Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mihemed Haco diyar kir ku Tirkiyeyê ji çekdarên Hemzat û Emşatê xwestiye ku ji Serê Kaniyê derkevin.
Koçberên Serê Kaniyê dixwazin vegerin bajar û gundên xwe û Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mihemed Haco jî diyar kir ku ew hêviya vegera xelkê xurttir bûye.
Mihemed Haco, ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwazin komên çekdar ji herêmê derkevin û ji bo vegerê garantî hebin.
Mihemed Haco diyar kir ku piştî rûxana desthilata Esed û rêkeftina di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer hêviya vegerê li cem koçberên Serê Kaniyê zêdetir kiriye.
Mihemed Haco behsa pêşhatên dawî yên li Serê Kaniyê kir û got:
“Piştî rûxana rejima Beşar Esed Erebên hawirde yên Serê Kaniyê û çekdaran dixwest ji Serê Kaniyê derkevin lê Tirkiyeyê rê nedida wan.
Ev du hefte ye rê hatiye dayîn ku ji Serê Kaniyê derkevin. Erebên hawirde ji Serê Kaniyê derdikevin.
Çekdarên di nav komên Hemzat û Emşatê de bin û yên komên din ji Serê Kaniyê derdikevin û diçin herêmên xwe.
Li gorî zanyariyên me Tirkiyeyê bi xwe jî ji wan xwestiye ku êdî çekdar li Serê Kaniyê nemînin û dê hêzên Asayîşê yên Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê dê derbasê Serê Kaniyê bibin.
Tirkiyeyê ji çekdaran xwest ku Serê Kaniyê vala bikin û em dibînin ku gav bi gav ev yek jî pêk tê û çekdar ji Serê Kaniyê derdikevin.”
Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê xwest çekdar ji Serê Kaniyê vekişin û Meclisa Sivîl komên çekdar bê hilweşandin, kesên ne ji wê navçeyê bin jê derkevin û xelkên wê deverê bi xwe hêzeke ewlehiyê û encûmeneke sivîl ava bikin.
Mihemed Haco tekez kir ku rewşa Serê Kaniyê, bi awayekî ji awayan girêdayî rêkeftina her du taxên Kurdan ên Eşrefiyê û Şêx Meqsûdê ye lewma hêviya vegerê çêbûye.
Li gorî gotina Mihemed Haco divê garantî bên dayîn da ku koçberên wê herêmê bikaribin vegerin gund û bajarên xwe.
9ê Çiriya Pêşîn a 2019an, hêzên Tirkiyeyê û komên çekdar ên bi navê “Artêşa Niştmanî ya Sûriyeyê” navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê dagîr kiribûn.
Di “Operasyona Kaniya Aştiyê” ya çekdaran û artêşa Tirkiyeyê de herî kêm 135 hezar kes ji Serê Kaniyê koçber bûbûn. (Rûdaw)