HSD, Hevpeymaniya Navneteweyî û rûspiyên eşîran li hev kir ku çareseriya Sûriyeyê bi diyalogê were avakirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî tevî hejmarek fermandarên leşkerî yên HSDyê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn îro bi fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî û şandeyeke mezin a rûspiyên Reqa û Tebqayê re civiya.
Li gorî nûçeya ANHAyê di civîna ku li bajarê Reqayê hat lidarxistin de pêşhatên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo meha Remezanê bixêrhatina beşdaran kir.
Beşdaran tekezî li ser pêwîstiya dîtina çareseriyên aştiyane ji bo pirsgirêkan kir û da zanîn ku pêwîstî bi rûbirûbûna DAIŞê û piştgiriya aramî û ewlehiya herêmê heye.
Di civînê de hinek biryar hatin dayîn û encamnameyek hat belavkirin:
“1- Krîza Sûriyeyê tenê bi diyaloga Sûrî-Sûrî çareser dibe û em bi Şamê re li hev dikin ku çareseriya leşkerî li holê tune be.
2- Şandeyek ji gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe, ji bo diyaloga bi Şamê re li ser paşeroja herêmê û dewleta Sûriyeyê bê avakirin.
3- Piştî diyalogê û lihevkirinê, saziyên Rêveberiya Xweser bi dewleta Sûriyeyê re bibin yek.
4- Di demeke nêzîk de dê paketeke çaksaziyên îdarî û aborî ku xizmeta berjewendiyên gelên herêmê dike, were destpêkirin.
5- Em hebûna endamên bermahiyên rejîma berê û pêkhateyên Îranê li herêmên me red dikin.
6- Em dê ji bo meha Remezanê ji bo girtiyên hiqûqa giştî efûyê derxin.
7- Fermandarê Hevpeymaniya Navneteweyî piştgiriya xwe ji bo çareseriyên aştiyane û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê di navbera hemû aliyan de nîşan da.”