Nêçîrvan Barzanî: Em ji Xiristiyanan re piştrast dikin ku milkê bav û kalên wan dê li Kurdistanê parastî be

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê her tim mala hemû pêkhateyan û penageheke aram ji bo wan bûye. Tekezî kir jî, dê bi hev re kar bikin ji bo avakirina paşerojeke ku rêzê li pirrengiyê digire û mafên hemû aliyan diparêze.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 26ê Gulanê di Konferansa Rêveberiya Weqfên Dêran de gotarek pêşkêş kir û amaje bi wê yekê da, beşdarî û amadebûna wan a îro nîşana pabendbûna wan a bihêz e ji bo piştgirîkirina mafên hemû pêkhateyan.

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Parastina pêkhateyan û parastina mafên wan ne tenê dirûşm e, belkû têgeh û bingeheke çespandî ya baweriya me ye ku divê em bi hev re bijîn.”

Herwiha destnîşan kir, ji destpêka damezrandina Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Hikûmetê ve, wan parastina beşdariya pêkhateyan di qada siyasî de kiriye, Kurdistanê ev yek îsbat kiriye û ev yek jî hêz daye Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Pirrengî û hebûna pêkhateyên olî, bûye çavkaniya hêz û aramiyê ji bo Kurdistanê.”

Di berdewamiya axaftina xwe de bal kişande ser wê yekê ku di dema hatina terorîstên DAIŞê de, Herêma Kurdistanê îsbat kir ku ew penageheke aram e ji bo hemû pêkhateyan.

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Îro em bi hev re radiwestin û kar dikin ji bo avakirina paşerojeke ku rêzê li pirrengiyê digire û mafên hemû aliyan diparêze.”

Derbarê rêveberiya weqfên dêran de, Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Rêveberî xwedî girîngiyeke mezin e, Xirîstiyan beşek in ji mîrateya girîng û dewlemend a şaristaniya vê herêmê.”

Derbarê derxistina yasayeke taybet bi weqfên Xirîstiyanan, Serokê Herêma Kurdistanê got: “Em piştgiriya xwe ya tam ji bo lezkirina derxistina yasayeke taybet bi weqfên Xirîstiyanan dubare dikin, bi awayekî ku li gel ruhê Destûra Iraqê bigunce. Ev yasa dê peyameke zelal be ku milkên Xirîstiyanan li Herêma Kurdistanê parastî ne.”

Tekezî li ser wê yekê kir jî, “Em peyama dilniyayê ji Xirîstiyanan re dişînin ku mîrateya bapîrên wan li Herêma Kurdistanê parastî ye.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Xirîstiyan û her pêkhateyeke din a olî li Kurdistanê ne mêvan in, belkû xwedan, hevpar û beşeke resen a vê ax û niştimanê ne. Kurdistan dê her tim weke niştimanê pirrengî, lêborîn û azadiyê bimîne.” (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *