Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re civiya û li ser destûr û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê guftûgo kirin.
Mesrûr Barzanî 20ê Kanûna Paşîn a 2025an ji bo beşdariya Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê çû Swîsreyê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re civiya.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres daxuyanî da.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de “rewşa giştî ya Îraqê û pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê de hatin nirxandin.
Tekezî li ser rêzgirtina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê hat kirin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî “ji bo hewla çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û parastina aştî û aramiyê pesnê hewlên Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NYyê û Berpirsê UNAMIyê yê Îraqê Dr. Mihemed El-Hesen da”.
Hat ragihandin ku “guherînên li Rojhilata Navîn û agirbesta li Xezeyê û rewşa Sûriyeyê” mijarên din ên civînê bûn.
Zêdetirî 350 serkirdeyên ku 60 ji wan serok û serokwezîrên welatan in li Foruma Aborî ya Davosê beşdar in.
Mesrûr Barzanî û Antonio Guterres “li ser girîngiya berdewamiya agirbesta li Xezeyê û piştgiriya civaka navneteweyî ya ji bo parastina aştî û aramiyê li Sûriyeyê hemfikr bûn.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû ku “di çarçoveya beşdariya forumê de, Serokwezîr dê bi hejmarek serok û serokwezîr û berpirsên payebilind ên welatan re hevdîtinan bike.”
Rûdaw