Mezlûm Ebdî li ser peymanê daxuyanî belav kir

Siddik BOZARSLAN

SiddikFermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî,  li ser peymana xwe û   Serekdewletê yê Demkî Ehmed Şera daxuyaniyek da û got, “Em pêbend in paşerojeke çêtir ava bikin ku mafên hemî Sûriyeyiyan garantî bike.”

Xalên peymana Ebdî û Şera ev in: 

1.Garantîkirina mafê hemî Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî da û di hemû saziyên dewletê da li gora pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan ra were derbaskirin. 2- Civata kurdan di dewleta Sûriyê da civateke resen e û dewleta Sûriyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemî mafên wan ên destûrî misoger dike. 3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyê. 4- Tevlîkirina hemî saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyê di çarçoveya birêvebirîya dewleta Sûriyê da, di nav da deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê. 5- Garantîkirina vegera hemî koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve. 6- Piştgiriya dewleta Sûriyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemî wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin. 7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevlîheviyan di navbera pêkhateyên civata Sûriyê da. 8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”/11.3 2025 Rûdaw

Lê li vir divê em tiştek bînin bîra xwe ku ev peyman, di bin sîya Turkîye, Amerika, Îsraill û YE da hatîye çêkirin û di qonaxa ewil da xuya bû ku bi yekkirina hêzên çêkdar despêkirine.  Nakokîyên easî mirov texmîn dike ku  di çêkirina destûrê da dê derkevin holê ku zextên Ankarayê qebûl nakin ku destûreke demokratik were çîkirin. Lê di alîyê dî da jî hewildanên Îsraîl, Amerîka û YE jî hene ku divê em hemî van faktoran ji ber çav dûr nexin.

Piştî lihevhatina li Şamê ku me xalên peymanê li jor pêşkêş kiribû; Serekdewletê Tirk Recep Tayyip Erdogan jî haydarî di wî derbarî da, da çapemenîya Turkiyê, bi van gotinên jêrîn temam bû:

”Bi qasî ku em wek ereb, tirk û kurd biratiya xwe bilind bikin, em dikarin planan têk bibin û paşeroja xwe misoger bikin.

Tika ye bila em ji eqilê xwe dernexin ku ji bil destgirtina hev, hembêzkirina hev û rêzgirtina li hestiyarên hev, ti rîyeke din a rizgariyê tune ye.

Xwedê me ji her cûre fitne, rûbirûbûn û şerê biratiyê dûr bixe ku kêfa emperyalîstan bi me bîne.”

Jibo van gotinên Erdogan mirov dikare çend kitêb binivîse ku çiqas tiştên vala û ji rastîyên civatên me dûr in, raxîne meydanê. Lê di vê nivîsarê da ez naxwazim zêde dirêj bikim.

Li gora haydarîyên SOHRê (İngiltere merkezli Suriye İnsan Hakları Gözlemevi) – Avayîyaçavdêrîyê ya Mafên Mirovî ya Surîye ku ya navenda Îngilistanê ye – ku roja

09.03.2025an da di çapemenîyê da derçûne, li herêma Lazkiye û derdorên wê di bûyerên ku qewimîne da ji 1000î zêdetir kuştin çêbûye ku 745ê wan sivil in. Van bûyerên hovîtîyê bûne sedemên protesto û acizîyên mezin li seranserê cîhanê ku ji Amerika heta dewletên Ewrupa, bala rêvebirên Şamê bikêşînin ser wan bûyeran û pêşî li wan kirinên hovane werin girtin.

Hewildanên li dijî Îsraîl, jibo kedîkirina kurdan e!

Sal, 1973 ye û Şerê Îsraîl û Îraqê heye; lê di heman demê da Şerê Kurdan jî li dijî Baxdayê didome. Serekdewletê Misrê yê wê demê Enwer Sedat, xeber ji Mela Mistefa Barzanî ra rêdike û dixwaze ku ew şerê li dijî Baxdayê rawestîne, jibo xatirê ku Baxda li dijî Îsraîl di nav şer da ye. Pratika wê demê nîşan dide ku gorbihiştê M. Mistefa Barzanî, guhdarîya an jî bi tabîreka dî balkişandina Enwer Sedat nake û şerê xwe yê heqîyê didomîne. Lê demek paşê em dibin şahidê Peymana Cezayirê ku li dijî kurdan hat çêkirin.

Serekê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di 2005an da haydarî da çapemenîyê ku divê Têkilîyên Diplomatik bi Îsraîl ra werin danîn.

Di 2008an da li Yunanistanê Konferanseke Navberdewletî çêdibe û Mam Celal Talabanî jî wek Serekî Dewleta Îraqê beşdarî dike. Di salonê da Wezîrê Parastina Îsrailê Ehud Barak dema bi destê Mam Celal digire û ew her du hev hembêz dikin; ew dibe semedê erdhejeke sîyasî li Baxdayê jibo civata ereban. Li dijî nerazîbûn û protestoyên ereban, M. Celal mecbûr dimîne ku ji çapemenîyê ra bêje, ”wî wek kurdekî û berpirsê YNK wê hewildanê kirîye.”

Di gulana 2022yan da Parlementoya Baxdayê bi biryarek yasayek çêkir ku dibêje ”têkilîyên ku bi Îsrailê ra werin dayîn û ew bibe normal, ew wek sûc hatîye qebûlkirin.” Jibo qebûlkirina wê yasayê 329 parlamenter dengên xwe dane ku ji wan dengan 275 erê gotine.

Lê wer xuya bûbû ku di nav wan dengên erê da hin dengên kurdên bêaqil jî hebûne.  Loma şêwirmendê Mesûd Barzanî, ji neçarîyê haydarî da çapemenîyê ku ew yasaya li Baxdayê hatîye qebûlkirin, li Hewlêra paytext tiştekî betal e û derbas nabe.

Wek di pratika welatên musulman da û bi taybetî di emelên dewletên ereban da tê dîtin; van welatan dema pêwist dîtine, şert danîne pêşîya kurdan ku bi Îsrail ra têkilî û dostanî çênekin da ku ew zêdetir karibin kurdan bikujin û teda û zulma xwe bidomînin.. Wek di gulana 2022yan da li Parlamentoya Baxdayê hat dîtin, ew dixwazin bi rîya yasayan qedexe û heram  li ser kurdan ferz bikin ku bi Dewleta Îsrail ra dostanî neyê çêkirin ku ev jî hovîtîyeke dî yê dagirkerên welatê me ne.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *