Siddik BOZARSLAN
Wek tê zanîn civata kurd heta salên 640î ne musulman bû. Di 640î da bi fermana Xelîfe Omer du orduyên ereb rêkirin ser Kurdistanê. Fermandarîya orduyek Îmam Hasan û Kesem Binî Abbas û ya dî jî Abdullah Binî Omer û Ebû Ûbeydî Ensanî dikirin. Wezîfeyên wan fermandaran ew bûn ku herêmên Kurdistanê wek Şehrîzor, Pave, Kirmanşah, Hemedan, Mazan, Dîran têxin bin dagirkerîya xwe.
Di despêka şerên van herêman da kurdan baş li ber xwe dan. Lê mixabin di dirêjajotina şer da kurd bi ser neketin. Gelek bajar, qesebe û gund hatin şewitandin û wêrankirin. Qirkirineke mezin çêbû, mal û milkê xelkê hatin talankirin. Bi taybetî qirkirinên ku li Şehrîzor û Pave hatin pêkanîn, di dereceya hovîtîyek da bûn. Yên ku dîl ketin ango teslîm bûn; bebikên qumatekê jî di nav da cinsên nêr (mêr) hemî hatin kuştin û cinsên mê (jin) jî wek koleyan hatin bi karanîn. Bi ferman û destûra Xelîfe Omer, fermandar Abdullah Îbnî Omer li herêma Pave, jibo orduya xwe û keç û jinên dîlketî, avayîyên (xan-qesir) mezin çêkirin û li wir cîwar bûn. Wer bû ku di demeka dirêj da li wan avayîyan nifşeke (nesil) melez (pîç) çêbû.
Di derbarê van qirkirinên ereban da hin wesîqe bi dest ketine. Yek ji wan wesîqeyan li herêma Hezarmerd, di encama kolandinek da bi dest ketîye ku helbestek li ser çerm hatîye nivîsîn. Hatîye tespîtkirin ku ev helbest, di sedsala VII. da hatîye nivîsîn ku naveroka wê li ser qetlîamên ereban e. Ji ber ku ev helbest li ser çerm hatîye nivîsîn; di eynê wextê da wesîqeyeka ewilîn a nivîskî ye û loma girîng e. Beşeka (8 malik) vê helbestê, Tirkîya wê min di pirtûka xwe ya bi leqebnavê Botan Amedî da weşandibû. (6) Li vir ez Tirkîya wê werdigerînim kurmancî û li jêr wê pêşkêşî we hêjayan dikim:
”Perestgehan (îbadetgah) xirab kirin, malan (ocax) kor kirin (vemirandin),
Mezinê mezinan hat înkarkirin,
Erebên zorker, heta Şehrîzorê
Hemî gundan wêran kirin,
Keçan, jinan êsîr (dîl) kirin,
Kesên cengawer di xwîna xwe da xeniqîn,
Bawerîya Zerdeşt bê destek (piştevan) ma
Êdî Hurmûz alîkarîya kesek nake.”
Bêguman Hêzên ereb ên dagirker, qîma xwe bi qetlîamên fizikî û wêrankirina axa Kurdistanê neanîn. Wan li Hamedan, Şehrîzor, Kirmanşah, Mudayîn û li gelek herêmên dî, bi hezaran cildên pirtûkan ku li kitêbxaneyan hebûn, hemî şewitandin. Bi vê hovîtîya xwe ereban belge û wesîqeyên dîroka civata kurdî ya sed salan û hezar salan tune kirin, kirin xwelî. Ereban, bi van kirinên xwe yên hovane; ne tenê xwestin musulmantîyê bînin herêmê, wan dixwest ku tevayîya civatên herêmê bikin ereb. Loma di despêka van qetlîam û hovîtîyan da xizîneyên dîrokî yên civatên herêmê ji navê rakirin. Paşê di nav pêvajoyek da navên zilam û jinên xwe li kesên herêmê kirin û hêdî hêdî ber bi erebkirinê ve meşîyan.
Li vir, hewcederî pê heye ku çend gotin jibo Xelîfeyê duyemîn Hz Omer were gotin ku politika ereban jibo belavkirina Dînê Îslamê zelaltir bibe. Wek em pê dizanin, gelek nivîskar, zana û alimên ereban di alema îslamê da jibo Xelîfe Omer tenê tiştên heyînî, yanî tiştên pozitif yên baş didin zanîn. Ev xususîyeta Xelîfe Omer, hatîye radeyek ku ne tenê zanayên ereb; digel wan hin zana û alimên kurd û yên ji qewmên cuda jî pir pesnê wî dane. Bi ya min di vir da wek me li jor dît; pirazeya kirinên Xelîfe Omer divê bi dualî were analizkirin.
Di çarçoveya îslamîyeta ereban jibo hundûr, mirov dikare çend mîsal di derbarê kirinên Xelîfe Omar da nîşan bide: Hatîye gotin û nivîsîn ku Omer kesekî adil bûye, li pey mal û mucewheran negerîyaye, cilên wî pînekirî bûne û kesekî xizan bûye û wd. Heta hatîye gotin û nivîsîn ku carek ew girîyaye, ji ber ku gotîye eger berxek li ber Çemê Feratê winda bibe, dê Xwedê hesabê wî ji Omer bixwaze û wd.. Di nav civata erebî da van tiştên baş ku jibo Omer hatine gotin, hemî dikarin rast bin. Lê ev têr nake ku Omer wek kesî adil were nîşandan. Ji ber ku di felesefeya wam da hebûye ku divê îslamîyet belav bibe, xurt bibe û ev jî bi fetihkirin û kontrolkirina erdên dî mimkun e. Lê felsefeya şer jî di dema Hz. Muhammed da xistine jîyanê ku tiştên di şeran da ketibe destên wan, ew hemî ganîmet bûne û di nav fermandar û kesên xurt da hatine parvekirin. Parvekirina genîmetan ji herî jor despêkirîye heta herî xwarê di nav civatê da hatîye dabeşkirin. Ev kultûr di nav civata erebî da adeta çavên gelek kesan kor kirîye û ew kesana adeta dîn û har bûne ku herin seferek bibin ser erdek û genîmetan bi dest bixin. Wek li jor hat dîyarkirin, ew kurdên ku teslîm jî bûne, hemî hatine qirkirin. Û wek em li jêr di bûyera kuştina Xalac-î Mansur da jî dibînin; nîzama ereban adeta zimanê kurdî jî qedexe kirine, nehiştine ku kurdek bi zimanê xwe gotina Xwedê jî bikarbîne û wd.. wd…
Em bi hêsayî dikarin bêjin ku qasî ku camî li Kurdistanê hene, hew qas li hemî welatên ereban tune ne. Ev jî bêsedem nîne û lazim e li ser wê lêkolîn û nirxandin were kirin. Mesela, Qiralîyeta Erebistana Saudî an Emîratên Ereban ên Yekbûyî ango kargêrîyên welatên ereban bi tevayî, pir îhtîyacê pê nabînin ku zêde camî û minareyan çêkin. Sedemeka herî girîng ew e ku ev dîn, dînê wan e û bi zimanê wan ji wan ra xîtabê dike û ew bixwe xwedî axa xwe ne û desthilatîya xwe bi xwe bi rêve dibin. Loma ew ji lazimîyê zêdetir pêwist nabînin ku camî û minareyan bîlasebeb çêkin. Lê balkêş e ku eynî desthilatdarên ku li welatên xwe zêda camî çênakin; ew bi hin rîyan pere dişeyînin derdorên dî û li wan deran zêdetir camî û minare didin çêkirin. Di vir da bê guman faktorên sîyasî û bazirganî rolên mezin dileyîzin.
Jibo bazara xapandinê cîyên herî zêde bikêrhatî, ew cî ne ku ne xwedîyê desthilatdarîyê ne. Di serê van cîyan da jî axa Kurdistanê tê. Ji ber ku kurd, wek civat paştamayî ye, xizan û nezan e û zimanê erebî jî qet fam nakin û xwedîyê desthilatdarîya axa xwe nîne. Ew, di bin kargêrîya tirkan, ereban û eceman da ye. Di çarçoveya navberdewletî ya îroyîn da ew dewletên ku wek Turkîye, Îran û Surîye tên binavkirin; her yek ji wan parçeyeka Kurdistanê di bin kontrola xwe da hiştine û li Kurdistanê wek desthilatdarên dagirker vê sistema xwe domandine û dixwazin her wiha bidomînin. Em hemî pê dizanin ku ev çar dewlet û desthilatdarên wan musulman in û dema gotin bê gotinê pesnên xwe yên îslamîyê derdixin pêş.