Meha Adarê wêneya jîyana Kurdistanê û dîroka wê ye. Nexweşî û xweşî, şîn û şayî , şikestin û serketin xwe lê girtî ye. Ev 39 sale ku di ser dilvînîya Serokê neteweyeyî re buhurî ye, lê hêş û xemgînîyên me didomin. Bê guman bîrhanîna Serok Barzanî pêwist e ku wê jîyana wî ya tije têkoşîn û qehremanî, welatperwerî û fedakarî ya şoreşa dirêj bînin ziman. Wek rêzanî û rêberî tim li pêşîya me be!
Lê ji alîyek din ve jî gereke em rewşa xwe û kiryarên xwe û welatê xwe vekirî bînin ziman daku, karibin rêya xwe zelal bikin.
Tevî di van salên dawî de ku derfetên weha baş û bi bandor bi destketibûn jî; mixabin û şûna daxê ye ku rewşa welat û neteweya me li seranserê Kurdistanê di astek gelek xirab da ye.
Bavûkalên me tim gotine: “ji dijmin lome nabe!” Komkujî û qirkirin, talan û wêrankirin, îşkence û zindankirin, kavilkirin û koçberkirin, her weha kîmyabaran, enfal, binpêkirina rûmet û mirovayetî û muqedesatên me her karên wan bûye û îro jî li seranserê Kurdistanê vê dikin! Heta Kurdistan serbixwe nebe, neteweya kurd li ser welatê xwe deshilatdar nebe wê karê dijminan jî tim ev be, çi hinek sivik yan jî girantir!
Lê em kurd çi dikin. Li Bakur; bi navê kurdperwerî, bi lorandinên biratîya Kurd û Tirk berê kurdan ji Kurdistanê ber bi Enqerê ve hat zîvirandin, serxwebûn û dewlet xwestin daxistin şûna xirabî û îxanetê, jîyan li partî û rêxistinên kurd kirin zîndan, tevizandin. Niha li bazar kuçeyên Kurdistanê meriv pir kêm rastê peyivînên zimanê kurdi tê.
Li başûrê rojava; partî û rêxistinê kurd hatin koçberkirin, bi zora çekan serkêş û kadroyên kurd hatin zindankirin û ji welat derkirin, bi navê federasyona Başûrê Sûrî bi ereban re rêvebirîya Kurdistanê parkirin, lê kurdên din bi tevayî qedexe kirin. Bi her alî re leyistik li darxistin, kurdan ji her alîyî dûrxistin. Her weha êrîş û hovîtîyên mêtinkerên Tirkî li ser Efrînê bi bêdengîya hemû alîyan didome. Xwanê ye ku wê nikaribin mîsakî-millî pêkbînin ji ber vê; dixwazin pîlana guhertina demografîya Efrînê û deverên din yên Kurdistanê têxin jîyanê!
Li Rojhelat, bi perçebûn û ji hev dûrbûnîyê kurd bêtaqet hatine hîştin. Demek dirêj dûrxistina Kurdan ji qada têkoşînê, meydan ji mêtinkeran re hatîye xweşkirin.
Li Başûr; ev pazdeh salin ku me kurdan nikarîye desthilatdarîya xwe bikin yek, aborî û pêşmerge û polês û parastina xwe bikin yek. Ji tirsa yê hember, kurdan nikaribû tu hesab ji gendelî, dizî û xirabkeran bipirsin. Yên bi navê rastkirinan derketin, ji yên din xirabtir kirin. Ev jî bû egerê firebûnîya xirabkaran.
Hewlêr hêna jî, ji bona gelek alîyan nebûye paytext. Şûna rikberî, li ser bingehên metirsîya neteweyî bi Bexdayê re bê kirin, li hember Hewlêrê hat kirin. Ji bona partîya hember bi ser nekeve, hemî rê li ber dijmin hat xweşkirin. Ew hêvî xweşî û geşbûna 25 îlona 2017 bi hest û helwesta nev me, di 16 oktobera 2017 an de hat rawestandin! Ew qehremanîya pêşmerge li ber çavên cîhanê ji bona berjewendîyên piçûk xwestin reş bikin!
Em bi hêvî ne! Her karesatek ji hezar şîretî bibandortir e! Van hemî naxweşî û nakokîyên nav me, wan bûyer û karesatên ku ji van nakokîyan hatine serê me, gerek dersên baş dabin me, da ku em ji wan çewtîyan vegerin!
Dagirkerên Kurdistanê Tirkîyê û Iraqê ji serxwe çûne û gelek bêperwa bûne, Îran û Sûrî bi dijberîya cîhanê mêsogerin. Ev dikare ji me re derfetek nû amade bike! Bawerîya me bi serok Mesûd Berzanî û hêza peşmergeyên qahreman hey e. Di navbeyna Hukumeta Herêma Kurdistan û dewletên xwedî bandor pêwendîyek sîyasî û diplomasî ya baş hey e. Bi bêbandorkirina hevkarên neyar û ji nuh de tesîskirina yekîtîya hêz û alîyên welatperwer, rizgarî û serxwebûna welatê me ne cîyê bêhîvîyê ye!
Em îro li ber Serokê nemir, li ber wan hemî nemirên têkoşîna azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê şermezarin!
Bijî Pêşmerge! Bijî têkoşîna serxwebûna Kurd û Kurdistanê! Rûreşî û serşorî ji bona Dijminan û xayinan!
KOÇ-KAK