
Newroza 2025 an, bi rengê xwe bi denge xwe, bi hêza xwe, bi kelecanî û beşdarîya xwe, bi coşî û hestên milî, li seranserê Kurdistanê wêneyên Kurdewarî raxist ber çavan. Ev cîhê kêfxweşîyê ye, bingeha xurtkirina hêvî û serkeftina hêza netewî ye.
Newroza 2025 an pêlên hişmendîya netewî li diaspora, li metrepolan li seranserê kurdistanê pêl bi pêl geşkir û rixê netewbûnê derxist pêla bilind. Ev cîhê kêfxweşî û şahîyê ye. Rojhilat, Rojava, Başûr û Bakûr tixûbên dagirkerîyê bi dîlan û agirê Newrozê binpêkir, nexşeyên dagirkerîyê çirand û hûqûqa mêtîngehîyê red kir. Gund bi gund, navçe bi navçe, bajar bi bajar weke lehîyan herîkîn qadên Newrozê…
Bi Ala rengîn û flamayên hestên netewî, bi cil û bergên xwe, bi şal û şapikên xwe, rengê Kurdîwarîyê derxistin pêş, qada Newrozê bû cîhê bangawazîya yekrêzîya mala Kurdî. Hemû beşên civatê bi hevra qertê zer nîşanî paradigmayên xapandinê û bi dengekî berz daxwaza statu û mafê dewletbûnê kirin.
Hinek xêrnexwaz û xulamên ber derîyan xwestin bi provakasyon û dijberîya kor demsala hişmendîya netewî şêlû bikin, lê bellê milletê Kurd bi sekin û helwestên kurdewarî rê neda wan xêrnexwazan, bi dûrişmên netewî, bi bangwazîya yekrêzîya mala Kurdî ji paleyên xirabîyê re gotin: Rawestin! Êdî bes e, ev lîstok û xirabîyên hûn dikin! Aktorên xirabîyê li ser dikan, li qad û heremên cuda, li hemberî daxwaz û bertekên gel kirasê “yekîtî”yê li xwe kirin, zimanê çêkir bi kar anîn. Ev “guhertina” hane jî, yek ji encamên pêwîstîyên pêvajoya îroyin bi xwe ye.
Newroza 2025 an bi her awayî peyamên girîng derxist holê, erk û wezîfeyên mezin raxist ber partî, grûb, rêxistin, platform û derdorên sîyasî. Wêneyên kurdewarî, qêrîn û awazên hişmendîya netewî rûpelek nû derxist holê û pêwîstîya xwendinek nû nîşanî herkesi da. Ji bo rojev û pêvajoyek serkeftî pêwîstî bi pêşbinîyên nû, xwendinên nû, nîrxandin û tespîtên nû heye.
Rê û rêbaz, reçete û formulasîyona rêgeha nû yekrêzî û yek helwestîya aqlê kurdî ye. Ev jî bi hişmedî û parastina berjewendîyên netewî mumkun e! Divê em ji tecrube û hînbûnên 50 salî ders bigirin! Divê em bi derbasbûyin û kirinên xwe re rûbirû bibin. Divê em xwe ji kiras û qalibên îdeolojîk, ji berjewendîyên derdorî û ji sîyaseta konforî azad bikin. Di kûrahîya pergala DO, ÎRO, SIBÊ de em mecbûrin bi hevra demsalên berbanga azadîyê amade bikin. Ji bo wî jî pêwîstî bi xwendinek netewî, bi têkoşînek hevbeş heye.
Konjonktura sîyasî ya îroyin dide xuya kirin ku li heremê pêlên tûsînamîyên civakî, qeyran û alozîyên civakî û guhertinên sîyasî/erdnîgarî bilez û bihêz rojevê tayin dike. Ev tûsînamî û pêlên erdhêjên civakî wê bandorek giran li erdnîgarîya me bike. Em bixwazin an nexwazin bi şêweyekî emê bi encam û tesîra wan guhertinan ve rûbirû bibin.
Ev Newroza 2025 an, da xuyakirin ku rojekî zûtirîn divê diyalog û kordînasyonek netewî di nav hêzên sîyasî yên hemû beşên Kurdistanê de pêk bê, her beş li gorî şert û mercên xwe îradeyek hevbeş derxe pêş û rê li ber têkoşînek netewî ya dinamik vebike. Partî, rêxistin, grûp, derdorên sîyasî; komele, sazî û platformên heremî; ronakbîr, nivîskar, aktîvist û kesayetên sîyasî divê encamên panoroma Newroza 2025 an, baş binîrxîne, şîrove bike û jê sûd bigire. Pêlên hişmendîya netewî divê birêxistînî, bi plan û projeyên stratejik tevbigere û ber bi armancên netewî biherike.
Dîrok daye îspatkirin ku civatên ji merhaleyên rêxistinbûnê dûrbin û li gorî pêwîstîyên rojevê tevnegerin, her tim paşve dimînin û ji mafên xwe yên xwezayî dûr dikevin.
Bi kurt û Kurmancî li Rojhilat, li Başûr, li Bakûr, li Rojevayê Kurdistanê, li Ewropa û metrepolan, agirê Newroza 2025 an bi germaya hişmendîya netewî geş bû. Ev cîhê kêfxweşîyê û hêvîyê ye.
Karwanê niştimanperwerîyê her diçe bi hêztir dibe û ber bi qonaxa xwe ve dimeşe. Erk û wezîfa netewperwerîyê ew e ku bi şêweyek rêxistinî tevbigere û bersîva pêvajoyê bide, rê li ber serkeftin û destkeftîyên nû amade bike. Ev erke netewîye û weke barekî dîrokî li ser mile herkesiye. Her Kurdekî niştimanperwer divê wî erkê xwe bicîh bîne.
Cano Amedî 23.03.2025
Wêne: Mamoste Nûjen