Hevpeyvîn. “Elî Budaxî”
W. Bêhzad Simko
Îşare: Pêwajoya lezgîn a bûyeran li Rohilata Navîn de derî bo gelek eger û rewş û guherînên nû, vekiriye.
Karlêkereiya dijwartirbûna kirîzan li navbera Îran û civaka cîhanî, ew jî li jêr sîbera egera qewimîna şerê rasterast li navbera Komara Îslamî û Îsraîlê, dikare hem bibe gef û hem drfet û tevgera nerizayetiyên xelkê bi dijî komara Îslamê bê hisêb. “Kurdistan” li hevpeyvînekê de digel rêzdar “Mistefa Hicrî”, berpirsê Navenda birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bas ji wan guherînan û bandorxistina bûyeran bi ser xebata mafxwazaneya gelên Îranê kiriye.
Pirsyar – Rêzdar Mistefa, hekî bi awirek giştî, tu yê rêzdar li ser rewşa siyasiya niha ya Îranê, ew jî bi balkêşandin bi ser kirîza siyasî û pêywendiyên Komara Îslamî digel cîvaka cîhanî, şirovekirina we li derheq rewşa siyasiya niha ya Îranê çiye?
Bersiv – Rewşa niha ya Îranê li warên siyasî, aborî û civakî û berfirehtirbûna cudatiyan li navbera desthilatê û xelkê, berdewamiya vê rewşê ye ku her ji salên destpêka deshilata Komara Îslamî ve, dest pêkiriye û roj bi rojê ber bi xirabtirbûnê ve çoye heta gihîştiye rewşa îro. Pêşbînêkirina vê rewşê li berdewamkirina wê siyaset û bernameyên rêjîmê li navxweyê welat, li asta çavrêtiyê de bûye û bilî encama niha ti tişteke din, jê şîn nedibû. Bûyerek ku ev kûrahiya pareman û çêkirina karesatên komara Îslamî lezgîntir û rohntir da xuya, qonax û aliyên êrîşkirina Hemas bo ser Îsraîlê li 7ê October 2023, dest pêkir. Bi hizra min berî destpêkirina vê şerê, Îsraîlê zanyariyên li derheq vê rasiyê hebû ku Îsraîl li warê hêza esmanî ve ji Îranê bihêztir e, lê berdewamiya vê şerê bi taybet piştî êrîşa esmaniya Îsraîl bo ser rêjîma Îranê li 26ê October 2024ê, bo Îsraîlê derkevt ku komara Îslamî li wî warî de gelekê bêhêztir ji vê yekê ye ku Îsraîl hizir lêdikir.
Ji aliyek din ve, Komara Îslamî bi dilgermî û hivîdariyek zêde bi şiyana xweragiriya Hemasê û bi taybet Hizbullahê, li ser vê baweriyê bû ku ew 2 hêzane keleke berevaniya tevav ên rêjîmê ne, lê ev şer û bi taybet kuştina Îsmaîl Heniye li Têhranê û Hesen Nesrullah li Lubnanê û 10an endamên rêberatî û fermandeyên leşkerî yên wan girûpan, serdestiya Îsraîl li warê şerê esmanî û saybêrî ve çendîn qat zêdetir ji berê anî ber çavên cîhanê û bi taybet Komara Îslamî. Helbet nabe helwîstên cuda yên vê carê ya welatên Erebî û Îslamîyên deverê li hember cureke xemsariya li hember Hemas û Hizbullahê ji bîr bikin ku dibe bi nîşaneka wan hekî nebêjin dijayetî digek Komara îslamiya Îranê, belku lawaziya pêgeha vê rêjîmê li deverê de mêze bikin. Li asta navnetyewî de jî xuya ye ku komara Îslamî li qulçê tinêmaneke dijwar a siyasî û aborî de asê bûye. Lê ya ji hemûyan girîngtir, lawaziya rêjîmê û bêzarbûna zêdetir a xelkê navxweyê welat e û bi her pîverekê, bipîvin, digihîjin vê encamê ku piraniya xelkê welat, Komara Îslamî naxwazin.
P – Bi berçavgirtina axaftinên Xamineyî û fermandeyên leşkerî yên komara Îslamî, egera pêleke din a êrîşa rasterast a Îsraîl bi ser rêjîma Îranê heye. Li eger vê êrîşê û doma vê rewşê, bi hizra we, pêvajoya bûyeran ber bi çi qonaxekê ve diçe?
B – Hekî hat û Komara Îslamî, ji axa Îranê ve, rasterast êrîş kire ser Îsraîl, derfetek baş bo Îsraîlê dibe ku êrîşeke din bike ser Komara Îslamî ku asta kawilkariya vê dê gelek zêdetir ji êrîşên berê be û dê cihên hestiyar vê carê bike armanc, çimkî hilbijartina “Tiramp”, destê Îsraîl bo êrîşeke wiha, zêdetir vekiriye. berdewamiya vê kêbirkêyê jî zêdetir bi zirara Îranê tevav dibe û li rewşek wiha, metirsiyên berfirehtirbûna zêdetir a şer tê çavrêkirin û rengê hindê nade ku karbidestên rêjîmê vê rewşê bibînin û bê lêkdaneweyê, bixwazin êrîşeke din bikin ser Îsraîlê. lewma ez pêşbêniya rûberûbûneke tund û hemû alî ya leşkerî nakim.
P – Rewşa siyasî, ewlehî û leşkeriya niha, çi karlêkeriyek ji milê erênî û nerênî li ser tevgera narizayetiya xelkê li Îranê kiriye?
B – Rewşa siyasî û ewlehiya niha ku şer bi giştî bi zirara Komara Îslamî tevav bûye, tevî tundûtîjbûna rêjîmê li hemebr xelkê û zêdebûna bidarvekirian û çavtirsandina xelkê, nerizayetî li dijî desthilatdariyê, her berdewam e. Xelk dest ji maf û daxwaziyên xwe bernade û tevî ku daxwaza şer nakin, lê ji dîtina lawaziyên rêjîmê û şikesta milîsên ser bi rêjîmê, keyfxweş in. xelk biçûktirîn derfetê bo gihandina peyama nerizayetî û bêzarbûna xwe ji rêjîmê bi kar tîne û seh bi vekhewî û yekîtiya zêdetir li nav gelên Îranê zêdetir dike. Bi giştî pêdagirtirbûn li ser daxwaziyên xwe, bi taybet ku xelk ji şikestên rêjîmê çi li şerên rastersat ên wan du aliyan, û çi ji şikesta milîsên ser bi rêjîmê, keyfxweşiya xwe didin xuya û her vê yekê, rêjîm zêdetir ji berê li navxwe û derveyî Îranê bi tenê hiştiye. Bi wî awayî, em dikarin bibêjin ku tevî nigeraniya xelkê ji paşeroja jiyana xwe, lê bi hivîtirin û xebatê nasekinînin.
P – Zêdetir ji 100 roj ji destbikarbûna kabîneya “Mesûd Pizişkiyan” derbas dibe û dibe ev 100 rojên yekem wek pîver bo pêngawên kabîneya wî bihesibînin. Li vê drheqê de çawa bas ji karnameya Pizişkiyan dikin? Herwisa lêkdaneweya we bo hinek karên siyasî yên Pizişkiyan, çine, wek mînak eva ku bo yekem car Kurdek kiriye cihgirekî xwe, ma gelo ew yek dibe wek vekirina siyasî li Komara Îslamî de bê hesibandin?
B – Bi awayê giştî, 100 rojên destpêkiya destbikarbûna serkomjran wek pîver tê danîn bo çawatiya derbasbûna heyama desthilata wan. Lê ez bi xwe ji mêjve gihîştime vê baweriyê ku li Îranê de sîstemeke hişik a neguher û daxistî li birêvebirina siyasî ya navxwe û derveyî Îranê, dînamîzma kar û kiryar e, ew jî rêberê giştî(weliyê feqîh) e, serkomar jî her wek beşên din li çarçoveya wan siyaset û biryarane ye ku ji beyta rehberî tê diyarîkirin, erk bi rê ve dibin, li niha de ew şarezayî û hilsengandin li asta desthilta serkomarên Komara Îslamî, ji welatên Amerîka û Ewropayê ve heta hemû welatên din ên deverê jî wiha ye. Wek mînak li wan salên dawiyê de me gelek caran bihîstiye ku berpirsên payebilind ên wan welatan jî gotine ku em hisabê li ser kiryarên Komara Îslamî dikin nek li ser dirûşmên wan.
Li pêywendî digel beşa duyem a pirsyara te, xuya ye ku diyarîkirina Kurdekê wek cihgirekî serkomar li asta xwe de bi karek baş dihesibînim lê, neku wek vekirinek rû bi azadî û geşekirin li Îranê. Çimkî vekirina siyasî pênaseyek din heye ku bi xwe hewcehî bi şirovekirin û baseke zêdetir heye. Li Komara Îslamiya Îranê de, bingeha rêjîmê ji desthilatdariya wilayeta feqîh pêk hatiye, baladestiya xwe bi ser hemû aliyên rêjîmê de sepandiye û li kiryar de dewlet û yasa û yên din, xwdiyê otorîteyeke wiha nînin ku heta hekî bixwazin, bikarin awirek ji vekirinê bidin.
P – Her li çarçoveya vê basê de û bo gihiştin bi encamekê li ser vê mijarê, Pizişkiyan navê kabîneya xwe bi “wifaqê millî” anku hevgirtin û hevpêywendiya hemû alî ya hemû xelkê Îranê” binav kiriye, hilsengandina we li ser vê mijarê çiye?
B – Ev yeka ku pizişkiyan kabnîneya xwe bi “dewleta wifaq” binav kiriye, her navek bê naverok e. li Îranê de dib ku her kabîneyek navek li ser hatiye danîn wek “ dewleta sazendigî” yan “ dewleta wifaq” û bi tenê li ser vê yekê ku cihgirekî serkomar Kurd û yêk belûç û ….hd be, kabîneya rêjîmê nabe dewleta wifaq. Li halekê de ku pêka yasaya bineretî a rêjîmê desthilat li ser binyata şerîeta îslamiya wilayeta feqîh e, bi tenê yek ziman bi fermî hatiye naskirin, axaftin li ser dewleta wifaqa millî, zêdetir wek cemeda qelandiye! Ew wifaq û yekîtiya ku Pizişkiyan îşare pê dike, hinde hatiye xuya ku ti pêywendiyek bi civak û xelkê ve nîne. Ew bas ji yekîtiya li navbera alî û taqimên beşdar li rêjîmê de dike ku her wek me îşar pêkir, ti pêywendiyek bi xelkê ve nîne. Her çiqas ku bi wan derz û tîşên ku kevtine nav hizir û îdolojî û berjewendiyên aliyên curbicur ên rêjîmê jî, ti çavnihêriyek ji kabîneya Pizşkiyan nîne ku heta pêkhateyên vê wifaqê de jî, şiyana ti karekê hebe.
P – Babeteke din a rojevê, zivirîna “Donald Tyrump” bo koşka Sipî ye. Li vê derheqê de şirove û lêkdaneweyên cuda hene, bi hizra we, birêveberiya nû ya Amerîka, rewşeke din li derheq Îranê de çê dike ku karlêkerî bi ser xebata seranserî ya xelkê Îranê li dijî rêjîma Îslamî de bike?
“Donald Trump” kesayetiyek pêşbênînekirî û pragmatîk e, lewma gelek zehmet e ku ji niha de, bi rohnî bibêjin çawa li ser rêjîma Îranê bernamerêjiyê dike, lê pêka reftara vî li heyama serkomariya gera pêştir û hinek kesayetiyên girîng ên dewleta wî ku heta niha diyarî kirine, ji aliyeke din ve şêwaza reftara vî digel Komara îslamî li gera pêştir bi armanca vê ku mercên xwe bi ser de bisepîne, hewlê dide ku Komra Îslamî bêxe jêr givaşeke çendîn alî, encama wan givaşan dikare li lawazkirina Komara Îslamî bi pêş ve here û li warên zêdetir de bo berfirehtirbûna nerizayetiyên giştî li navxweyê Îranê û kar û çalakiyên zêdetir a azadîxwazan, derfetan çê bike. Lê xelkê Îranê bilî egeran dibe bi xwe bo yekgirtin û xweragirî û piştrastbûn bi hêza xwe, xwe bihêz bikin û ji xebatê newestin û li benda ti aliyeke derve nebin ku bên û wan rizgar bikin.
P – Wek pirsyara dawî û komkirina encama hevpeyvîna me, basek li wan egerên bo Kurd û opozîsiyona Komara Îslamî de hene û ew erk û hewcehiyên ku dibe bi giring verbigrin, çine?
B – Eva ku niha li derveyî Îranê bi navê opozîsiyona Komara Îslamî tê naskirin, gelek lawaztir û perakendetir e ku bikare derfetên bi qazanca xelkê peyda bike. Lewma dema ku bas ji opozîsiyonê dikin, amranc opozîsiyona navxwe ye ku dibe xwe rêkxistin bike. Bo wî karî jî berî hemû tiştekê, hewce ye ku xelk li navxweyê Îranê bi hemû pêkhateyan ve, zêdetir hisabê li ser hêz û potansiyelên xwe bike. Aliyên siyasî jî hewceye ku bo pirsa çêkirina alternatîvê, dîtingeh û hêza zêdetir rû bi navxweyê welat be. Raste ku ew karek hêsan nîne lê hewce ye ku li ser bixebitin.
Elî Budaxî: Gelek spas rêzdar Mistefa ku te dema xwe bo vê hevpeyvînê danî
Mistefa Hicrî: Hûn jî mandî nebin