Qamişlo amade ye ji bo Konferansa Yekîtiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.
Sibê, 26.04.2025, bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê dê mêvandariya konferanseke girîng bike ku armanca wê yekîtî û yekhelwêstiya partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ye.
Hate ragihandin ku Dr. Hemîd Derbendî, berpirsê karûbarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê yê Herêma Kurdistanê û nûnerê taybet ê Serok Mesûd Barzanî, dê li ser navê Serok Barzanî beşdarî konferansê bibe.
Ev konferans bersiva daxwaza Serok Barzanî ye ji bo yekkirina rêzên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û tê payîn ku tevahiya partî û aliyên Rojavayê Kurdistanê, di nav de Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û bi sedan siyasetmedarên Kurd, beşdarî vê civîna dîrokî bibin.
Konferans weke gaveke stratejîk tê dîtin ji bo xurtkirina hevgirtina Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û yekrêziya wan di qada siyasî de. (PK)