Medyaya Amerîkayê: Pentagon plana vekişîna ji Sûriyeyê amade dike

Li gorî nûçeya NBC Newsê, Pentagon planan amade dike ku hemû leşkerên Amerîkayê ji Sûriyeyê vekişîne.

NBC Newsê diyar kir, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) piştî daxuyaniyên dawî yên Donald Trump planên vekişîna hemû leşkerên xwe ya ji Sûriyeyê amade dike.

Li gorî ku 2 rayedarên parastinê yên Amerîkayê ji NBC Newsê re diyar kiriye, Donald Trump û berpirsên nêzîkî wî dixwazin hemû leşkerên Amerîkayê ji Sûriyeyê vekişînin.

Ji ber vê jî rayedarên Pentagonê dest bi amadekirina planan kiriye da ku ku hemû leşkeran di nav 30, 60 yan 90 rojî de vekişînin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî çû serdana CENTCOMê

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê nû yê Amerîkayê Mike Waltz roja înê li Tampaya Florîdayê çû serdana Serokatiya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) û bi rayedarên leşkerî yên payebilind re civiya û li ser Rojhilata Navîn agahî wergirtin.

Rayedarekî KoÅŸka Spî got ku di hevdîtin û civînan de mijara kêmkirina leÅŸkerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê nebû û got, “Ji bo Waltz baÅŸ e ku serdana CENTCOMê bike da ku rewÅŸa herêmê fêm bike.”

Wî rayedarê Koşka Spî bal kişand ser serdana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya Koşka Spî ya îro û got ku hefte bê jî dê Şahê Urdunê Şah Abdullah here Washingtonê.

Berdevkê Pentagonê ti daxuyanî li ser mijarê neda.

Pêncşema borî, nûçegihanekî li Koşka Spî ji Trump li ser nûçeyên ku wî Hikûmeta Îsraîlê agahdar kiriye ku ew dê leşkerên Amerîkayê ji Sûriyeyê vekişîne pirsî.

“Min negotiye em dê hêzên xwe ji Sûriyeyê derxin”

Trump jî gotibû, “Min negotiye em dê hêzên xwe ji Sûriyeyê derxin. Ez nizanim kê ev got.

Ez nizanim çavkaniya van nûçeyan çi ye lê em dê li ser vê mijarê biryarekê bidin.

Em têkilî Sûriyeyê nabin. Sûriye di nav pirsgirêkên xwe de ye. Li wir pirsgirêk hene û ne pêwîst e ku em têkilî wan bibin.”

Ji ber biryara Trump wezîrê parastinê îstifa kiribû

Dawiya sala 2019an Trump ferman da Wezîrê Parastinê James Mattis ku hemû leşkerên Amerîkayê ji Sûriyeyê vekişîne. Mattis li dijî vê planê derket û di encamê de dev ji karê xwe berda.

Trump piraniya leşkeran vekişand lê piştre ew dîsa vegerandin. Ji wê demê ve hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê berdewam dike.

Meha Kanûna Pêşîn a borî, Pentagonê ragihand ku nêzîkî 2 hezar leşker li Sûriyeyê hatine bicihkirin, ku ev hejmar ji ya ku artêş bi salan digot, ku 900 leşker bûn, du qat zêdetir e.

Berdevkê Pentagonê diyar kir ku 1100 leÅŸkerên zêde yên “demkî” ne û 30 heta 90 rojan li wir dimînin, lê 900 leÅŸkerên “bingehîn” nêzîkî salekê li wir dimînin.

Erkê Amerîkayê yê liRojavayê Kurdistanê

Pentagon radigihîne ku erkê leşkerî yê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê lawazkirina rêxistina terorîst a DAIŞê û piştgirîkirina hevkarên xwecihî ye ku li wir kar dikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yek ji wan hevalbendên Amerîkayê ye ku li hemberî DAIŞê şer dika da ku DAIŞ nikaribe stargeheke ewle ji nû ve ava bike.

CENTCOMê roja pêncşemê êrişeke rasteras li bakurrojavayê Sûriyeyê pêk anî û berpirsekî payebilind ê Huras El-Dînê ku girêdayî El-Qaîdeyê ye kir armanc.

Rayedarên parastinê Mihemed Selah El-Zebîr wekî derkirdeyekî payebilind ê Huras El-Dînê bi nav kirin.

Rayedarên parastinê hişyariyê didin ku vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê dê Hêzên Sûriyeya Demokratîk tenê bihêle û gefê li ewlehiya zêdetirî 25 girtîgeh û kampên penaberan bike ku zêdetirî 50 hezar kes, di nav de nêzîkî 9 hezar şervanên DAIŞê tê de ne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk van navendan diparêzin ku çekdarên DAIŞê û jin û zarokên wan tê de ne.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *