Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Sibatê di panelekê de di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de li Îmaratê ragihand, “Ewlekarî û aramiya ku li Herêma Kurdistanê heye, gelekî girîng e ji bo handana karsaz û veberhênerên biyanî ku werin li herêma me veberhênanê bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir jî: “Em hewl didin pirsgirêkên xwe yên siyasî yên bi hikûmeta federal a Iraqê re çareser bikin.
Da zanîn jî: “Em ji nêz ve bi sektora taybet re kar dikin, da ku di çarçoveya bername û plansaziya xwe de, çaksaziyê di projeyên hikûmetê de berdewam bikin. Dikarim bibêjim ku em di gelek armancên xwe de biser ketine, lê bêguman di paşerojê de hîn rêyek dirêj li pêşiya me heye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “ Divê gel, divê gel di rojeva her hikûmetê de be, eger dixwaze di proje û xebatên xwe de bi ser bikeve. Em li pêdiviyên xelkê dinêrin, ji bo ku em bi awayekî herî baş xizmeta wan bikin, ji bo vê yekê divê çend kar bên kirin, divê em lihev bikin û danûstandinan bikin, li eniyên cuda bikoşin da ku bigihin armancên ku di berjewendiya gel de ne. Me hewl da ku başî û tenduristiya gel li ber çavan bigirin.”
Derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Pêwîst e ders ji ezmûn û serpêhatiyên welatên din werbigirin. Îmarat yek ji wan welatan e ku em lê dinêrin û di cîbicîkirina projeya çaksaziyê de ku me li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye, jê fêr dibin.”
Di panelê de proseya perwerdeyê beşeke din a ji axaftina Serokwezîr Mesrûr Barzanî bû û got: “Bêguman başkirina proseya xwendinê, yek ji karên me ye. Em kar dikin ku perwerde li Herêma Kurdistanê bigihe asta navdewletî. Em şanaz in ku çendîn zanîngeh û peymangehên giştî, taybet û navdewletî li Herêma me hene, gelek ji derçûyên me hem di sektora giştî û hem jî di sektora taybet de kar dikin.” (NA)