Îro li Misko Konferansa Komeleyên Kurdî li welatên Sovyêta berê tê girêdan, Serok Barzanî di nameyekê de bo Federisyona Komeleyên Kurdî li welatên Sovyêta berê dibêje: “Destxweşiyê li girêdana Konferansa Komeleyên Kurdî li welatên Sovyêta berê dikim û pêzanîna min bo hewla we yek bi yek heye ji bo rêkxistin û yekxistina karûbar û çalakiyên civakî yên komeleyên Kurdî û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.”
Nameya Serok Barzanî wiha ye: “Di sazkirina Konferansa Federasyona Komeleyên Kurdên li welatên Sovyeta kevin destxweşiyê li we dikim û ji bo hewldana yek bi yekê we yên azîz pêzanînên min heye û ji bo rêxistin û yekxistina karubar û çalakiyên komeleyên Kurdan li van welatan de, hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.
Bi xem û mixabiniyeke zêde ve gelê Kurd bi zorê û bêyî îradeya xwe hatiye dabeş kirin û ev perçebûn wiha kiriye, gelê Kurd tûşî karesat û zulmên mezin bê û Kurd ji bo mayîna xwe berevanî û berxwedanê kiriye. Şoreşên yek bi yekê Kurdan belgeya wê rastiyê ne. Jenosayd û enfal û kîmyabaran û koçberkirin, êrîşên terorîstan û ew karesatên li ser xuşk û birayên me yên Êzîdiyan hat û dehan karesatên din û rûdanên piştî referanduma Herêma Kurdistanê her hemû ji bo nehiştin û ji navbirina gelê Kurd bûye. Lê belê pişt bi xwedayê mezin û xweragiriya gelê me û qehremaniya Pêşmerge gelê Kurd zindî ye û îradeya wî têk neşikaye û li xebata xwe da berdewame.
Gelê Kurd, herdem aştî û pêkvejiyanê xwestiye û tu demekî nexwestiye zulm û sîtemê li gelên din bike û dixwaze bi aştî û serbilindiyê de bijî. Erkê me hemûyane, bi baştirîn awayî peyama aştiyê bigihînîn û cîhanê ji doza rewaya gelê Kurdistanê têbigihînîn û bidin fahm kirin. Li gel eve da jî hewla ewe bidîn peywendiya kultûrî û siyasî û dostayetiyê bi baştirîn awayî li gel gelên cîhanê dirust bikîn.
Gelek xweşhalim ku hûn yên birêz, li hewla ewe dane, li rêya yekgirtin û xwe rêkxistina li ser awayeke serdemiyane, bibin pirekî bi hêz li peywendiya Kurd û ew welatên ku li nav cografya Sovyeta kevin dane. Li vir da bi derfet dizanim ku tekez li ser peywendiya dîroka di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsya û welatên dinê Sovyeta berê de bikim ku ew dîrok li ser destê cenabê Barzaniyê Nemir bingeha wê hate danîn û gihîşte lûtkeyê. Her wiha spasiyên min jî heye ji bo siyaseta Hikûmeta Rûsya û welatên dinê wan navçeyan ya li beranber doza Kurd û rêpêdana wan ya ji bo çalakiyên siyasî û kultûrî û wê siyasetê bilind dinirxînim.
Bi pêwîst jî dizanim spasî xwe yên bê payan pêşkêşî we yên azîz bikim ji bo hesta netewayetî û niştimanperweriya we û destxweşiyê li we dikim ji bo hewlên we yên ji bo parastina resenayetî û ziman û kultûra Kurd li nav xwe da. Her wiha helwesta we yên ezîz ji bo palpiştiya we li xuşk û birayên we yên li Herêma Kurdistanê di dema referandûmê de ji bîr nakîn û cihê şanazî û xweşhaliya meye. Referandûm derbirîna raya rewaya gelekî mezlûm bû bi aştiyanetirîn awayî, rast e rûdanên piştî referandûmê û nepakiya hinek kesan ziyaneke mezin li gelê Kurdistanê da, lê belê we piştrast dikim niha gelê Kurdistanê bi îradeyekî bilindtir û bi hişyariyekî zêdetir maye û rû li paşarojeke geş û pêşketinê ye.
Li dawiyê da eve dûpat dikim ku hûn xuşk û birayên azîz cihê hêviya mene, û piştevaniyê li kar û çalakiyên we yên çandî û siyasî dikîn û hêvîdarim konferansa we bi biryar û raspardeyên baş bi dawî bê û pirek jî bê ji bo yekxistina gotara we û Kurdên Ewrupa û gelê Kurd yên li hemû welatên cîhanê.”
http://www.kurdistan24.net/ku/news/1ded2780-5457-4306-b39a-d8a8113fc8b3