurdistanê û bi partiyan re dest bi civînan kirin.

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr diyar kir ku Tirkiye dixwaze Kurd nebin xwedî statu û bangî partiyan kir:

“Ez ji partiyên Rojavayê Kurdistanê dixwazim ku ji dîrokê şîretan derxînin.

Ji tiştên ku hat serê bav û kalên me şîretan derxînin.

Ji jiyana Qazî Mihemed şîretan derxînin, dersê wergirin.

Divê em bi hev re layiqî keda miletê xwe bin.”

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr bû mêvanê bultena Rojava ya Rûdawê pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.

Piştî ku rejîma Esed rûxiya Tehrîr El Şamê piraniya Sûriyeyê kontrol kir û hikûmeteke demkî ya ji bo 3 mehan ava kir.

Hinek xalên girîng ên ku Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr anîne zimên wiha ne:

“Ez ji partiyên Rojavayê Kurdistanê dixwazim ku ji dîrokê şîretan derxînin.

Heger armanc statuya Kurdistanê be ti pirsgirêk nînin ku partî li ser li hev nekin.

Niha destê Enqereyê li Sûriyeyê heye.

Ji bo min ferqa ti partiyên Kurdistanê nîne.

Enqere bi çavê termekî li Sûriyeyê dinêre û dixwaze para xwe bistîne.

Enqere dixwaze Kurd nebin xwedî statu.

Enqere difikire ku wan li Başûrê Kurdistanê xeletiyek kir û divê rê nede ku li Rojavayê Kurdistanê jî heman tişt rû bide.

Ji tiştên ku hat serê bav û kalên me şîretan derxînin.

Ji jiyana Qazî Mihemed şîretan derxînin, dersê wergirin.

Divê em bi hev re layiqî keda miletê xwe bin.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *