Mihemed Îsmaîl: Sîstema herî baş a ji bo Sûriyeyê federalî ye

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl got, “Sîstema herî baş a ji bo Sûriyeyê federalî ye.”

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl da zanîn ku “Hebûna HSDyê li deverên Ereban şaş bû.”

Piştî ku Tehrîr El Şam ket Şama paytexta Sûriyeyê paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê nîqaşkirin û meraqkirin.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ji Qamişloyê beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl anî ziman:

“Her hêzek dixwaze tiştekî di destê xwe de bihêle. Bila nefikirin ku dê heta hetayê di destê wan de bimîne.

Ji ber ku bi hêza xwe di destê rejîmê de neman.”

Hevpeyvîna bi Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl re:

Rûdaw: Ez ji rewşa Dêrezor û Hisîça dest pê bikim, ew komên ku bi navê Redi’ el-Udwan li Dêrezorê şer dikin, dibêjin berê me le Hisîçayê ye, helwesta we çi ye?

Mihemed Îsmaîl: Piştî şoreşa Sûriyeyê pîrozbahiyê li miletê Kurd û miletê Sûriyeyê bi giştî dikim ku ev kêfa han me digot dê bi diyalogê û encamên baş derbas bibe, diyar e her hêzek dixwaze tişta di destê wê de be di destê wê de bimîne û ew jî çê nabe.

Berê di destê rejîmê de nemaye, ew qas hêza wê û ewqas çek û teqemeniyên wê, ji ber vê yekê eeger her hêzek bîr li wê yekê bike ku çawa diyalokê xurt bike, û bi diyalokê ev pirs çareser bibin, tengavî nekeve nav civakê bi giştî.

Em tev bawer in ku Sûriye hemû dê bibe yek welat, yek hêz û ew e ku em di destûra Sûriyeyê de, em mafê rewa yê gelê xwe, damezirînin.

Îro xebata me dest pê kiriye û siyasî û dîplomasî bi mebesta pêkanîna mafê gelê me, mafê paşeroja miletê me, rola wî di paşeroja Sûriyeyê de hebe.

Ji ber vê yekê divê her hêz bîr li wê yekê neke ku her tiştê di destê wî de ma û divê di destê wî de be û divê ji destê wî derkeve, êdî nakokiyê bi aliyên din re jî bike, divê ev pirs û helwesta me çareser bibe û bi danûstandinê çareser bibe û çi hêz qebûl neke ku ew hêza di destê wê de bû tiştek di destê wê de bimîne heta dawî. Ez dubare dikim, ji ber ku di destê rejîmê de jî nemabû.

Rûdaw: Lê Hisîça beşek e ji Rojavayê Kurdistanê?

Mihemed Îsmaîl: Belê beşeke ji devereke Kurdî ye, Hisîça, Qamişlo, navçeyên me heta Kobaniyê, navçeyên Kurdî diyar in û di xexşeya Sûriyeyê de diyar e û mafê miletê Kurd û taybetmendiya miletê Kurd jî diyar e lê îro şerê me hemû di ber mafê rewa yê gelê me û hebûna miletê me de ye, û hebûna wî ya bingehîn ya ku bingeyek e di Sûriyeyê de, pêkhatekî sereke yue û yek pêkhatêkî bingehîn e û taybetmendiya wî heye. Şerê me û xebata me hemû ji bo mafê rewa yê gelê me ye.

Rûdaw: Ev eşîrên li gel HTŞyê dibêjin, ev beşek e ji axa me û em ê êriş bikin. Helwesta we çi ye?

Mihemed Îsmaîl: Ev pirs tostandin e, çawa berê HSDyê jî çûbû wan deveran destdirêjî ser miletê wan kiriye, ew tişta ku me nedixwest wekû Encûmena Niştimanî ya Kurdî, wekû Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye, me ti carî nedixwest nakokî di nav Kurd û Ereban de çê bibin.

Biratiya Kurd û Ereban, pirsa me ya stratejîk bû, biratiya bihevrejiyanê û bihevrejiyana hevbeş, di vî welatî de, ew yek ji bijardeyên me yên siyasî bû, lê me dît, ne şêrîn e, Kurd herin Dêrezorê dagir bikin, yan alîkariya hin ajandayên diyar bikin. Ew bû webal û bû zehmetî û astengî kete pêşiya miletê me. Heta sibehê em dibêjin ew hemû gotinên ku me li ser biratiya Kurd û Ereban gotine, mixabin îro bawerî hatiye şikandin, divê em vê baweriyê vegerînin, bihevrejiyan di nav civaka Sûriyeyê de bi giştî çêbibe, û em ber bi Sûriyeyeke nû ve herin.

Rûdaw: Ew destdirêjiyên HSDyê li ser Ereban çi bûn?

Mihemed Îsmaîl: Dema hêzeke leşkerî kete nav civatekê, xelk jê dilgiran in, berê jî me digot, ev tişt ne di berjewendiya gelê de me ye. HSDyê dever parastin û belkî aram jî kiriye, li gelek deveran lê ne li gorî rizamendiya wan miletan bû, ne bi dilê wan bû, ne li gorî kêfa wan bû. Taybetmendiya wan jî heye, çawa taybetiya me Kurdan heye, me qebûl nedikir ku hêzeke Erebî bê navçeyên me lê hukim bikê, her wisa ew jî taybetmendiya wan heye.

Rûdaw: Lê HSDyê beşek e ji hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê û bi fermana Amerîkayê çûye wan navçeyan. Divabû neçe?

Mihemed Îsmaîl: Na şerê DAIŞê tiştek bû û şerê ku tu birêvebiriyekê li wê derê çê bikî tiştekî din e.

Rûdaw: Pêwîst bû piştî rizgar bikin vekişin?

Mihemed Îsmaîl: Pêwîst bû bi pirsên leşkerî tenê de, divabû encûmenekê ji xelkên Dêrezorê damezirînin,  xelkên deverê birêvebiriya xwe kiribana û piştgiriya wan kiribana, bi rastî jî me dê gelek arîşeyên civakî çareser kiribana.

Rûdaw: Lê encûmenên xwecihî û serbazî li Dêrezorê hene, û her xelkê Dêrezorê ne birêvebiriya navçeya xwe dikin.

Mihemed Îsmaîl: Rast e, lê ew ê ku li dijî miletê xwe ne, wan destdirêjî û tolsitandin li ser miletê xwe jî kirine. Ev bû beşek ji nakokiyên di nav wan eşîran de jî. Em wekî Kurd, ew ji me re ne pêwîst bû. Nakokiyên di nav eşîran de, di nav hinek hêzan de, li her devereke Sûriyeyê hene, li ser pirsên cografî û pirsên zeviyan û pirsên hebûna eşîrê û kevnahiya wê, li vê derê yan li wê derê, ew nakokiyên di nav wan eşîran de, pêwîst bû me xwe nekiriba nav wan.

Rûdaw: Beşek jî Kek Mihemed, eger êriş hate ser Hisîçayê wekî PDKSyê wê helwesta we çi be?

Mihemed Îsmaîl: Em qebûl nakin êriş here kesekî li çi deverê be. Min got, divê danûstandin û diyalog li ser maseyê behs bibin, çavên me li Sûriyeyeke nû ye, bi danûstandin û diyalogê mafê her kesî pê ser maseyê. Em ne bi şer û ne bi teqemeniyê û ne bi zêdekirina serdestiya xwe re ne ku her navçeyek her yek bixwazê tiştê di destê xwe de bêhtir bike, ji bo ku li ser bingeha ku xurttir bibe û geştir bibe, ev yek ne wiha ye. Em guhdanê didin diyalog û danûstandinê di nav hemû beşên ciata Sûriyeyê de, her wisa şerê me wê di parlemanê be, şerê me wê li ser destûrê be, şerê me wê li ser dozên siyasî û deplomasî be,  di vê qonaxê de.

Rûdaw: Fermandarê HSDyê Mezlûm Edbî dibêje, bi rêya Amerîkiyan pêwendî li gel Tirkiyeyê hatiye kirin û ew êrişa li ser derdora Kobaniyê hatiye rawestandin, bi agirbestekê. Haya we ji van gotûbêjan heye?

Mihemed Îsmaîl: Haya me jê nîne lê em dixwazin diyalog di navbera hemû aliyan de bê kirin û û şer û teqemenî sivik bibin û miletê me ji vê pirsa kuştinê û qurbaniye û derbiderkirinê derkeve û berê xwe bide mafê xwe, çawa bigire, çawa hebûna xwe di hundirê Kurdistana Sûriyeyê de, biparêze. Çawa ku mafê xwe yê destûrî wergire, çawa di paşeroja Sûriyeyê de rola wî hebe. Ev ji bo me gelekî girîng e.

Rûdaw: Niha Esed çû reviya. Her aliyek, her neteweyek û pêkhateyek daxwaza mafê xwe dike. Hûn wekî Kurd ku neteweya duyem e li Sûriyeyê, ji bo mafê xwe li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dê daxwaza çi bikin?

Mihemed Îsmaîl: Em daxwaza mafê rewayê miletê Kurd dikin û hebûna wî ya bingehîn di hundirê Sûriyeyê de. Bawerî bi hebûna miletê Kurd di destûrê de bê kirin, mafê Kurdan wekî taybetmendî wekî miletekî xwe biparêze di hundirê Sûriyeyê de, bikeve destûra Sûriyeyê. Eger nekeve destûra Sûriyeyê, êdî me tiştek qezenc nekiriye. Lewma jî min niha got, şerê me yê sereke niha qonaxa xebata me dest pê kiriye. Qonaxa xebata me dest pê dike ku ber bi pêkanîna mafên me di hundirê destûra Sûriyeyê de. Pêwendiyên me yên siyasî û dîplomasî li gel hemû aliyên navneteweyî yên pêwendîdar ên pêkhateyên Sûriyeyê, gelên hemû civata Sûriyeyê bi giştî, yê hemû xelkên ku xwedî rol û xwedî guhdan be di hundirê Sûriyeyê de, pêwendî û danûstandinê li gel hemûyan bikin û nûnerê rasteqîne yê miletê xwe û doza xwe bin, da em bikaribin tiştekî ji bo miletê xwe û doza xwe bikin, da em bikaribin tiştekî ji miletê xwe re, di vê qonaxê de qezenc bikin.

Rûdaw: Ew maf çiye? Federalî ye? Hûn dê daxwaza federaliyê bikin an jî otonomiyê, bi taybetî doh Ebdulhekîm Beşar ku endamê Polîtburoya PDKSyê ye mêvanê min bû, got, em dê daxwaza federaliyê bikin. Nerîna te çi ye?

Mihemed Îsmaîl: Heta niha helwesta Encûmena Niştimanî ya Kurdî federaliya Sûriyeyê ye. Em dibînin jî, sîstema herî guncaw ji bo Sûriyeyê di vê qonaxê de sîstemeke federalî ye, ji ber ku Sûriye pirnetewe ye, nimûneyeke bingeheke federalî tê da tê damezirandin, pêkhatên cuda hene, nerînên cuda hene, îdeolojiyên cuda hene, deverên cuda hene. Ji vê yekê baştirîn şêwaz em jî bînin ku şêwazekê federalî be, Sûriyeyeke federalî be, her welatek federaliya wî li gorî taybetmendiya wî welatî ye. Hemû dewletên federalî ne wekî hev in. Sîstema federalî ne sîstemeke bi tenê ye di cîhanê de, federaliya Îmaratê ji federaliya Almanyayê cuda ye, federaliya Almanyayê ji ya Swîsreyê cuda ye. Ya me jî li gorî taybetmendiya miletê me, li gorî taybetmendiya nexşeya Sûriyeyê ye.

Rûdaw: Niha li Rojavayê Kurdistanê sê alî hene, ENKS, PYNK û partiyên li derveyî ENKS û PYNKyê hene. Hûn dixwazin ku konferansek bê sazkirin, li Qamişlo be yan jî li cihekî din be, ji bo ku nerîna we yek be, hûn daxwaza mafê xwe bikin?

Mihemed Îsmaîl: Girîng e, girîng e. Pirsgirêka sereke di navbera ENKS û PYDyê de ye. Eger ev pirsgirêk çareser bibin, berî niha jî diyaloga Kurdî-Kurdî li ser wî esasî bû. Berî niha dewletên pêwendîdar ên xwedî rol ên wekî Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanyayê xwest ev diyalog here serî ji bo xatirê wan nakokiyên  sereke yên di navbera Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û PYDyê de çareser bibin. Piştî wê ez bêjim ti pirsgirêkeke me her du aliyan li gel alî û partiyên din nînin. Her wiha li gel pêkhateyên din jî nînin. Li gel Kurd, Ereb, Siryan û pêkhateyên din ên li navçeyê.

Pirsgirêka sereke ya di navbera her du aliyan de ku çareser bibe, ji ber vê yekê jî aliyek nebêje, tiştê destê min de dê bimîne destê min de û ev tiştê min qezenc kiriye, li ser wê bazarê bi xelkê re bikim û desthilatdariyê bikim. Desthilatdarî ew nebû û dîsa jî bêjim, desthilatdariya rejîmê desthilatdariyeke li seranserê Sûriyeyê bû, hêz û teqemeniyên Kurdan hebûn û hemû hebûn û ev yek ji bo Sûriyeya  pêşeroj nehat terxankirin. Ji ber vê yekê jî pêwîste her aliyekê bawer bike ku çavê wan li pêşeroja Sûriyeyê be. Pêşeroja miletê me ku gelek westiyayî ye, ji zehmetî, tûndûtîjî, derbiderî, koçberî, şer, ceng û teqemeniyê ber bi diyalogê û danûstandinê ve biçe û miletê me kêşeya xwe çareser bike û nûnertiya xwe di hindirê Sûriyeyê de bike û di pêşeroja Sûriyeyê de jî rola wan hebe.

Rûdaw: Niha Ebû Mihemmed Colanî bûye hakimê Şamê û hikumet jî pêkaniye,  pêwendiya we li gel Colanî heye?

Mihemed Îsmaîl: Pêwendiya me nîne, pêwendiya ti aliyan tinebû heta nezîk jî. Ji ber ku Colanî hêzekî çekdar bû, lê niha rewşeke nû li Sûriyeyê çêbûye û hemû dewletên cîhanê dibêjin ka em binêrin heta çi astekê dikare rast be û dest ji wê fikrê berde. Wate fikrên selefî û Îslamî û ew fikrên ku berê li ser rabûye. Heta çi astekê dikare dest ji van berde. Dewletên cîhanê hemû çavdêriyê dikin û çavê me jî lê ye. Em hez dikin ku bê guhertin û bibe hîzbeke siyasî û xwedî bername wekî van partiyên din ew jî ji van meseleyên tundiyê û zehmetiyê  berde û wekî hêzeke siyasî tehemilê bike. Wekî hêzeke siyasî em tehemilê li gel hemû hêzên siyasî dikin. Di pêşeroja Sûriyeyê de bê çek û teqemenî û bêyî destdirêjiya li ser mal û milk û samanê xelkê. Ji ber vê yekê çi Colanî û çi jî ji bilî wî emê danûstandinê pê re bikin.

Rûdaw: We ezmûn û tecrûbeya komên mixalefetê dîtiye. Ew komên ku navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê li xwe dikin û her wiha komên mixalefetê yên HTŞyê bi nerîna we kîjan ji van koman baştir e ji bo serederî û miameleya li gel xelkê?

Mihemed Îsmaîl: Wan koman hemûyan destdirêjî li ser miletê Sûriyeyê kiriye. Her yekê ji aliyê xwe ve piştgiriya alîgirên xwe kiriye. Belku ne hemû wekî hev û asta hempayan ne wekî hev bû lê hemûyan destdirêjî kiriye û her yekê li navçeyekê tengavî û zehmetî anîne serê xelkê Sûriyeyê. Divê ev mseleya milîşiyayan û şer û çekdariyê li Sûriyeyê nemîne. Divê artêşeke Sûriyeyê ya yekgirtî hebe û bernameyeke  siyasî hebe. Divê artêş parastina damûdezgehên dewletê, milk û mal û samanê xelkê bike. Divê ji niha û pêve komên tûndrew nemînin li Sûriyeyê û hemûyan jî guneh kirine. Tu nikarî bêjî ev koma tundrew baştir bû ji vê, belku di navçeya xwe de aramtir û rehettir bûn lê hemûyan destdirêjî kirine.

Rûdaw: Wekî PDKSyê dê navenda we her li Qamişloyê bimîne an jî hûn dê veguhêzin Şamê an jî hûn dê nûnertiyeke xwe li Şamê vekin?

Mihemed Îsmaîl: Em wekî hizbeke siyasî û bingehîn di hundirê Kurdistana Sûriyeyê de, ofîsên me li her derê ku miletê me lê heye û her derê ku berjewendiya miletê me lê heye dê hebin. Em li bendê ne ku ofîsekê li Şamê jî vekin û rola me di hundirê dewleta Sûriyeyê de hebe. Eger destûr pêwîst bike em dê bistînin û em dê karê xwe li her derê bikin. Em partiyek in ku çêbûne ji bo xatirê pêkanîna mafê miletê Kurd û baweriyê bi hebûna miletê Kurd bînin di hundirê Sûriyeyê de. Maf û hebûna gelê me armanca me ya sereke ye. Em dê li ser wî esasî jî xebatê bikin. Çi pêwstî û qurbanî hebin û çi zehmetî jî bên pêşiya me em dê jê re amade bin.

Rûdaw: Kadroyên ji welatên din di nava Heyeta Tehrîr El Şamê de hene. Wekî yên Çeçen û Îranî û ji welatên cuda hene. Colanî gotibû ku her kadroyekî ku ne xelkê Sûriyeyê be dê ew bên derxistin. PYDyê jî kadroyên ji derve hene wekî ku Tirkiye dibêje. Tirkiye jî ji vê yekê dilgiran e. Nerîna we li ser vê yekê çi ye? Divê PYD jî kadroyên ji derve derxe?

Mihemed Îsmaîl: Tiştekî xwezayî ye divê kadroyên ji derveyî Sûriyeyê hatine çi alî, reng û netewe be divê di Sûriyeyê de nemînin ji bo xatirê wê yekê ku miletê Sûriyeyê bixwe bixwe bikarin îdareya xwe bikin û xwe birêvebibin. Wekî min got sibe di qada siyaset û dîplomasiyê de û di parlamentoyê de û herwiha di parastina milk û samanê xelkê li erdê de. Çênabe ku leşkerên biyanî   di Sûriyeyê de bin. Kurd bin, Ereb bin, tûndrew bin çi aliyê wan hebin heta demokrat jî bin nayên qebûlkirin. Kesekî neSûriyeyê beşdarî proseya Sûriyeyê de bike dê pêşeroja Sûriyeyê jî ne aram be. Di esasê xwe de tişte ku Sûriye xirab kiriye hatina çekdarên biyanî ye.

Rûdaw: Kek Mihemed, ti gotûbêj û danûstandinek heye ji bo Hêza Leşkerên Roj, Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ku bêne ser sînorê Rojavayê Kurdistanê?

Mihemed Îsmaîl: Spas belê pirsa te girîng e. Bi rastî jî Pêşmergeyê Roj hêza yekemîn e ku di Sûriyeyê de destê wê paqij e derbarê miletê Sûriyeyê de. Destdirêjî milk, mal û samanê xelkê nekiriye. Di tengavî û zehmetiyê de tevlî miletê me dibin. Wan digot em hatine duristkirin ji bo xatirê parastina miletê Sûriyeyê. Parastina dezgehên dewleta Sûriyeyê bikin. Parastina deverên Kurdî bikin. Miletê Kurd, miletê Ereb û miletê deverê bikin ne piştgiriya hizbekê li dijî hizbekî din bê kirin. Rol û girîngiya Pêşmergeyên Roj heye. Di tecrubeya xwe de gelekî tehemul kir û bi ser ket. Em bi hêvî ne ku roleke wan di pêşeroja miletê me de hebe. Miletê me hewceyî hêzeke bi vî awayî heye ji bo parastinê. Bawerî bêhtir pê heye ku parastina miletê me û dezgehên dewletê bikin.

Rûdaw: Em bên ser hikûmeta veguhêz, Colanî ew hikumet pêk aniye lê îtilafê gazên xwe hene ji ber ku dibêjin wezîrên me di nav de nînin. Wekî din jî xelkê Dera, Hims û Hemayê bi heman awayî ji vê yekê bi gilî û gaz in. Hûn wekî ENKS û PDKSyê we ji vê yekê gilî û gazin hene?

Mihemed Îsmaîl: Helbet ev ne bingeha destpêkirina pêvajoya siyasî ye di Sûriyeyê de. Ev komek hatiye û dixwaze merheleya veguhêz di sê mehan de sîstema xwe bi pêş bixe. Dibêje min sîstemeke nacih li Idlibê hebûye û wê sîstemê dixwaze. Vêca heta çi astekê aliyên Sûriyeyê pê bawer in bi rastî gumanê me hene. Em jî li ser vê nerazî ne. Cimata Sûriyeyê bi giştî. Tecrubeyek bû di beşeke biçûk a parêzgeha Idlibê de eger tecrubeya wan li wê derê bi ser ketiye ev nayê wê wateyê ku dê li seranserî Sûriyeyê wiha be. Li seranserê Sûriyeyê gelek arîşe li her derê wê hene. Arîşeyên tayîfî hene. Yên siyasî qewmî û cografî  hene. Dozên miletê me gelek in. Sûriye ji laşekê birîndar û nexweş ji nû ve radibe serxwe. Heta k utu vî laşî li ser lingê wî bihêlî divê gelek kar bê kirin. Tecrûbeyek ku li cihekî li parêzgehekî  biserketiye  ez dibêjim belku ne li gor seranserê Sûriyeyê be. Lê eger meseleya sê mehan a tecrûbeha hikumeta veguhêz be, em bi hêvî ne û em nabin rêgir li pêşiya  herkesê ku bixwaze vî welatî ava bike. Lê ew baweriyên me ne xûrt in ku ev hikumet bikare îdareya tevahiya Sûriyeyê bike.

Rûdaw: Hûn bawer dikin wekî PDKS ku cihekî we di hikûmet û desthilata bê ya Şamê de hebe?

Mihemed Îsmaîl: Min got PDKS hatiye rahênankirin ku berevaniyê di ber mafê Kurdan de bike. Meseleya postan ji me re ne gelekî girîng e lê PDKS yek ji partiyên bingehîn e di hundirê Sûriyeyê de û li seranserê nexşeya siyasî bi giştî. Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê 67 sal in xebata bê rawestan ji bo hebûn û mafên gelê Kurd di Kurdistana Sûriyeyê de kiriye. Em amade ne û cihekî me yê taybet heye di civata Sûriyeyê de û di nav civata Kurdî de û di nav dilê miletê me de. Di nav dilê her dilsozek û xebatkarekî Kurd e îro Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê cih girtiye.

Rûdaw: Planeke te heye ku tu biçî Şamê wekî Sekreterê PDKSyê û li gel Colanî bicivî?

Mihemed Îsmaîl: Nûnerên me li wê derê di pêwendiyên de ne li gel hemû aliyên Sûriyeyê me dest bi pêwendiyan kiriye û dest bi kar kiriye. Li gorî encamên wan pêwendiyên ku tên kirin, li ser danûstandinan em hêvî dikin ku rewşeke aram çêbibe ku em bikarin. Destpêka axaftina xwe de jî min got tişta esas ew e em vegerin ser bingehê danûstandin û diyalaogê û em vê yekê li gel hemû aliyên Sûriyeyê bikin daku em bikarin ji wê fikra tûndrew, milîşyayî, eskerî û desteserkirinê xilas bibin ber bi diyalog, danûstandinê biçin û em jê re amade ne.

Rûdaw: Bi baweriya te paşeroja îtilafa mixalefeta Sûriyeyê dê çi be?

Mihemed Îsmaîl: Îtilafek çêbû ji bo li dijî rejîmê û rejîm ket. Mimkun e ew îtilaf jî bibin hêzên siyasî di hindirê Sûriyeyê de. Hinek ji wan dibe ku xwe îspat bikin û hinek ji wan xwe îspat nekin. Ew merheleyek întîqalî bû  beramber rejîmê ji bo rûxandina wê. Xebata xwe ya siyasî û dîplomasî heta çekdarî û îdarî li gelek cihan kirin, tiştê ku ji wan hat kirin. belku ne li her derî lê xebatek bû li gel têkiliyên aliyên Navneteweyî, civata Sûriyeyê wan jî xebata xwe kiriye. Ez dibêjim pêşeroja wê dê bibe hêzek siyasî û pêşeroja şer di Sûriyeyê de namîne wekî kom.  Pêşeroja hêzên siyasî ye, wek hêzên siyasî dê nerîn û bernameya wan hebin. Em hez dikin di xîlalê vê dema borî de têkiliyê me li gel wan hebin ku me jî û  miletê me jî famkiribe ku heqîqeta miletê me ye û destê wê dirêj kiriye ji aştiyê re û ji avakirina vî welatî re ku em karibin.

Rûdaw: Tu bawer dikî ku şerekî navxwe di navbera komên mixalefeta Sûriyeyê û HTŞyê de derkeve?

Mihemed Îsmaîl: Eger çek bimîne destê vî xelkî de dê şer di navbera mal û malbatan de çêbibe. Dê di nav şexsan de çêbibe. Eger çek ji destê xelk nayê girtin dê her tişt hebe. Merheleyeke veguhêz e û em dixwazin di zûtirîn dem de e çek ji destê vê xelkê bê girtin û berê xelkê bikeve ser helwêsta siyasî û bernameya siyasî. Her wiha destûrek ji Sûriyeyê re bê amadekirin.

Rûdaw: Çend komên çekdar li Sûriyeyê hene?

Mihemed Îsmaîl: Gelek in, bi dehan in. Ji ber ku komên çekdar ji hemp alî, reng û neteweyan  û regeznameyan hebûn. Niha dibe ku kêmtir bin lê sê hikumet hebûn û her hikumetekê çiqas grub têde bûn. Hikumeta nîzam hebû bi hezaran komên çekdar, Fatimiyun, Elşîe û yên rejîmê û ew hebûn. Hikumeta rûxiyayî bi sedan grub li devera Idlib hebûn. Hevpeymaniya Demkî gelek grubên cûda  hebûn . Li devera li Rojhilatê Sûriyeyê jî komên cûda hebûn, Hevpeyamaniya Navneteweyî nave wê kirin QSD. Ew jî beşek di nav de ne mimkun e sibe guherînkareyek nû di nav wan de jî pêk bê.

Rûdaw: Tu yan Mezlum Ebdî ti yek ji we hewl daye ku li gel hev bicivin?

Mihemed Îsmaîl: Em heta niha li hêviya wan bûn. Ji ber ku ew rûxandina rejîmê wek destkefteke xwe û em jî wekî destkefteke xwe dibînin û em dijî derketine. Bi nerîna me wan heta nîvdemjimêra dawî jî parastina peykerên wan dikjrin. Niha destê xwe dideynin ser paşmayên rejîmê û ev jî niyetek ne baş e û ev paşmayên dewletê ne. mehkeme ne, nexweşxane ne, damûdezgehên dewletê ne, xizmetguzariya vî miletî ye ev hemû yên milet in. komek destê xwe deyne ser û wekî keyfa xwe bibêje ev destkeftên min in çênabe. Nahêlin xelkê me bikenin û kêfa xwe ji bo xirabkirina rejîmê bînin. Mixabin ev karekî ne baş e û em hêviya wan bûn ku di meseleya tûndrewiyê de Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di rewşekî tengav de neyê hiştin. Em li hêviya wan in ku ew dest ji van çîrokan berdin ji ber ku pêşeroja Sûriyeyê ne ew e û ew şaş in ku bimînin li ser van karên xwe.

Rûdaw: Eger Mezlum Ebdî destpêşxeriyê bike ji bo civîneke li gel te hûn amade ne li gel rûnin?

Mihemed Îsmaîl: Destpêşxerî berê jî me gotibû em amade ne, ji bo diyaloga Kurdî bi hebûna aliyek garantor lê em du gotinên xwe ji hev du re bêjin em Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê em ne ew in ku li ser destkeftên miletê xwe bilîzin û gotinên xweş ji hev re bêjin û piştre piştguh bikin. Em dixwazin ew tişta bê kirin tifaqa bê kirin di çavdêriya aliyê pêwendîdar de be û di berjwendiya Sûriyeyê de be. Niyeteke cidî bê xuyakirin ku êdî nema ev destdirêjî bi heqê miletê me bê kirin.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *