Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got, “Eger bi Tirkiyeyê re agirbest were kirin dê şervanên Kurd ên ne Sûriyeyî derkevin.”
Her wiha Mezlûm Ebdî diyar kir “Niha li Sûriyê rewşeke nû heye. Dema wê ye şervanên ku alîkarî dane me bi serbilindî vegerin herêmên xwe.”
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.
Piştî ku rejîma Esed rûxiya Tehrîr El Şamê piraniya Sûriyeyê kontrol kir, li Rojavayê Kurdistanê jî di navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê û HSDyê de şer û pevçûnên giran diqewimin.
Li aliyê din, Tirkiye jî di van demên dawî de gefên ji bo operasyoneke li Rojavayê Kurdistanê gefên xwe zêde kirine.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser rewşa Sûriyeyê, şervanan û Tirkiyeyê ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî.
Mezlûm Ebdî amaje bi yê yekê kir ku eger bi Tirkiyeyê re agirbestek were kirin dê şervanên Kurd ên ji parçeyên din ên Kurdistanê ji bo piştgiriyê çûne Rojavayê Kurdistanê derkevin.
Vekişîna şervanên Kurd ên ne ji Rojavayê Kurdistanê xweteka sereke ya Tirkiyeyê ye û Tirkiye vê yekê ji bo pêkanîna operasyonekê wekî hincet bi kar tîne.
Reutersê ragihand ku ev cara yekem e Mezlûm Ebdî piştrast dike ku şervanên Kurd ên ne ji Sûriyeyê di nav HSDyê de hene.
Têkiliya PKKyê bi HSDyê re nebû
Her wiha Ebdî diyar kir ku dema gerîlayên PKKyê hatine Rojavayê Kurdistanê ti têkiliyeke wan a rêxistinî bi HSDyê re nebûye.
Li aliyê din, Mezlûm Ebdî ragihand ku şervanên ne Sûriyeyî di 10 salên dawî de di şerê dijî DAIŞê de alîkariya HSDyê kiriye.
Ebdî got ku hinek ji wan piştre vegeriyane û hinek jî ji bo di şerê li dijî DAIŞê de alîkarî bikin man, û eger agirbest pêk were dê dem were ku ew jî vegerin.
“Dem hatiye bi serbilindî vegerin”
Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî wiha pê de çû:
“Li Sûriyeyê rewşeke cuda heye, em niha dest bi qonaxeke siyasî dikin.
Divê Sûriyeyî bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin û rêveberiyeke nû ava bikin.
Ji ber ku li Sûriyeyê bipêşketinên nû hene, dem hatiye ku şervanên ku di şerê me de alîkariya me kirine, bi serbilindî vegerin herêmên xwe.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê roja Çarşemê ragihandibû ku agirbesta li derdora Minbicê heta dawiya hefteyê hatiye dirêjkirin.
Lê rayedarekî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê îro got ku ti axaftin li ser rêkeftineke agirbestê ya bi HSDyê re nîne.
Her wiha Ebdî got ku Tirkiye û hevalbendên wê yên Sûriyeyê xwe amade dikin ku êrişî bajarê Kobaniyê bikin û dixwazin HSD hêzên xwe ji wê derê vekişîne.
Li gorî pêşnûmeyê, herêm dê di destê hêzeke ewlehiyê ya navxweyî ya bi amadebûna hêzên Amerîkî de were hiştin “ji bo çavdêriya vê deverê bi şertê ku agirbestek tam hebe”.
“Em xwe ji êrişan re amade dikin”
Ebdî got, “Li aliyê din, eger bê û çêbibe em xwe ji bo pûçkirina her êrişekê amade dikin.”
“Em dikarin ji bo vegerandina şervanên Kurd ên ne Sûriyeyî kar bikin”
Ebdî got ku piştî şerê Kobaniyê “Şervanên Partiya Karkeran hebûn ku dixwestin bi me re di vî şerî de berdewam bikin heta ku DAIŞ bi tevahî biqede.
Hinek ji wan vegeriyan cihê xwe, lê ji ber ku şer berdewam bû û herêm hîn di metirsiyê de bû, hinek ji wan biryar da ku bimînin û alîkariya me bikin.
Dema ku agirbest pêk hat em dikarin ji bo vegerandina şervanên Kurd ên ne Sûriyeyî kar bikin. Hinek ji wan vegeriyane û hinek jî dixwazin vegerin.”
Rûdaw