Nûnerê NYê yê Sûriyê: Me di hevdîtinên Şam û HSDê de pêşketinek dît

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Geir Pedersen dibêje, êrîşên çekdarî yên vê dawiyê li peravên Sûriyê gelek sivîl bûne qurbanî. Herwiha tekez kir ku divê bawerî di navbera pêkhateyên Sûriyê de bê vegerandin.

Encûmena Asayişa Navnetewî duh Sêşemê 25ê Adarê li ser rewşa Sûriyê û bi taybet bûyerên vê dawiyê yên li peravên wî welatî civiya.

Pedersen got, bûyerên li peravên Sûriyê nîgeraniyên li ser paşeroja wî welatî zêde kirine. Herwiha got, li peravên Sûriyê êrişên çekdarî çêbûne û gelek kes hatine kuştin û ev yek jî bûye pirsgirêkeke ewlehiyê li vî welatî.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê û Encûmena Asayişa Navnetewî komkujiyên li peravên Sûriyê şermezar kirin û Pedersen got: “Ji bo eşkerekirina berpirsyarên rastî yên komkujiya li dijî sivîlan, lêkolînên zêdetir hewce ne.

Pedersen behsa rêkeftina di navbera Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyê û Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de kir û diyar kir, Şera û Ebdî rêkeftinek ji 8 xalî îmze kirin û divê rêkeftina di navbera wan de berî bidawîbûna salê were cîbicîkirin.

Herwiha got: “Me di hevdîtinên Şam û HSDê de pêşketinek dît û em ji nêzîkbûna di navbera wan de kêfxweş in. Em ê piştgiriya pêvajoya aştiyê ya li welêt bidomînin.”

Serokatiya Sûriyê roja 10ê Adara 2025an belav kir, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kirin. Tê de tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyê, tevlîbûna hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de û agirbestê hat kirin.

Derbarê êrîşên grûpên çekdar li herêmên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaq jî Pedersen got: Şerê li bakurê rojhilatê Sûriyê hîn bi dawî nebûye. (BN)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *