Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bi fermî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê vexwend Moskowa paytexta Rûsyayê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov û şandeya pê re qebûl kir.
Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de li ser pêşhatên dawî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê û bipêşxistina pêwendiyan hatine gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê amaje bi pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê û pêwendiyên dostane û dîrokî yên welatê xwe yên bi Herêma Kurdistanê re kir.
Bogdanov tekezî li ser girîngiya xurtkirina pêwendiyên Rûsyayê yên bi Herêma Kurdistanê re kir.
Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bi fermî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê vexwend Moskowê.
Mesrûr Barzanî di civînê de xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên dualî anî ziman.
Di beşeke din a hevdîtinê de, tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de hat kirin.
Sererastkirina yasaya budceya federal û lihevkirina li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê wekî gavên erênî hatin nirxandin.
Beşeke din a civînê derbarê guherînên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bû.
Her du aliyan li ser pêwîstiya parastina ewlehî û aramî û mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê gotûbêj kirin.
Rûdaw