Medya Kurdî gelo çiqas medya Kurdan e?

Dr. Cetin Zinar* 

Îsal me 127 salvegera rojnamegeriya Kurdî pîroz kir. Her sal roja 22 Nîsanê wek roja Rojnamevaniya Kurdî tê pîroz kirin. Lewra Rojnameya bi Kurdî cara yekem roja 22 Nîsana 1898’an hatibûn weşandin. Rojnameya Kurdistan li Kahireyê di bin rêveberiya Mithat Miktat Bedirxan de, dest bi weşana xwe kiribû.

Her sal roja 22 Nîsanê di vê çerçoveyê de, bername û gotûbêj tên organize kirin, makele û nivîs tên weşandin. Navarok jî her sal heman e, tiştek nû nahêt gotin.

Îsal min xwest di çarçoveyek aktuel de, salvegera Rojnamegeriya Kurdî bigrim test. Pirsgirêkên medya Kurdî, wazîfeya medyayê, bandora wê li ser civakê, mijara herî girîng jî, pêwendiyê medya û siyasete ye.

Em pêşî qala wazifeya medyayê bikin da ku bibinin gelo Medya Kurdî çiqas wazîfeya xwe bi cih tîne, paşê jî em li ser sedamê wan bisekinin, bi vê şiklê emê werin pêwendiya Medya û siyasetê. Emê bibinin gelo Medya Kurdî’ çiqas ya Kurdan e.

Îro di fakülteyên Rojnamegeriyê û wek displîneke zanistî 5 wazifeyên esasîyên medyayê tên qebûl kirin.

Agahdarî: Divê civakê ji rûdanê dinyayê agahdar bike.

Venêrin:  Li ser navê raya giştî hikûmetan kontrol dike, venêrînê pêk tine. Li jêr di çarçovaye pêwendiyê medya – siyasetê de, ezê behsa vê wazifeya medyayê bikim.

Perwerde: Divê berdewamiya perwedehiya hem kesên ku xwendina xwe xilas kirine, him jî zarokan bidomîne. Ev li ser milê medyayê wazifeyek gelek girîng e. Lewra bi taybetî li Bakûr perwerdehiya zimanê zikmakî tûne, dive bi rêya Medyayê em diroka xwe û zimanê xwe hîn bibin. Mixabin iro em di medya Kurdî de, ji sedî 10 jî bernamedyên bi vî rengî nabînin.

Şahî: Ji bo ku hemwelatî wexta xwe xweş derbas bikin, divê bernameyên şahîyê çêbike.

Parastina Çand û dîrokê: Medya divê di nav paşeroj û pêşerojan de wek pire wazîfe bike. Çand û dîrokê biparêze.

Mixabin em dibînin ku Medya Kurdî piraniya wazifeya xwe bi cih nayne, lewra gelek pêroblem henin. Problemên ekonomi henin, problemên tecrûbeyê henin. Li Bakûr Fakulteyê Rojnamegeriyê bi Kurdî tune. Literatura medyayê hêj rûneniştiye. Problema herî mezin jî medyayek serbixwe tune. Ji seba ku Medya Kurdi di bin kotrola siyasetê de ye, wazîfeya xwe ya venêrînê nikara pêk bîne.

Ji ber vê yekê, wek sernivîsê de, min pirs kir ku  ‘Medya Kurdî gelo çiqas medya Kurdan e?’ Li gor îdîaya min medya Kurdan ya ser bi xwe tune. Medya partiyên Kurdan hene. Medya PDKê heye, medya YNKê heye, medya PKKê heye, medya Goran heye, Medya AKPê heye, medya partiyên îslamîyên Kurdan hene. Her parti bi xwe medya wê heye. Ji seba ku aitên partiyan e, li dijî partiyên xwe nikarin xeberek belav bikin an rexne bikin. Tu car nikarin weşanek objektif bikin. Li hemberê partiyên xwe tarafgîr in, li hemberên hev jî zimanek tund û dijmanî bikar tînin. Ew jî, di nav civaka Kurdan de, dibe sedama dijminiyê, civakê perçe dike. Berjewendiyê partiyên xwe di ser berjewendiyên Kurdan digrin dest.

Nakokiyek wisa jî, li hemberên dijminê Kurdan objektîf in, wek mînak Rûdaw hêj jî, ji bo terorîstên hovî yên DAİŞê, peyva ‘Çekdar’ û ‘Şervan’ bikar tîne. Peşmerge bi van teroristan re di nav şer de bû, Rûdawê jî, ji wan re digot şervan. Ev yek jî di çarçoveya objektifiyê de dinirxandin. Ger tam ters be, di mesleyên nav xwe de objektif, di meseleyên derve de subjektif be, milli be. Madem tu Medya Kurdî ye divê tu milli tevbigerî.

Ji seba ku karê Medyayê pir biha ye û meseleyên aborîyê, medya Kurdî di bin qontrola siyasetê de ye. Karsazek nikare ji karê medyayê pere qezenc bike. Li pişt medyayê divê finansorek hebe. Ew jî gelek zehmet e. Lewra medya pere nahîne, her tim mesref e. Tek hatina wê reklam e. Ji bo medya Kurd jî gelek zehmet e, bi hatiniya reklamê li ser lingê xwe bisekine.

Bi rastî ji xwe, pêdivî bi medya kevneşopî (TV, Radyo, Rojname, Kovar) jî, pir neme ye. Medya kevneşopî li hemberê medya nû (Sosyal Medya) têk çû. Îro ji % 48 kes, xeberan  tenê ji sosyal medya dişopînin. Ew jî, ji bo Kurdan firsendek gelek girng û mezin bi xwe re anî.

Lewra Medya nû gelek girîng e. Dinya kiriye gundekî global. Pêdivî bi sermayeyê tune. Di bin qotrola siyasetê de nine. Yanî medya kurdî di qada digîtal de, dikare serbixwe be û li gor berjewendiyên gelê xwe tev bigere.

Amedekirina navaroka Sosyal Medya bi rêya Mejiyê Çêkirî (Yapay Zeka) hêsantir e. Ji xwe ji bo ku em di dinya digîtal de, arşiv di derheqê Çand, Dîrok, siyasta Kurdan de hilînin divê em giringî bidin ser Sosyal Medyayê.

Wek mînak: eger îro tu ji ChatGPT an jî ji Gorkê di derheqê Kurdan de tiştekî pirs bikî, li algoritmayê, alema digital gişî dinêre, paşê ji wan informasiyonan agahiyek der dixe. Eger di dinya digtal de, em bixwe agahiyê rast arşiv bikin wê derheqê Kurdan de, agahiyên rast derxe holê, an jî înformasiyonên li dijî me ku ji hêla dijminên me hatine amadekirin derxe pêş.

Ji bo medya kevneşopî tîraj û rayting çiqas giring be, ji bo Medya Sosyal jî, şopiner wisa giring in. Ji ber vê yekê jî, divê em Kurd hezbikin hev bişopînin.

* Rojnamevan

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *