Netanyahu: Eger Îran dan û standinan dirêj bike vebijêrk leşkerî ye

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku rêkeftina di navbera Amerîka û Tehranê de tenê dikare bi ser bikeve, eger tesîsên atomî yên Îranê bi awayekî fîzîkî werin teqandin û hilweşandin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî serdana xwe ya Amerîkayê û hevdîtina bi Donald Trump re daxuyaniyeke vîdeoyî belav kir.

Benjamin Netanyahu di daxuyaniyê de danûstandinên nukleerî yên bi Îranê re, bacên gumrikê û aloziyên bi Tirkiyeyê nirxandin.

Netanyahu li ser ÃŽranê got ku ew û Trump “li ser wê yekê ne ku ÃŽran dê nebe xwedî çekên nukleerî.”

Her wiha Netanyahu diyar kir “Ev armanc dikare bi rêya dîplomatîk pêk we, lê tenê eger ew wekî çekên nukleerî yên Lîbyayê ya sala 2003yan be, dema ku hêzên Amerîkayê beşên bernameya nukleerî ya welêt hilweÅŸandin an derxistin.

Em dikevin hundir, tesîsan diteqînin, hemû amûran hildiweşînin, di bin çavdêrî û bicihkirina Amerîkayê de – ev baÅŸ e.”

Serokwezîrê ÃŽsraîlê tekz kir, eger ev çênebe û ÃŽran tenê danûstandinan dirêj bike, hingê “vebijêrk leÅŸkerî ye.”

Benjamin Netanyahu diyar kir ku wî û Trump bi dirêjî li ser wê îhtimalê axivîne.

Li ser bacên gumrikan, Netanyahu dibêje ku ew soz dide ku kêmasiya bazirganiyê bi Amerîkayê re bike sifir.

Netanyahu dibêje: “Ev ya herî hindik e ku em dikarin ji bo Dewletên Yekbûyî û serokê wê bikin, yên ku ji bo me gelek tiÅŸtan dikin.”

Derbarê Sûriyeyê de jî Netanyahu ragihand ku Tirkiye dixwaze li wir baregehên leÅŸkerî ava bike û “ev yek ji bo ÃŽsraîlê metirsî ye.”

Netanyahu wiha pê de çû, “Em li dijî vê yekê ne, em li dijî vê yekê dixebitin. Min ji Serok Trumpê ku hevalê min e, di heman demê de hevalê Erdogan e jî got: ‘Eger pêdiviya me bi alîkariya we hebe – em ê bi we re biaxivin.'”

Netanyahu tekez kir ku Îsraîl ji bo tinekirina Hamasê û vegerandina hemû dîlan bi biryar e.

Netanyahu idîa kir ku di çarçoveya planekê de ya ku koçberkirina zordarî ya gelê Xezeyê dihewîne, wan bi hinek welatan re danûstandin kirine da ku ew van Filistîniyan qebûl bikin.

Serokwezîrê ÃŽsraîlê, piÅŸtgirî da wê planê ku Trump eÅŸkere kiribû û got ku “di dawiyê de divê were bicihkirin.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *