Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî derbarê Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê got, ew hêvî dikin ku ev konferan zemîna avakirina lidarxistina konferanseke neteweyî ya giştî ya hemû hêzên Kurdistanî ava bike.
Em hêvî dikin ev konferans bibe destpêka xebateke hevbeş a ji bo aliyên Kurdan.”
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya zêdetirî 400 delgeyan li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir.
Konferansê rêzgirtina şehîdan dest pê kir.
Piştî ku Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê axaftina despêkirina konferansê kir, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî jî axivî.
“Erkê me ye ku em destkeftên xwe biparêzin”
Mezlûm Ebdî di destpêka axaftina xwe bixêrhatina mêvanan kir û ragihand ku parastina destkeftên Rojavayê Kurdistanê erkeke bingehîn e û ev 14 sal in ku ew di şerekî dijwar de ne ji bo parastina wê herêmê.
Mezlûm Ebdî da zanîn ku li Rojavayê Kurdistanê 13 hezar keç û xort şehîd ketine û got:
“Nêzîkî 30 hezar hevalên me birîndar bûn û ji wan hemûyan re şîfa dixwazim.
Ez bejna xwe li ber şehîdên me yên qehreman ditewînim û ez vê konferansê diyarî şehîdên me dikim.”
Bi gotina Mezlûm Ebdî konfrens piştî kar û xebatên dûr û dirêj hatiye amadekirin.
“Pêwîst e mafên hemû pêkhateyan bên parastin”
Mezlûm Ebdî bal kişand ser girîngiya yekrêziya Kurdan û got, “Ev konferans ne ji bo perçebûna Sûriyeyê ye berevajoyê wê ev ji bo yekbûna Sûriye ye.
Em careke din tekez dikin ku em li gel yekîtiya axa Sûriyeyê ne.
Em dibêjin ku yekîtiya Kurdan yekîtiya Sûriyeyê ye, xurtbûna Kurdan xurtbûna Sûriyê ye.”
Mezlûm Ebdî da zanîn ku li Sûriyeyê gelek netewe, ol û pêkhate dijîn û wiha domand:
“Ji bo vê yekê jî pêwîstiya Sûriyeya nû bi destûreke nenavendî heye.
Pêwîst e mafên hemû pêkhateyan di Sûriyeya nû de bên parastin û di destûrê de werin bicihkirin.
Divê Sûriyeyeke nenavendî karibe hemû pêkhateyna hembêz bike. Li bakurrojhilatê Sûriyeyê em û pêkhateyên Ereb, Suryan, Asur, Ermenî û aliyên din 12 salin bi hev re dijîn û me bi hev re şer kir û xwîna me têkelî hev bûye.
Ezmûneke me ya birêvebiriyê bi hev re heye. Dîrokeke me ya bi hev re çêbûye.”
Ebdî bal kişand li ser girîngiya parastina deskeftiyên li Rojavayê Kurdistanê û got:
“Yek ji erkê me yê esasî yê destpêkê ew e ku em deskeftên heta niha li bakurrojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin wan biparêzin.
Dîsa em dizanin ku ev herêm demeke dirêj hatiye paşguhkirin û îhmalkirin.
Armanca em ew e ku ev herêm bi tevahiya pêkhateyên xwe di Sûriyeya nû de ciheke xwe yê layiq hebe.
Em wekî gelê Kurd, ji roja Sûriye hatiye avakirin heta îro em her hatine înkarkirin û zêdegavê li hemberî me hatine kirin.
Gelê Kurd her tim li dervey rêveberiya Sûriyeyê maye.
Di van çend salên dawiyê de gelê Kurd ji bo yekîtiya Sûriyeyê têkoşîneke mezin da meşandin.
Em axa û yekîtiya Sûriyeyê jî parast û Kurdan îspat kir ku ji hemûyan zêdetir welatperwerî Sûriyeyê ne.
Ji bo vê yekê jî divê mafên neteweyî û siyasî yê gelê Kurd li Sûriyeyê nû were parastin.”
“Ez keda Serok Barzanî bi bîr tînim”
Fermandarê Giştî yê spasiya Serok Mesûd Barzanî kir û got, “Ez keda Serok Barzanî bi bîr tînim û spasiya wî dikim. Dîsa di vê xebatê de piştgiriya Hevserokatiya KCKyê jî hebû û em spasiyan wan jî dikin.
Em hewldan û pişgiriya Birêz Nêçîrvan Barzanî û Birêz Bafil Talebanî jî ji bîr nakin.”
“Em piştgiriya banga Rêber Apo dikin”
Fermandarê Giştî yê HSDyê derbarê pêvajoya Îmraliyê de jî axivî û diyar kir, “Banga Rêber Apo bandorê li Rojava jî dike.
Em dikarin pirsirêkên xwe bi aştiyane jî çareser bikin.
Ji bo vê yekê em piştgiriyê didin vê bangê û ji bo ku ev bang bi ser bikeve çi ji destê me were em dê bikin.”
Bi gotina Mezlûm Ebdî di konferansê de ew dê bernameya siyasî nîqaş bikin û dê derbarê avakirina şandeyeke hevbeş a ku dê ji bo mîsogerkirina mafên Kurdan bi hikumeta Şamê re nîqaş bike, biryarekê bidin.
Mezlûm Ebdî her wiha di axaftina xwe de hêvî xwest ku Kurd bi şandeyeke hevbeş biçin Şamê û got:
“Em hêviya serkeftinê ji vê konferansê re dixwazin.
Em di wê baweriyê de ne lu ev konferans dê zemîna avakirina lidarxistina kongereyeke neteweyî ya giştî ya tevahiya hêzên Kurdistanê tê de amade bin ava bike.” (Rûdaw)