Nûnerê UNHCRê Jean-Nicolas Beuze destnîşan kir ku penaber û koçberên navxwe yên li Herêma Kurdistanê pir baş hatine pêşwazîkirin.
Nûnerê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê (UNHCR) Jean-Nicolas Beuze di hevpeyvîneke xwe ya bi Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa rewşa penaberan a li Îraq û Herêma Kurdistanê kir.
Jean-Nicolas Beuze li ser koçberên Kurdên Êzidî yên ku di kampan de dijîn anî ziman:
“Divê em hin çareyan ji bo wan peyda bikin, wekî tevlîkirina xwecihî û niştecîbûna li derveyî kampan an jî veguhertina kampan ji bo niştecihên fermî da ku karibin jiyaneke birûmet bijîn.”
Jean-Nicolas Beuze diyar kir ku li Herêma Kurdistanê alîkariyeke baş da penaberan û jiyaneke ewle ava kir û dibêje, “Divê em xizmetguzariya giştî ji bo hemûyan xurt bikin, ne tenê ji bo rûniştiyên kampan ji bo şêniyên deverê jî, ji ber ku em dizanin ku li Îraqê wekî gelek welatên din, pêwîstiya kesên xwecihî jî bi alîkariyên me heye.”
Nûnerê UNHCRê Jean-Nicolas Beuze bal kişand ser rewşa penaberan a li Ewropayê jî got:
“Bi awayekî guncav reftar bi wan re nayên kirin. Wekî mînak, li vir, li Kurdistanê dikarin demildest biçin nexweşxaneyê û werin dermankirin lê niha li Ewropayê piraniya welatan çareseriya bijîşkî demildest pêşkêş nakin.”
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê (UNHCR) yek ji komîseriyên xebatê yên Neteweyên Yekbûyî ye.
Armanc û erkê wê parastin û bipêşxistina jiyana penaberan e. Bingeha xebata wê jî li ser mirovayetiyê ava bûye.
Hevpeyvîna Dilbixwîn Dara ya bi Nûnerê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê (UNHCR) Jean-Nicolas Beuze re:
Rûdaw: Birêz Beuze tu bi xêr hatî.
Jean-Nicolas Beuze: Ji bo mazûvaniya we, zor spas ji Rûdawê re.
Rûdaw: Dema em di nava xelkê de digerin, gazina wan a sereke ew e ku çima UNCHRê alîkarî li ser koçberan qut kiriye? We çima alîkarî qut kirine?
Jean-Nicolas Beuze: UNHCR û hevkarên mirovî yên din, çi yên Neteweyên Yekbûyî bin çi rêxistinên sivîl ên navxweyî û Kurdî bin, alîkariyên xwe ji bo penaberên Sûriyeyî û welatên din û koçberên navxweyî yên Îraqê ku li Herêma Kurdistanê ne, kêm kirine. Me ev yek kir ji ber ku piraniya van koçberên navxweyî û penaberan bi rêya sazî û dezgehên hikûmî xizmetguzariyan werdigirin. Ew dikarin navên zarokên xwe li dibistanên hikûmî tomar bikin û dikarin biçin navendên hikûmî. Bi rastî, em destxweşiyê li hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ev penaber û koçberên navxweyî yên Îraqî wergirtin û dikarin bi wekhevî bi xelkê herêmê re xizmetguzariyên hikûmetê wergirin. Loma jî pêwîstiya wan kêmtir bi me heye û ev tiştekî pir baş e xasma em tev dizanin ku li seranserê cîhanê krîz hene wek Xeze, Ukrayna, Etiyopya, Bangladeş û Myanmarê. Lewra, li cem welatên alîkar û perebexş, bi giştî welatên rojava û Amerîka, Îraq ne di rêza pêşî de ye. Pir baş e ku niha destê koçberên navxweyî digihe xizmetguzariyên hikûmî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wan re peyda kirine.
“Em pişta xwe bi daneran ve girê didin”
Rûdaw: Ev helwesta we ya qutkirina alîkariyan dê heta kengî berdewam be?
Jean-Nicolas Beuze: Dê heta demeke diyarkirî berdewam bike, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku Îraq di rewşekê de ye ku dikare xizmetguzariyan ji koçberan re peyda bike, xizmetguzariyên kalîtebilind ji wan re misoger bike. Em vê yekê her roj dibînin. Ez vê sibehê bi wezîrê perwerdeyê re bûm. Me bi hev re li gel parêzgarê Hewlêrê projeyeke nû ji bo sê dibistanên Hewlêrê vekir. Loma di qezenca hikûmetê de ye ku dabînkirina van xizmetguzariyan ji bo hemû penaberên Sûriyeyî, Tirkî, Îranî, Filistînî û koçberên navxweyî yên ku ji ber şerê DAIŞê koçber bûne berdewam bike û bi rêya saziyên hikûmî piştevaniya wan bike. Ji bo vê jî pêwîstiya me pê heye ku piştevanî ji daneran bigihêjin me. Em pişta xwe bi daneran girê didin ve ku alîkariya me bidomînin.
Rûdaw: Tu zêdetirî 20 salan e li gelek welatên cuda bi mijara penaberan re mijûl dibî, gelek kes hene ku bi navê UNCHRê telefonî xelkê dikin û dibêjin em dê we bişînin welatên sêyem. Haya we jê heye yan na? Bi navê we pereyan ji xelkê distînin.
Jean-Nicolas Beuze: Mixabin, rewşa hemû cihên ku ez çûme wan û UNHCR li wan heye, wisa ye. Hin kes hewl didin bi rêya bikaranîna navê me pereyan ji penaxwazên ku di rewşeke civakî-aborî ya xirab de ne, bi dest bixin. Pereyan ji wan distînin û soza xewnên wan didin wan, xewnên mîna çûna Ewropa, Amerîka yan jî Awisturalyayê. Ev bi vî rengî nabe. Haya me bi temamî ji vedana van xefikan heye û em şerê wan dikin. Loma, ez dubare dikim ku hemû xizmetguzariyên NY, nemaze UNHCRê herdem belaş in. Hewce nake ti kes ji bo ku piştevaniya UNHCRê yan jî NY bi dest bixe, pereyan bide. Lewra em bi koçberên navxweyî re kampînan saz dikin da ku em wan ji vê rastiyê haydar bikin ku qet nabe pereyan bidin, çimkî ew kes xefikvedêr in. Kesên gendel in û hewl didin ji bo standina pereyan ji wan, navê me bi kar bînin. Em van dozan lêkolîn dikin. Herwisa, her kesê zanyariyên wî hebin ku hin kes li ser navê me û hevkarên me yên din ji bo xizmetguzariyan daxwaza pereyan dikin, bila têkiliyê bi me re deynin. Bêguman, em dê bişopînin û li vir li Herêma Kurdistanê têkiliyên me yên baş bi desthilatên cîbicîkirina qanûnê re hene da ku em lêkolîn bikin û wan ceza bikin, çimkî ew bi rastî jî sûcdar in.
“Penaber û koçber li Herêma Kurdistanê pir baş hatine pêşwazîkirin”
Rûdaw: Koçber çawa ji bo welatê 3yem têne şandin? Rêyên wê çi ne?
Jean-Nicolas Beuze: Pir dijwar e ku penaxwazek ji welatê yekem ku lê penaxwaz e ji bo welatekî din bê veguhastin. Lê bi baweriya min, a ku di pirsa te de girîng e, ev rastî ye ku penaber û koçberên navxweyî li Herêma Kurdistanê pir baş hatine pêşwazîkirin. Dikarin biçin dibistanê û sektora tenduristiyê ji wan re berdest e. Piraniya wan kar dikin. Rojane karkeriyê dikin. Ev ne karekî destûrdayî ye, ne di sektora fermî de ye û ne karmend in. Lê dîsa jî dikarin rêyekê ji bo peydakirina debara xwe bibînin. Tiştê ku em dixwazin lê mikur werin ew e ku li vir reftareke baş bi penaberan re tê kirin çi ji aliyê hikûmetê û çi jî ji aliyê civaka Kurdî ve ku divê ez pesnê wan bidim ku alîkariya penaberan kirine û bûne wek xwişk û birayan û deriyên mal û dilên xwe ji wan re vekirin da ku ew kes hest bi parastinê bikin. Çûna welatekî din pir zehmet e. Tenê kêm kesên ku rewşeke wan a tenduristî ya taybet heye yan jî hin kesên ku ser bi hindikahiyeke etnîkî yan olî ne, hewce dike ji bo welatê sêyem bên şandin, çimkî derfeta mayîna wan li Kurdistanê pir kêm e. Lê 99% ji penaxwazan dikarin li bendê bin heta dem were ku bi ewledarî û rûmet vegerin welatên xwe. Ev niha Sûriyeyiyan li xwe nagire lê em hêvî dikin ku bikarin rojekê vegerin.
Rûdaw: Hûn koçberan dişînin welatê 3yem yan ew welat wan dixwazin? Ez dixwazim metodê bizanim. Gelek pirs ji min re tên, dibêjin edalet di şandina wan de tune ye (ji bo welatê 3yem), kî ji bo welatê 3yem tê şandin? Hinek dibêjin ew ji bo ku dosyayên wan dayînin ser û ji bo derve werin şandin pereyan didin.
Jean-Nicolas Beuze: Bila ez dubare bikim û pir zelal be, pêwîst nake ti kes ji bo ti xizmetguzariyeke UNHCRê pereyan bide. Heke ji aliyê hin kesên li derve yan ji hundirê UNHCRê daxwaza pereyan ji wan hat kirin, divê wan kesan şermezar bikin. Tedbîrên me yên gilîkirinê hene û em dikarin van dozan lêkolîn bikin. Ger karmendên min li UNHCRê tawanbar bin, dê demildest bên qewitandin ji ber ku ev bi ti awayî nayê qebûlkirin. Îcar kesên ku ji aliyê UNHCRê ve li ser bingeha pêwîstiya zêde û rewşa tenduristiyê hatine hilbijartin wekî kesekî ku çareserkirina wî li vir nîne yan jî malbateke ku zarokekî wan ê nivîşkan heye, çimkî pir zehmet e ji bo wan ku li vir bijîn. An jî dibe ku kesên ji komeke taybet bin û ji ber kesayetiya wan ku ser bi komên hindikahî ne, metirsî hebe bên girtin. Ev hin dozên kêm in ku em li ser wan dixebitin û ji hin welatan dixwazin wan wergirin. Li vir, piştgiriya me ya bi comerdî ya Amerîka, Kanada, welatên Ewropayî û Awisturalyayê heye lê piştgiriya wan a bi comerdî sînordar e. Ne gelek kes in. Li ser asta cîhanê jî, ji sedî 1ê penaberên me hene ku di rêkarên UNHCR û Rêxistina Koçê ya Navdewletî re derbas dibin da ku bikarin li welatê sêyem li cîhana rojavayê werin bicihkirin.
Rûdaw: Hûn salê çend kesan ji bo welatê 3yem dişînin?
Jean-Nicolas Beuze: Her sal nêzîkî 500 heta hezar kesî ye.
Rûdaw: Ev hejmara her sal e?
Jean-Nicolas Beuze: Erê, pir sînordar e. Hejmareke kêm e, ji ber ku zêdetirî 300 hezar penaxwazên me hene. Ji 500 heta hezar kesî têne hilbijartin da ku li welatê sêyem werin bicihkirin, wekî ku min berê jî got lê biryara dawî li ba welatên sêyem e.
Rûdaw: Li Kampa Şaryayê zêdetirî 10-15 hezar koçberên Êzidî yên Şingalê li wir in, ew dibêjin paşeroja me çi ye? UNCHR ji bo wan çi difikire?
Jean-Nicolas Beuze: Em tev dizanin ku kampên ji bo koçberên navxweyî yên Îraqê ne herdemî ne. Ez hefteya borî li Dihokê bûm. Hemû berpirs, şaredarî, parêzgar û rêveberiya Zaxo jî ku nêrîneke wê ya zaf baş heye ka çi li wir bê kirin, hemûyan heman tişt got, divê em çareseriyeke birûmet ji bo koçberên Êzidî bibînin. Ew nikarin li kampan bimînin. Ev ne jiyan e. Bi rastî dilê te diêşîne, bi dîtina van koçberên Êzidî ku di vê rewşê de dijîn, dilê min jî êşiya. Loma divê em çareseriyekê bibînin. Yek ji van çareseriyan ji bo wan kesan e ku dixwazin vegerin Şingalê lê hinek jî hene ku nikarin an jî naxwazin vegerin Şingalê. Lewra divê em hin çareyan ji bo wan peyda bikin, wek tevlîkirina xwecihî û niştecîbûna li derveyî kampan an jî veguhertina kampan ji bo niştecihên fermî da ku karibin jiyaneke birûmet bijîn. Em gelekî bi Hikûmeta Federal re dixebitin herwiha em bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî li ser hemû astan dixebitin, ji şaredariyan heta parêzgaran û Wezareta Navxwe da ku em bibînin ka em dikarin çi çareyan pêşkêşî van penaberan bikin, çimkî li dawiyê em dixwazin piştrast bin ku ew xwedî hilbijartineke azad in û agahdar in çawa rewşa xwe hilbijêrin. Çareserî girêdayî rewşa wan a kesayetî ye.
Rûdaw: Bi nêrîna te sedema venegera koçberên Şingalê çi ye? Çima venagerin?
Jean-Nicolas Beuze: Ti têkiliya vê bi nêrîna min re nîne, pêwendiya wê bi tiştê ku penaberên Êzidî ji min re dibêjin re heye. Hejmarek ji koçberên Êzidî dibêjin, erê, em dixwazin û dikarin vegerin, lê pêwîstiya me bi hinek piştgirî heye. Ev jî ew tişt e ku hikûmeta federal hewl dide bi rêya Wezareta Koç û Koçberan bike da ku hewl bide ku alîkariya darayî bide wan û Şingalê ji bo kesên ku dixwazin vegerin, ji nû ve ava bike. Lê gelek kesên din ji min re gotin, ez naxwazim vegerim ji ber ku hest dikim ku em ne parastî ne. Hest dikim ku ez nikarim zarokên xwe bişînim dibistanê. Ava vexwarinê nîne. Mala me wêran bûye. Ez naxwazim vegerim wê rewşê çimkî vegera min dê ne hertimî be. Tiştê ku herî zêde bandor li min kir ew bû ku piraniya Êzidiyan ji min re gotin, hûn dixwazin em vegerin lê hîn jî tevî ku 10 sal di ser bûyerên Şingalê re derbas bûne, dadmendiyeke rastîn pêk nehatiye û aştiyeke rastîn jî çênebûye. Hîn jî dê û bavê min li goristanê nehatine veşartin û di hewşa mala me de ne û em nikarin wan veşêrin. Em dizanin ku hîn gorên komî hene. Heger kesek ji destdirêjiyê filitî be ku destdirêjiya seksî pê hatibe kirin, weke ku hat serê jinên Êzidî ku ev yek ji bêtar û tundûtûjiyên xirab e, pir zehmet e tu vegerî cihê ku tu lê bûyî şahidê tiştên ku qewimîn û tu bûyî qurbanî. Loma divê em rêza xwesteka van mirovên cuda bigirin. Hin dikarin vegerin Şingalê û hikûmeta federal jî pabend e alîkariya wan bike da ku têkel bibin. Lê hinekên din niha pir zû ye ji bo wan ku vegerin çimkî trawmaya wan û nebûna xizmetguzariyên ji bo vegerê wekî nebûna debara jiyanê, derfet û hestnekirina bi parastinê, tê wateya ku ew hest dikin ku niha ji bo wan ne demeke baş e ku vegerin Şingalê lê ev nayê wê maneyê ku ew dê di demeke dirêj de venegerin, divê em vê yekê di dema guncav de û li gorî hilbijartina azad û haydar a xelkê bilez bi cih bînin.
“Bicihkirina li kampan qet ne çareseriyeke qenc e”
Rûdaw: Dibe ku di demeke pêş de kamp werin girtin?
Jean-Nicolas Beuze: Dema xelk ji ber tundûtûjî, şer, tundiya leşkerî, cudakarî û paşguhxistinê koçber bûn, bicihkirina li kampan qet ne çareseriyeke qenc e. Tecrubeya UNHCRê ya zêdetirî 70 salî ye heye û em qet şîretê li ti hikûmet û desthilatekê nakin ku xelkê têxin kampan ji ber ku xerciya wan kampan zêde ye. Ev kamp li şûna ku koçberan tevlî hev bikin û derfeta wan hebe ku ji bo jiyanê pişta xwe bi xwe girê bidin û bi rêya karkirina di civakê de beşdarî aboriya civakê bibin, şêniyan ji hev cuda dikin. Ger tu wan bixî kampê, nexwe te ew cuda kirine û ev jî qet ne çareseriyeke baş e, çimkî ev tê wateya ku pêwîstiya te bi xizmetguzariyê tenê ji bo kampan heye lê ya ku em dixwazin bikin ew e ku em xizmetguzariya giştî ji bo hemûyan xurt bikin. Ne tenê ji bo rûniştiyên kampan lê ji bo şêniyên deverê jî, çimkî em dizanin ku li Îraqê wekî gelek welatên cîhanê yên din, pêwîstiya kesên xwecihî jî bi alîkariyên me heye. Loma em hertim li dijî kampan bûn. Hewce nake em vegerin dîrokê dema ku kamp hatin çêkirin. Ez piştrast im ku hin sedem li pişt çêkirina wan hebûn lê ya ku em dixwazin bibînin çareseriyeke li derveyî kampan e. Li vir jî, UNHCR di şêwirandana hikûmetan destpêşxer e ka bijardeyên cuda, modelên cuda û modelên alternatîf çi ne da ku koçberên navxweyî û penaxwaz dema li kampan dijîn, bikarin xwedî vebijarkên cihê bin ku bi rewşa wan a kesane re guncav be.
Rûdaw: Koçberên ji Rojavayê Kurdistanê li vir dimînin, li Sûriyeyê heta niha jî rewş ne aram e, hûn ji bo wan çi dikin, çi pêşniyar dikin? Hûn ji bo paşeroja wan çi difikirin?
Jean-Nicolas Beuze: Kurdên Sûriyeyê ku mêvandariya wan bi comerdî li vir hatiye kirin, kêm zêde 270 hezar kes in. Ev hejmareke berçav e lê ne hejmareke ewqasî mezin e jî ku dewlet, dezgeh û saziyên Kurdî û civak nikaribin vê demografiya zêde di nav xwe de bihelînin. Em dizanin ku penaberên Sûrî hatine pêşwazîkirin û têkel bûne û piraniya wan, nêzîkî ji sedî 70, li kampan najîn lê li taxên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê dijîn. Xwe bi rê xistine, pereyên kirê didin, pereyên xizmetguzariyan didin û beşdarî aboriya navxweyî dibin. Zarokên xwe dişînin dibistanên navxweyî. Tevlîbûneke civakî ya baş di navbera penaber û civaka Kurdî de heye. Hinek ji vê ji ber ku piraniya Kurdan di beşeke jiyana xwe de penaber bûn û di serdema rejîma berê de di van demên dijwar re derbas bûn. Loma hikûmet û civak jî baş dizanin ka penaberî tê çi wateyê û dixwazin bi heman awayî bi xwişk û birayên xwe yên Sûrî re tevbigerin wekî ku gava li welatên derdorê yan jî li Ewropayê penaber bûn bi wan re dihat kirin. Çimkî dizanin, weke ku hikûmeta Kurdî jî dizane, ew dê rojekê ji rojan vegerin welatê xwe û ji nû ve ava bikin. Hemû serkirdeyên Kurdistanê penaber bûn. Her cara ku ez bi wezîr, parêzgar û yên din re dicivim, dabaşa penaberiya xwe ji min re dikin. Lê derfeta wan hebû ku bixwînin û zanîbûn ku ew rêberên gel in. Ji min bawer bike, wê rojek were ku ev penaberên Sûriyeyî ku niha li Herêma Kurdistanê ne, bibin serkirdeyên nû li Sûriyeyê. Ew dikarin welatê xwe ji nû ve ava bikin lê ev bi demê ve girêdayî ye. Haya me ji vê dîrokê heye û em dizanin ku Sûriye nemaze bakurê Sûriyeyê wê aram bibe û hêza xwe ya aborî û çandî bi dest bixe. Pir girîng e ku Kurdên Sûriyeyê di wê demê de vegerin, ji ber ku ev jiyana wan e û dikarin vê yekê bikin, çimkî li vir reftareke baş bi wan re hatiye kirin da ku bibin nifşê nû yê serkirdeyên Sûriyeyê.
“Divê welat çav li Herêma Kurdistana Îraqê bikin ku çawa bi penaberan re tevbigerin”
Rûdaw: Hinek koçber 15 sal in li vir in, dema kesek 15 salan li cihekî be wekî mînak li Ewropayê di nava 5-6 salan de dibe welatiyê wî welatî lê li vir her bi form û destûra rûniştinê ya salekê dimînin.
Jean-Nicolas Beuze: Ez dixwazim tiştê ku te behs kir li wan welatên rojavayê bibe rastiyek. Gelekî berî niha wisa bû û ez piştrast im ku gelek Kurdên Îraqê welatînameya duyem wek a Kanadayî, Amerîkî û Fransî bi dest xistine. Ez dizanim ku pêwendiyeke dûr û dirêj di navbera welatê min û Kurdistanê de heye. Ez dizanim ku gelek Kurdên Îraqê karîn welatînameya duyem bi dest bixin. Mixabin, ev pir kêm dibe. Niha li cîhana rojavayê gelek xwepêşandanên populîst hene ku xelkê dijî penaperan sor dikin. Em di rewşekê de ne ku rûbera penaberiyê tê qedexekirin ku kesên ku wekî penaxwaz digihin derve, bi awayekî guncav reftar bi wan re nayên kirin. Wekî mînak, li vir, li Kurdistanê dikarin demildest biçin nexweşxaneyê û werin dermankirin lê niha li Ewropayê piraniya welatan çareseriya bijîşkî demildest pêşkêş nakin. Divê tu sê çar salan li bendê bimînî. Divê daxwaznameya te ji aliyê dadgehê yan fermangehekê ve hatibe nirxandin û tu mîna penaxwaz hatibî naskirin da ku xizmetguzariya tenduristî pêşkêşî te bê kirin an jî tu zarokên xwe têxî dibistanê. Lewra jî em bi şirîkatiya xwe ya li gel Hikûmeta Kurdistanê pir serbilind in, çimkî hûn li vir bi awayekî cuda kar dikin û karê rast dikin. Bi dîtina min, ji dêvla çavlêkirina Ewropa û Amerîkayê wek modelekê, divê ew welat wekî modelekê çav li Herêma Kurdistana Îraqê bikin ku çawa bi penaberan re tevbigerin. Ev berovajî ye.
Rûdaw: Gelekî spas Nûnerê UNCHRê Jean-Nicolas Beuze.
Jean-Nicolas Beuze: Zor spas ji Rûdawê re ku hertim van mijarên mirovî radixe ber çavan. Hûn ji bo NY û ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di hişyarkirina xelkê de li ser çi ji bo penaber û koçberan bê kirin, pêşeng in. Zor spas ji bo we.