Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed di Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê de got: “Kampên penaberan ên li Herêma Kurdistanê, ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzaniyê ve têne çavdêrîkirin, ji aliyê xizmetguzariyê ve ji kampên li Urdin, Tirkiye û Libnanê çêtir in.”
Mûsa Ehmed got, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nûnertiya doza mirovî li Herêma Kurdistanê dike. Herwiha got, ev dezgeh hizra Barzaniyê nemir ji bo mijara pêkvejiyan, karên mirovî û jîngehparêziyê nîşan dide.
Amaje bi wê kir, “Me hewl da ku hevahengiyê di navbera welatên bexşkar, veberhêner û bexşkeran û welatiyên ku pêwîstiya wan alîkariya mirovî hene, çêbikin.”
Herwiha got, çanda xêrxwaziyê her tim li Kurdistanê hebûye û got: “Ev çand xalek erênî ya welatê me ye, me hewl da ku vê xêrxwaziyê organîze bikin û baweriyê di navbera welatiyan û xêrxwazan de ava bikin.”
Mûsa Ehmed got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Nemir moleta kar li Iraq û Herêma Kurdistanê, li Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wergirtiye, herwiha niha hewl didin ku li Sûriye, Tirkiye û Almanyayê jî werbigirin.”
Serokê Dezgeha Barzanî aşkere kir, ji bo bicihkirina penaberan li Herêma Kurdistanê zêdetirî 28 kampan, karekî ne hêsan e. Got jî: “Eger ne ji bo mirovên xêrxwaz ba, me nedikarî ev kar bikira. Kampên li Herêma Kurdistanê ji yên li Tirkiye, Libnan û Urdinê cuda û çêtir in.” (K24)