Mesrûr Barzanî: Eger miletek xebatê ji bo azadiyê bike dê azad bibe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya ahenga Newroza Akrê de got: Newroz bi bîra me tîne ku zilm û zordarî heta dawiyê nabe û eger miletek xebatê ji bo azadiyê bike, dê azad bibe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Newroz bi bîr tîne ku zilm ti carî heta dawî berdewam nabe û eger miletek xebatê ji bo azadiyê bike, dê di dawiyê de azad bibe.

Bi amadebûna Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareke mezin a balyoz, konsul, diplomat, nûner, şandiyên diplomasî yên welatan li Îraq û Herêma Kurdistanê û tevlîbûna bi hezaran welatî û geştyaran, Kernevala Cejna Newrozl û Serê Sala Kurdî îro (Pêncşem, 20.03.2025) li Paytexta Newrozê li qezaya Akrê bi rê ve çû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di ahengê de got: “Newroza îsal ji bo me gelek taybet e ji ber ku Pêşmerge û Serwer û Rêber Serok Barzanî bi me re tevlî vê ahengê bûye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiyeke taybet pêşkêşî xelkê Akrê kir û got, “Her sal xelkê Akrê bi rêkxistina ahenga Newrozê ve gelek diweste, herwesa dîmenên xweşik ên Akrê nîşa hemî cîhanê didin û hembêza xwe ji bo geştyaran vedikin.” (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *