MIJAR: HEVKARÎ, TIFAQ Û YEKITÎ (1)

Cano AMEDÎ

Ji mêj ve ye mijara yekîtî, tifaq, hevkarî, xebatên hevbeş, têkoşîneke milî û avakirina enîyeke sîyasî bingeha gengeşî û rexneyan e. Ev mijar li hemû beşên Kurdistanê problemek bingehîn û sereke ye. Di heman deman de vê mijara hanê her rojeva sîyasî dagir kirîye.

Pirî caran şert û mercên pêvajoyê, daxwazên raya giştî û pêwîstîyên têkoşînê, wêneyên cuda radixe ber çavan. Bersîv û daxwazên sîyasî yên rastaqîn di bin bandora hêz û berjewendîyên teng de asê dimîne; mijar û pêwîstîyên têkoşînê di nav tevlîhevîyek bê pîvan de hunda dibe. Heqî û neheqî tevlihev dibe; rexne û sitemkarî ji armancên xwe dûr dikevin. Dijberîyek bê aso, di kûrahîya salên derbasbûyî de li ser bingeha tolhildanê deng vedide. Ev dêrûnîya hanê neqebên asê derdixe holê û rê li ber dîyalogên çêker digire!

Di demsalên “normalîzasyonê” de, di dema “pêşketin” an “biharên sîyasî” de, şirîk û xwedîyên serkeftinan gelek in; lê di dema têkçûn û zivistanên sîyasî de “pêvajoyên birîndar” bêxwedî û sêwî ne! Di wan demsalan de paleyên gilî û gazinan zede dibin, Bi rexneyên nedicîh de agir bera daristanê didin, ter û hişkan bi hevra dişewitînin!

Gava em rastîya xwe û welatê xwe baş analiz nekin, nexweşî û pirsgirekên xwe bi nav nekin, em li teşhis û tedawîyan negerin, wê rewşa me her ku biçe xirabtir bibe. Ji ber wê yekê pêwîstîya me, bi hewldanên rasteqîn, bi hûqûq û armancên hevbeş heye. Ji bo peyderkirina rêgehên çareserîyê, ji bo bersîvên berhemdar û rasteqîn divê em goh bidin rexneyên çêkier, ji wan sûd bigirin! Di rêgeha çareserîyê de pêwîstîya me bi pirs û bersîvên muşterek heye.

Gelo ji bo çi, di nav tevgerên kurdî de yekîtî, hevkarî çênabe? Çima û ji ber kîjan sedeman e ku em nikarin xwe ji gerînoka 50 salên dawîyê xilas bikin? Ji bo çi, em nikarin xwe ji demsalên kêmasî û şaşîyan azad bikin? Gelo ew kîjan hêz û faktorin ku sîyaseta Kurdistanî dîl girtîye? Ew çi sedem û demsal in ku bandora “qeyûman” ji ser sîyaseta Kurdî ranabe? Çima alternatîfên çareserîyê peyda nabin? Çima dêrûnî û sosyolojîya îdeolojîk piştî ewqas ders, tecrube û pêvajoyên girîng, hê jî li taxên sîyasî desthilatdar e? Çima em nikarin xwe ji bin bandora sîyaseta barkirî, ji bin bandor û desthilatdarîya “komser” û “abê”yan azad bikin?

Gelo berjewendîyên grûbî yan şexsî ne, yan jî karekterê murîdîyê ye dibe asteng? Ew çi egoye ku her tim rê li ber birq û brûskan xweş dike? Çima îdeolojîyên tundrew û hesabên biçûk li taxên sîyasî xwedî bandor in? Divê herkes neynikê deyne ber xwe û ji xwe bipirse, li ser bersîvên xwe biponije. Ev bixwe helwestek mirovahî, ûjdanî û hûqûqî ye.

Em hemû baş zanin ku ev pirsên hanê pir girîngin û bersiv jî ne hêsan in. Dabeşkirin û sîstema dagirkerîyê rê li ber me asê kirîye. Lêgerîn û rêya çareserîyê her tim di quncikên tarî û di nav gotegotên vala de hatîye fetisandin. Sedemên ku di nav tevgerên kurdan de hewldanên bi hevra kar kirinê, karên hevbeş, yekîtî û xebatên hevkarîyê çima bi ser neketîye gelek in û xwedî bingehek dîrokî, siyasî û civakî ne. Divê em careke din bi hûrgulî bal bikşînin ser vê mijarê.

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *