Mazlûm Abdî: Pêwiste rêvebiriya nû ya Sûriyê temamê terefan temsîl bike

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdi ragihand ku ji bo hêzên HSDê di bin sîwana wezareta bergiriyê ya Sûriyê de bigihînin hev, planekî xwurt û bi hûrayî pêwiste. Mazlum Abdî di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de, fikra xwe weha ragihand:

“Em gelek razîne ku Perderson xebata pêvajoya siyasî ya Sûriyê bi ser bixe. Plana Rojava û hêzên Rojava di bin sîwana wezareta bergiriyê ya Sûriyê de bigihê hev, wê pêşiya têgihiştina fireh û yekgirtinê veke. Ji bo pêkanîna han, planekî xwurt, taybet û hûr pêwiste. Rêvebiriya Sûriyê divê ji bo temamê terefan edaletê û wekheviyê pêkbîne û temamê terefan temsîl bike.”

Di rêvebiriya Sûriyê de heya niha tenê erkdarên HTŞê hene û ti terefê siyasî an partiyên din kesekî erkdar nekirine. PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *