Mesrûr Barzanî û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyan dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Sibatê li bajarê Dubayê bi Cîgirê Serokwezîrê Îmaratê û Wezîrê Navxwe Şêx Seyf Bin Zayid Al Nehyan re civiya.

Di hevdîtinê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî tê de amade bû, her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê di warên cuda de kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayê de, hevdîtin bi hejmarek ji serkirde û berpirsên cîhanê re pêk anîne.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayê roja Sêşemê li Dubay dest pê kir û heta îro pêncşemê berdewam dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 10-02-2025an, bi serokatiya şandeke hikûmetê ji bo beşdariya di lûtkeyê de gihîşt Îmaratê û ev cara çaremîn e ku ji bo wê tê vexwandin. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *