Nêçîrvan Barzanî ji bo Azerbeycanê hat vexwendin

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî îro 22ê Tîrmehê pêşwazî li Balyozê Azerbaycanê li Iraqê Nasir Memmedov kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Azerbaycanê vexwandina fermî ya Serokê welatê xwe bo Nêçîrvan Barzanî, gihan Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê, ji bo beşdarî Konferansa Guhertina Keşûhewayê ya Neteweyên Yekgirtî (COP29) bibe ku di 11 ta 22 Mijdara îsal de li Bakuyê dê lidar bikeve.

Her du aliyan pêşdebirina peywendiyên di navbera Azerbaycan û Iraq û Herêma Kurdistanê de, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên navçeyê bi giştî gotûbêj kirin.

Balyozê Azerbaycanê daxwaza welatê xwe ji bo berfirekirina peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser wê yekê kir ku serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bakuyê û hevdîtina wî ligel Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev, rûpelek nû di peywendiyên welatê xwe ligel Iraq û Herêma Kurdistanê vekir.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *