Nûnerê Amerîkayê yê Bakurrojhilatê Sûriyeyê Scott Bolz ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyeyê û pirsgirêka Kurdan bi tevgereke Kurdan re civiya.
Li gorî Ajansa North Pressê, civîn doh li bajarê Qamişloyê bi Tevgera Kurdistanî ya Serbixwe ya Sûriyeyê re pêk hatiye.
Endamekî Tevgera Kurdistanî ya Serbixwe diyar kir ku di civînê de rewşa siyasî ya Sûriyeyê û nûnertiya Kurdan a li Şamê hatine gotûbêjkirin.
Her wiha endamê tevgerê da zanîn ku ji bo diyaloga bi Şamê re avakirina şandeyeke yekgirtî ya Kurdî mijara sereke ya civînê bûye.
Li gorî wî endamê tevgerê, bûyerên dawî yên li beravên Sûriyeyê pêwîstiya lezgîn a agirbestê û diyaloga berfireh a di navbera hemû civakên Sûriyeyê de hatine gotubêjkirin û wiha pê de çû:
“Me ji nûnerê Amerîkayê re anî zimên ku pirsa Kurdî ji diyaloga di navbera Kurdan de berfirehtir e, tiştê ku bi rastî girîng e, helwesteke hevgirtî ya Kurdan e.”
Li aliyê din, Nûnerê Amerîkayê Bolz jî bangî partiyên Kurdan kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û dev ji nakokiyên siyasî yên li ser kotayan berdin û tekezî li ser giringiya yekrêziyê ya ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê ya berdewam kiriye.