Mezlûm Ebdî got, ew dê piştgiriyeke ku ji Îsraîlê were bi dilxweşî qebûl bikin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî bipêşketinên li Sûriyeyê û helwesta Îsraîlê ya li hemberî Kurdan ji BBCyê re nirxandin.
“Em dê bi dilxweşî qebûl bikin”
Ebdî li ser pirsa “Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê çend caran got ku divê alîkarî ji Kurdan re bê kirin. Gelo têkiliyeke we bi wan re çêbû, di vê mijarê de hevdîtinek çêbû?” got:
“Kî piştgiriyê bide me em dê bi dilxweşî qebûl bikin.”
Ebdî pirsa bi rengê “Eger ew Îsraîl be?” jî wiha bersivand:
“Kî dibe bila bibe, eger wan êrişên li ser me rawestînin û rê li ber kuştina gelê me bigirin, em dê wê bi dilxweşî qebûl bikin û bi qedirê wê zanibin.
Wergirtina vê piştgiriyê dê ji bo me bibe çavkaniya moralê.”
Ebdî di bersiva xwe ya ji bo pirseke li ser wergirtina piştgiriya Îsraîlê jî got, “Îsraîl û Amerîka hêzên bibandor in li Rojava û Rojhilata Navîn.”
Ebdî destnîşan kir ku piştgiriya Îsraîlê ya ji bo gelê Kurd ne tenê ji bo ewlehiya herêmê, di heman demê de ji bo parastina mafên Kurdan jî girîng e.
Gotinên Benjamin Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu 4ê Adarê di axaftina xwe ya li Parlamentoya Îsraîlê gotibû, “Em dê xurtkirina têkiliyên xwe yên bi dostên xwe yên Kurd re bidomînin.”
Gotinên Gideon Saar
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî 2yê Adarê wiha gotibû:
“Birêveberiya niha ya li Sûriyeyê ne hilbijartina gelê Sûriyeyê ye.
Ev tenê saziyek e ku komeke selefî û cîhadî kontrol dikin.
Tiştê ku ji bo me girîng e, berdewamkirin û xurtkirina têkiliyên bi hevalên me yên li herêmê re ye.”