MOSKOW – Konferansa Xwendinên Kurdolojiyê: Çand û Siyasetê hat lidarxistin -Video

Konferanseke zanistî û praktîkî ya bi navê “Xwendinên Kurdolojiyê: Çand û Siyaset”ê li Zanîngeha Lomonosovê ya Moskowê hat lidarxistin.

Dibe ku piştî rûxîna Yekîtiya Sovyetê, Zanîngeha Lomonosovê ya Moskowê yekemîn konferans e ku li ser Kurdolojiyê li dar xistibe.

Rêkxerê konferansê Profesorê Zanîngeha Lomonosovê diyar kir ku armanca wan a sereke vejandina Kurdolojiya Rûsyayê ye.

Serokê Beşa Asyaya Navîn û Welatên Qafqasyayê ya Zanîngeha Lomonosovê ya Moskowê Prof. Aleksey Muravyov got:

“Em dibînin ku pêşhatên mezin li herêmê bi taybetî li Filistîn, Sûriye û Îraqê rû didin.

Eşkere ye ku ev rûdan heta radeyekê bi Kurdan ve jî girêdayî ne.

Loma jî divê Rojhilatnasiya Rûsyayê bibe merciyeke pisporan ên ku li ser bingeha zanîna ziman, çand û nerîtên gelêrî û yên siyasî perwerde bûne û dikarin nêrînekê biafirînin û ew nêrîn jî bibe beşek ji qada entelektueliya Rûsyayê.”

Kurdologên ji Zanîngeha Lomonosovê û ji Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistan a Rûsyayê, her wiha lêkolerên ciwan bi raporên xwe yên li ser mijarên ziman, dîrok, çand, bawerî û siyasetê beşdar dibin.

“Çima divê Kurdistan hebe?”

Siyasetzan û koordînatora konferansê Maya Emîriyê got:

“Divê li van konferansan em ne tenê li ser van mijaran biaxivin, ka çima Kurdistan nîne, yan jî çima Kurdistan divê hebe.

Divê em bi aborî, bi karsazî û bi kulturê vê nerîta xwe nîşan bidin.

Divê em rûyên teze nîşan bidin. Ev yek îro ji bo pirsgirêka Kurdan gelekî girîng e.

Fikra min wisa ye ku ne tenê em Kurd divê Kurdî bizanin û hînî Kurdî bibin, na.

Divê em zimanê xwe fêrî civaka Rûsyayê jî bikin.”

Rûsya demeke dirêj li cîhanê wekî navendeke girîng a Kurdolojiyê dihat naskirin.

Lê îro ji bo perwerdekirina xwendekarên zanîngehan mamosteyên zimanê Kurdî jî peyda nabin.

Serokê Beşa Kurdolojiyê ya Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistan a Rûsyayê Kîrîll Vertyayev jî got:

“Em dikarin li vir mamosteyên bi zaravayê Kurmancî peyda bikin lê pisporên me yên ku Soranî dizanin, gelekî kêm in.

Vê gavê daxwaza fêrbûna ziman, bi giranî ji karmendên Wezareta Karên Derve tê, lewma pêwîstiya wan, ji bo karê wan ê li Kurdistana Îraqê heye.

Ez dizanim ku vê gavê pisporên Rûsyayê hene ku zaravayê Soranî baş dizanin.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *