Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Reutersê re ragihand ku divê Herêma Kurdistanê jî di peymana di navbera Hikûmeta Îraqê û şirketa Brîtish Petroleumê (BP) de beşdar bibe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 20ê Kanûna Paşîn a 2025an ji bo beşdariya Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê çû Swîsreyê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê de ji Reutersê re got:
“Ew herêma ku Bexda bi BPyê re gotûbêjan li ser dike, herêmeke nakok e.
Li gorî destûrê, herêmên nakok ne cihên ku Bexda an Hewlêr karibin bi serê xwe biryarê li serê bidin.”
Piştî vekişîna artêşa Îraqê ya ji ber êrişa DAIŞê ya sala 2014an, Pêşmergeyan parastina Kerkûkê kir.
Piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an, bajar ket destê hêzên ewlehî û leşkerî yên Îraqê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje pê kir ku ew ne li dijî bipêşvebirina parzûngehên petrol û gaza Kerkûkê ne lê li dijî “mekanîzmayê” ne.
Çavkaniyeke ku navê wê nehatiye diyarkirin ji Reutersê re ragihandiye ku rêyeke li ber Herêma Kurdistanê ya ji bo beşdariya gotûbêjan ew e ku berpirsên Kurd cuda bi berpirsên şirketa Brîtanî re bicivin û hat gotin:
“Kurd dikarin pêwendiyên xwe yên bi Hikûmeta Amerîkayê re bi kar bînin da ku zextê li Îraqiyan û BPyê bikin û wan jî beşdar bikin.”
Tê payîn ku hefteya yekem a meha Sibatê, Îraq û BP peymaneke bi dehan milyar dolarî îmze bikin ku parzûngehên Kerkûkê werin nûkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Reutersê re ragihand:
“Hêza me nîne ku em wê rawestînin lê peyman nedestûrî ye.”
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî fefteya borî ji Reutersê re ragihandibû, tê payîn ku peyman ji ya ku sala 2023yan bi şirketa Totala Fransî re hatibû îmzekirin mezintir be.
Rûdaw