Nêçîrvan Barzanî: Joyce Blauyê jiyana xwe bi piştgiriya gelê Kurd derbas kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî li malbata Joyce Blauyê kir.

Nêçîrvan Barzanî li ser wefata Kurdolog Joyce Blauyê peyamek belav kir.

Di peyama serxweşiyê de Nêçîrvan Barzanî wiha got:

“Hevxemiya xwe pêşkêşî malbata Profesor Dr. Joyce Blauyê, dost, nivîskar, zimanzan û pispora Kurd û wêjeya Kurdî û hevkarên wê yên li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dikim. “

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de tekez kir ku Joyce Blauyê piraniya jiyana xwe ji bo piştgiriya gelê Kurd û xizmeta ziman, wêje û çanda Kurdî derbas kiriye.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku dê Joyce Blau tim wekî şexsiyeteke dilsoz û were bîranîn.

Joyce Blau

Joyce Blau sala 1932yan de li Qahîreya Misirê hatiye dinyayê û li Zanîngeha Sorbonnê ya Fransayê doktora xwendiye.

Joyce Blau Kurdolog û profesora Enstîtuya Neteweyî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilat (INALCO) û yek ji damezirêner û birêvebirên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bû.

Di salên 50î de wê koçî Fransayê kir û dest bi hînbûna zimanên Erebî, Farisî û bi taybetî zimanê Kurdî kir.

Li Parîsa paytexta Fransayê xwendekara Kamûran Bedirxan bû.

Blau di warê Kurdnasiyê de lêkolîner û nivîskareke bi navûdeng e.

Joyce Blau doktoraya xwe ya Kurdî ji Zanîngeha Sorbonnê wergirt û li wir mamostetiya Kurdî jî dikir.

Joyce Blau xwedî gelek berhemên edebî ye, ji wan ya herî girîng ferhenga Zimanê Kurdî/Frensî/Îngilîzî ye ku ferhenga yekem a di vî warî de ye ku li Fransayê derketiye.

Joyce Blauyê ferhenga Kurdî-Fransî û gotarên li ser bikaranîna zimanê Kurdî di Soranî û Kurmancî de nivîsandine û gelek berhemên wêjeyî wergerandine.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *