Nêçîrvan Barzanî: Di hilbijartinan de gelê Kurdistanê serkeftî ye

Serokê Herêma Kurdistanê bi Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê yê berê û Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê yê nû re tekez kir, “Di hilbijartinan de gelê Kurdistanê serkeftî ye.” Amaje jî da, “Divê hemî alî bizavê bikin ku hilbijartin di rewşeke aram û tena de bi rê ve biçin.”

Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvorya îro (Duşem, 02.09.2024) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê yê berê Klaus Streicher û Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê yê nû Albert von Weatek kir.

Di wê hevdîtinê de, tevî diyarkirina rêz û spasiyan ji bo kar û erkên Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê yê berê, Serokê Herêma Kurdistanê xatira xwe ji wî xwest û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest, herwesa bixêrhatina Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê yê nû kir û hemî piştgiriyên aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo biserxistina erkê wî diyar kirin.

Klaus Streicher ji aliyê xwe ve dilxweşiya xwe ji bo dema karkirina xwe li Herêma Kurdistanê diyar kir û pesna piştgiriya aliyên peywendîdar ji bo biserxistina erkê wî kir. Konsulê Giştî yê Almanyayê yê nû jî tevî diyarkirina dilxweşiya xwe ji bo destpêkirina karî li Herêma Kurdistanê, piştgirî û heza welatê xwe ji bo berdewamkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re tekez kir.

Di wê hevdîtinê de, behsa rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Perlemana kurdistanê hat kirin. Nêçîrvan Barzanî di vî warî de tekez li ser giringiya hilbijartinan û biserxistina piroseya dengdanê ji bo Herêma Kurdistanê kir û got, “Di hilbijartinan de gelê Kurdistanê serkeftî ye û divê hemî alî bizavê bikin ku hilbijartin di rewşeke aram û tena de bi rê ve biçin.”

Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, dawî pêşhatên deverê bi awayekî giştî mijara tewerekî din ê wê hevdîtinê bû.

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *