Mezlûm Ebdî li ser peymanê bi heyeta Şamê re civiya

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, îro bi komîteya ku ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şara ve hatiye avakirin re civiya.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, di civîna ku li bajarê Hisîçayê (Hesekê) ya Rojavayê Kurdistanê de pêk hat de, Fermandera Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn, Serokê şandeya hikûmeta Sûriyeyê Husên Selamê û rayedarên din ên her du aliyan beşdar bûn.

Di civînê de her du aliyan mekanîzmaya xebata komîteyan gotûbêj kir û plan kir ku di destpêka meha Nîsanê de dest bi xebatên hevbeş bikin.

Her wiha di hevdîtinê de danezana destûrî, girîngiya ku ti pêkhateyên Sûriyeyê neyên paşguhkirin û pêwîstiya beşdariya hemû aliyan di pêvajoya avakirina paşeroja Sûriyeyê de hatin gotûbêjkirin.

Beşdaran tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e agirbest li tevahiya xaka Sûriyê were misogerkirin.

Peyamana HSD-Şamê ya ku 10ê Adara 2025an hat îmzekirin, mafê beşdariya siyasî ya li ser bingeha liyaqetê ya hemû Sûriyeyiyan garantî dike û qebûl dike ku civaka Kurd hêmaneke bingehîn a dewleta Sûriyeyê ye.

Peyaman her wiha tevlîkirina saziyên sivîl û leşkerî yên di bin kontrola Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de ji bo dewleta Sûriyeyê, birêvebiriya deriyên sînorî, balafirgeh û çavkaniyên enerjiyê dihewîne.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe ya 12ê Adarê de ragihandibû ku ev peyaman di pêvajoya krîtîk a ku Sûriye tê re derbas dibe de xaleke dîrokî ye. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *