Gelek çandên li çar aliyê cîhanê miriyên xwe bin ax dikin û merasîmên veşartinê yên di nava dîrok û kevneşopiyê de di navbera çandan de tê guhertin.
Gelo merasîm an jî yekem şîna mirovekî kengî hate kirin?
Ji ber ku hemû gor nehatine parastin û kifşkirin bersiveke teqez nîne lê delîlên herî kevn diyar dikin ku cara yekem di Serdema Paleolîtîk a Navîn de (nêzîkî 300 hezar heta 30 hezar sal berê) mirî hatine veşartin.
Profesora Antropolojiyê ya Zanîngeha Arizonayê Mary Stinerê di daxuyaniyekê de got:
“Bi nêrîna me herî kêm berî 120 hezar salî bi qestî termên mirovan hatine binaxkirin.”
Mary Stiner îhtimala gorên kevntir înkar nake lê dibêje ku mînakên destpêkê yên herî diyar ên mirovên nûjen (Homo sapiens) ku miriyên xwe veşartine, ji serdema Paleolîtîka Navîn in.
Hin lêkolînên nakok destnîşan dikin ku mirovan miriyên xwe nêzîkî 300 hezar sal berê li Afrîkaya Başûr a îro veşartine lê ev yek di nava civaka zanistî de tê nîqaşkirin.
Gorên herî kevn ên mirovan ên ku ji aliyê anatomîkî ve hatine parastin vedigerin 120 hezar sal berê û di şikeftên wekî Şikefta Qafzehê Îsraîlê de hatine dîtin.
Li gorî Muzexaneya Awistralyayê delîlên gorên Neandertalan ên di heman şikeftan de hene ku dîroka wan vedigere 115 hezar sal berî niha.
Stînerê diyar kir ku mirovan di serdema Paleolotîka Navîn de şikeft bi kar anîne.
Rûdaw