Mela Ebdulkerîmê Muderîs di nîvê salên 90î de di hevpeyvînekê bi rojnameya “Îraq”ê re gotiye, “Di serdema Îmam Elî de ji bo Newrozê şîranî hatiye belavkirin.”
Nivîskar û Rexnegir Kameran Subhan, şeva çarşemê (19-3-2025) rûpelekî ji rojnameya Îraqê belav kir ku tê de li ser Newrozê bi Mela Ebdulkerîmê Muderîs re hevpeyvînek hatiye kirin.
Kameran Subhan nivîsiye ku hevpeyvîn hatiye kirin da ku “Mamoste bibêje: Newroz, ne cejna Kurdan e û cejna Fars û agirperestiyê ye” lê belê wî gelekî bi zanayî bersiv daye.
“Newroz ne li dijî dînê Misilmanan e, cejna bihar û şahiya Kurdan e”
Wekî ku Kameran Subhan amaje pê kiriye, Mela Ebdulkerîmê Muderîs di hevpeyvînê de dibêje:
“Cejna Newrozê, cejneke naskirî ya serdema Îslamê û beriya Îslamê ye, ti dijayetî bi dînê Misilmanan re nîne.
Cejna Newrozê dirûşmek nîne ji bo fesadê, belkî cejna bihar û şahiya Kurdan e.”
Mela Ebdulkerîmê Muderîs, sala 1901ê li gundê Gwêzekiwêreyê yê Merîwanê (Rojhilatê Kurdistanê) ji dayîk bûye û sala 2005an li Bexdayê koça dawî kiriye.
Ew nivîskar, mela, helbestvan û muftiyê Kurd ê sedsala bîstemîn e û zêdetirî 60 pirtûkên olî, dîrokî û edebî belav kirine, her wiha Quran bi zimanên Kurdî û Erebî tefsîr kiriye.
“Newroz di serdema Îmamê Elî de hebû”
Muderîs di wê hevpeyvînê de dibêje: “Cejna Newrozê di serdema Îmamê Elî de hebû û şîranî hatiye belavkirin! Carekê Îmamê Elî ji şîraniyê xwariye û gotiye ev çi ye? Gotine ev cejneke neteweyî ya me ye û em di Newrozê de çêdikin û li wan kesên ku em ji wan hez dikin belav dikin.
Îmamê Elî, ferman dike: Gelekî baş e her dem cejna Newrozê li dar bixin û îfadeya kêfxweşî û şahiya xwe bikin!”
Kurdiya wê beşa ku di rojnameyê de belav bûye wiha ye:
Zana (Elame) Şêx Ebdulkerîmê Muderîs: Newroz ti demê nebûye dirûşma ti fesadî û dijayetiya Îslamê
Zana (Şêx Ebdulkerîmê Muderîs) yek ji kesên olî yên naskirî û yek ji yekem mamostayên Îraqê ye. Tevî nexweşiya xwe, di nav şagirtên xwe de ji me re li ser Newrozê axivî û got:
“Newroz roja dawiya zivistanê û destpêka biharê ye. Zivistan sar bû û xelk westiyabû û pêdiviya wan bi lihêf û betanî û sotemeniyê hebû lê gava ku bihar dihat wan ew tişt davêtin û bi wesîleya hatina biharê çalak û dilxweş dibûn.
Wan di wê roja diyarkirî de lîstik dikirin ku dibêjin roja yekemîn a biharê ye.
Ev yek di dema Îslamê û Misilmanan de jî hebû. Ti demê nebûye dirûşma ti fesad û dijayetiya dînê Îslamê.
Haşa, Misilman tiştekî bikin ku li dijî dînê wan be… Ev biryara ku hatiye dayîn e û em ji zaroktiyê ve heya niha dizanin.”
Ebdulkerîm Muderîsê zana dibêje: “Min bihîstiye demê Elî kurê Ebû Talib (Xweda jê razî be) xelkê şêrînahî û tiştên din çêkirine û beşek jê wekî diyarî dane pêşengê me Elî, Xweda jê razî be.
Wî jî ji wan pirsiye, ev şîranî çi ye? Gotine ev dirûşma me ye: Di Newrozê de em van tiştan dixwin û wekî diyarî jî didin kesên ku em ji wan hez dikin. Wî (Elî kurê Ebû Talib) gotiye madem wisa ye, her mehê ji me re bikin Newroz.”
Tiştê ku zana Şêx Ebdulkerîmê Muderîs li ser Îmam Elî (Xweda jê razî be) nivîsiye, veguhastina ku di rûpelê de li ser Îmam Elî (Xweda jê razî be) hat belavkirin, piştrast dike.