Medîa Civakî Rexne û Yekrêzîya Netewî

Cano AMEDÎ

Yên berê digotin: Tiving îcat bû mêrxasî betal bû…!

Piştî medyaya civakî peyda bû mirî zîndî bûn, zîndî jî bê deng bûn!

Heq, hûqûq, ûjdan, ehlaq, karekterê Kurdewarî, bîrûbaweriyên mirovahiyê serûbin bûne.

Li ser medyaya civakî gotin û hevokên qirase, diyalogên gelekî xerab, bi şeweyekî bê edeb û bi heqaretên giran tên kirin.

Bi taybeti, ji salên 2000 an şûnda, dewlet stratejiyek dûr û kûr xist rojevê. Ji bo civata Kurd ji hest û hişmendiya netewî dûr bikeve, ji bo daxwaza mafên xwe yên ku ji milletbûnê tên neke, “pêvajoya xapînok” di bin bandor û kontrola du hêzên desthilatdar de xist rojevê, bayê bêrêxistinbûnê geş kir û her çû agir lê zêde kir.

Di vê pêvajoyê de, aqilekî stratejik û kûr, rê li derîyê çareserîyê girt û derîyê gilî û gazinan heta dawî vekir. Ew pêvajo her çû ji rastîya civatê dûr ket. Tovê bê berpirsîyarîyê, bê ûsûlîyê û nexweşîyên dêrûnî geş kir. Rewş her çû ber bi xirabiyê ve herikî. Kesayetên nexweş, bi sîya xwe re şer kirin. Dagirkerên xwe, neyarên xwe, sebeb û mesûlên hemû xirabîyan ku sistema dagirkerîyê ye jibîr kirin û vegerîyan ser taxa xwe. Şûr û mertalên xwe kişandin û weke “Don Qîşot” êrîşî aşê xewn û xeyalên xwe kirin. Bi peyayên li ber “türkü bar”an sitêrkên ezmanan lerizandin. Li ber dengê tîr û kevanan reqisîn!

Hinek jê berê xwe dan xerîbîyê, çûn lê jibîr kirin vegerin(!) Ew çûyin bû çûyina dilşewatê(!) Bi sond û qesemên bêfetwa ji xwe re kon û kiras peyde kirin ku cardin venegerin…

Hinek jê bûn xwedî maaş û gotin, em karmendê dewletê ne, ji me dûr bisekinin(!)

Hinek jê bûn karsaz, tozbaz û di heman deman de fiyaqe-racon birîn!!! Gotin ticaret, sîyaset û desthilatdarî bê me nabe!

Hinek jê gotin erd û ezman ji me tê pirsîn, ji dema qalûbelayê vir de em mesûlin, çênabe hûn bê me tevbigerin, bipeyivin, an xwe îfade bikî /bikin.

Hinek jê rabûn ji rewşa heyî ji xwe re wezîfe derxistin û gotin: “Çewa bê me xirûcir çêdibe, em destûr nadin!” Weke “badîgardên” awir tirş li ber derîyê hêvîşikestinê dest bi qêrîn û fîganan kirin. Mirov ecêbmayî dimîne, gelo kê pê li lingê wan kirîye?

Hevalno!

Xuşk û birano!

Hemwelatî û niştimanperwerno!

Em ne dijminên hev in, em ne neyarên hev in, em ne kole û dîlên hev in….

Neyarên me dagirkerên hov in! Em hemû dizanin dijminê me xwedi çand û dîrokek gemarî, xwedî sîyasetek qirêj, fen û fût in..

Bêbavên bê esil û bê fesil in.

Me pê li lingê hev nekirîye û cîh li hev teng nekirîye! Derdê me, problema me, sebeb û sedemên tevgera me, rewşa welatê me ye. Em hemû bi nêrîn û şêweyên cûda dixwazin li dijî desthilatdariya sîstema dagirkeriyê têbikoşin.

Em hemû baş dizanin li welatên bindest rîya çareserîyê bi çîrok û gazinan peyde nabe. Pêwîstî bi rêxistbûnek ku li ser nîrxên neteweperwerîyê tevbigere heye. Di heman deman de lêgerîn, hewldan û xebatên ji bo rêxistinbûnê, hêzbûnê domkirîye. Rêxistin ava bûne, perçe bûne, felişîne, têkçûne, zirar û ziyanên giran dane bingeha xwe. Ev rastîya hanê li ber çavan e û tu kes nikare dijberî vê rastîyê raweste!

Ew kesen ku bi qasî misqalek hest û bîrûbaweriyên niştimanperwerî pê re hebin divê ji bo têkoşîna netewî di nav hewldan û rêgehên çareserîyê de bimeşe, an rêyek nû bibîne an ji rêyek nû veke!

Li gorî şert û mercên demê, hemû şêweyên xebat û têkoşînê, hemû rê û rêbazên têkoşînê meşrû ye. Eger armanca me ya stratejîk serxwebûn û dewletbûn be, pêwist e em bi hişmendîyek netewî tevbigerin, li gorî derfetên xwe rojekî zûtirîn civata xwe bi hêz bikin û li dijî dagirkeran mafê xwe yên netewî bi dest bixin. Dagirkerên hov ji welatê xwe bi qewirînin…

Çare hêz û qewete, rêxistinbûn û pejirandina berjewendîyên netewî ye!

Têkoşîna netewî bi beşdarbûna hemû beşên civata bi ser dikeve. Ji ber vê yekê hemû parti, rêxistin, kom û beşên civatê li ser bingeha berjewedîyên netewî divê rê û rêbazên têkoşînê peyde bikin; yekîtî û hevkarîyên xwe geş bikin. Îttîfaq û yekîtîyên stratejîk pêk bînin. Ev ji bo her kesi erka niştîmanî ye.

Erdnîgarîya Kurdistanê têra xwe fireh û mezin e, civata Kurd bi hejmar û dînamîzma xwe xwedî derfet û îmkanên mezin e! Ger hûn bi xwe bawerin keremkin qada lîstikê li benda we ye. Eger hûn civatê bi rêxistin bikin û bikevin bin bar, bawer bikin emê piştgirîya we bikin. Li gel we berjewedîyên netewî biparêzin. Qet xwe acis nekin, hêrs nebin, bi sîya xwe re şer nekin! Eger hûn ji dil û can xwedî hêzekî çalak in zû tevbigerin û barê me sivik bikin…

Bi taybetî ew kesên tu carî di nav xebatên rêxistinî de cîh negirtine û îro li ser tora civakî weke “şêrên pîr” radihêjin kevirên giran, bila xwe zêde ne êşînin.. Çîya û deşt bi qasî bihostekî nêzîkî wan e. Tu kesî dest û lingê we girênedaye û cîh li wan teng nekirîye. Kevir, lat, zinar, dar, hejik û hemû alavên pefçûnê li benda we ye, de zûtirîn rabin dîlanê….

Ev çil sal zêdetir e “şerekî lihevkirî” li seranserê bakûrê Kurdistanê didome. Hemû enerjî û dînamîzma civata Kurdistanê di girêneka wî şerê lihevkirî de fetisandin, pûç kirin û ji bo proja tirkîyêbûnê tovê bêhêvîtîyê di kûraya xendekan de reşandin!

Ji bo rê li ber sîyaseta entegrasyonê bê girtin û daxwazên netewî di civatê de desthilatdar bibe, pêwistiya gelê me bi xebatên hevkarîyê, yekrêzîyê û avakirina aqilekî stratejîk ya Kurdî heye. Divê her niştimanperwer piştgirîya wan xebatan bike, tê de cîh bigire, xeta netewî bi hêz bike.

Rexne kirin mafekî rewa û di cîh de ye. Rexne kirin rê li ber kêmasî, şaşî û xirabîyan digire, ji bo mirov cardin pirêza xwe ber çav re derbas bike.

Rexnekirin pêwist e û divê mirov ji rexnan netirse. Rexneyên çêkir rêgeh û asoya mirov ronî dike.

Lê belê heqaret û reşkirina rastîyan, şêlûkirina rojevê tiştekî dinê ye. Kesên ji rêzê dikarin bê ûsûlî bikin, her tiştî tewlîhev bikin.

Lê belê ew kesen ku 40 sal zêdetire di nav çeperên sîyasetê de tevdigerin û bi çendî caran di nav hewldanên damezrandina koman de cîh girtine, weke kesên ji rêzê tevbigerin, heqaret û gotinên giran bikin ne tişteki ji rêzê ye.

Rexneyên min ji bo wan kesan e. Heta îro ez xwedî vî prensîbî bûme. Kî ji bo doza netewî, ji bo rizgariya kurdistan kevirekî bide ser hev ez spasdar û hurmetkarê wan im.

Raste di van 50 salên dawî de, me gelek trajedî, xirabî û tengasî dît. Kêmasî, şaşî û xirabîyên mezin rastî me hatin. Nezanî, bêtecrube û têrnekirina me û hevalên me, rê li ber şikestinek xirab, rê li ber têkçûnek dêrûnî vekir.

Ev çil sal e mersele bûye mersela “Hirçê.”

Hê jî hinek kes bi wê dêrûnîyê tevdigerin. Divê em ji psîkolojiya “te got hirç!” dûr bikevin û li gorî pêwistiyên rojevê tevbigerin, dest bidin destê hev, mil bidin milê hev ku di rojên teng û xirab de em nebêjin “ax pişta min!”..

Dema gilî û gazinan xilas bû, civata kurd bi trajedîyek dîrokî ve rûbirû ye.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *