Mîrza Metîn: Ji bo min Kurdistan ziman e

 Mîrza Metîn Şanogerî Kurdistan

Şano ew huner e ku ew bi awayên lîstikan li ber çavên temaşevanan tê lîstin. Ev nav ji navê Theatron tê ku bi zimanê Yewnanî ye û tê wateya “Cihê Dîtinê”. Ew wek hunereke ser dikê tê nasîn lê herwiha bi awayê xwe yên kirin û diyalogan ew hunereke dîtbarî ye jî. Ji ber ku ew zindî tê kirin bandoreke wê ya balkêş heye li ser temaşevanan.

Dîroka vê hunerê diçe heya salên 500î berî zayînê. Ji ber ku ew xwedî dîrokeke dûvûdirêj e Kurd jî xwe jê dûr nexistine û li gor derfetên xwe heta ku ji wan hatiye nêzîkayî nîşan danê û şanoyê heta roja me anîne. Mîrza Metîn jî yek ji wan derhêner û lîstikvanên hêja ye ku qedereke dirêj keda xwe daye vê hunerê. Ji bo demeke dirêj wî xizmeta şanoya Kurdî kiriye û berhemên hêja afirandiye.

Bi saya Mîrza Metîn gelek keç û xortên Kurd berê xwe dane şanoya Kurdî. Herwiha ew bixwe jî lîstikên şanoyê dinivîsîne û tîne ser dikê. Hem wek derhêner hem jî wek lîstikvan ew di gelek projeyan de cî girtiye. Me jî xwest ku em hunermend û şanovanê hêja Mîrza Metîn hinekî ji nêz de nas bikin:

Şanoger Mîrza Metîn wiha behsa xwe û hunera xwe dike: “Ez li Qersê çêbûme. Û dema ez 3 salî bûme em hatine Stenbolê û li heman bajarî mezin bûm. Ji 95an û vir ve ez karê şanoyê dikim. Karê min yê asas şanonivîsiye. Ez di heman demê de derhêneriyê jî dikim û carna jî lîstikvaniyê dikim.

Karê min yê hunerî li ser du şaxan berdewam dike û dimeşe. Ya yekemîn nivîskariye. Ango xwendin û nivîsandin e. Piraniya wextê min bi xwendin û nivîsandinê derbas dibe. Nivîsandin jî bi giştî li ser lîstikên şanoyan e. Carna jî çîrok û ceribandinên novelan dinivîsînim. Ji ber ku min li zanîngehê beşa rexnegiriya şanoyê jî xwend. Di wê beşê de jî beşeke din heye. Li ser nivîskariya dramatîk. Min beşa nivîskariya dramatîk jî qedandibû. Şaxa duemîn jî çêkerî ye. Çêkeriya şanoyê. Her wiha ez derhêneriyê jî dikim, lîstikvaniyê dikim. Organizasyonê dikim ji bo şanoyên xwe.”

Şanoya Kurdî ji ber qedexeyên li ser zimanê kurdî rastî gelek astengiyan hatibe jî îro ew ji piya ye û hewl dide jiyana xwe berdewam bike. Mîrza bi saya karên wek workşop û perwerdeyê gelek lîstikvanên nû peyda kiriye û daye ber xizmeta şanoya kurdî. Bi vî awayî ew kedeke giran dide vê hunerê û bi saya karên wî gelek hunermend di vê rêyê de dest bi meşa xwe ya şanoyê kirine.

Lîstikên wî gihîştine bi hezaran temaşevanan û îro gelek kes karên wî dişopînin. Aliyekî polîtîk yên lîstikên wî jî hene. Weke mînak lîstika “Disko 5 No’lu” bahsa ew kirin û îşkenceyên ku li girtîgeha Diyarbekirê hatine kirin dike. Ji ber wê jî ew gelek deng daye û bala kesan kişandiye. Ew li ser pirzimanî jî kar dike û bi kesên biyanî re derdikeve ser dikê ku bi zimanên ji hev cuda cuda diaxifin.

Mîrza Metîn herwiha dibêje: “Ev li Ewropa gelek in. Ango gelek ziman bi zimanên cuda re kar dikin. Weke mînak derhênerek heye ku bi 8 zimanan lîstikê çêdike. Lê hê di kurda de tiştekî wiha pêk nehatiye. Tu nikarî li ser dikê lîstikeke bi kurmancî, soranî, goranî, zazakî û hewremanî di heman demê de bibînî. Ew jî ji ber girêdayî bêdewletiyê ye. Lê em çawa dikarin vê yekê pêk bînin? Ev raman a min î şexsî ye, kurd pir angaje ne. Pir xwedî îdeolojiya ne. Gelekî nêzî partiyan e. Ez jî weke hunermendekî difikirim ku huner çiqas ji mudaxeleya siyasetê xwe dûr bixe û xwe bifilitîne ewqas azad e. Ziman wek ku tê zanîn tiştekî sereke ye. Yanî ji îdeolojiyan bêhtir, ji olan bêhtir û ji siyasetê bêhtir em ziman bidin ber xwe û li ser ziman bixebitin û jiyana xwe ya rojane bi kurdî bikin û karên hunerî bi kurdî bikin, karê teoriyê bi kurdî bikin ji xwe Kurdistan hêdî hêdî ava dibe. Ji bo min Kurdistan ne sînor e, ne al e jî. Ji bo min Kurdistan ziman e.”

Mîrza kedkarekî hêja yê şanoya kurdî ye. Wî bi berhem û karên xwe her tim hewl daye ku rê li ber ziman û çanda şanovaniya kurdî veke. Bi vê hewla xwe kiriye ku gelek kesên nû tevlî vê hunerê bibin û bi zimanê xwe şanovaniyê bikin.

Hêja BAGDU

https://www.rudaw.net/kurmanci/culture/27052021

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *