Mark Rubio: Divê Iraq rêzê li kompaniyên me û otonomiya Kurdan bigire

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, berpirsên Iraqê daxwaza xwe ji bo pêwendiyeke baştir û nêzîktir bi Amerîkayê re nîşan dane. Rubio tekez kir, bingeha sereke ya vê yekê, rêzgirtina ji otonomiya gelê Kurd û kompaniyên Amerîkî yên li Iraqê kar dikin e.

Marco Rubio îro 21ê Gulanê di daxuyaniyekê de got: “Me amaje bi wê yekê kiriye ku şêwaza me ya danûstandinê bi Iraqê re, otonomiya ku Kurd li wî beşê welat xwediyê wê ne û rêdana bi geÅŸepêdana aborî ye ku rê li ber geÅŸbûn û serkeftina wan vedike.”

Wezîrê Amerîkî herwiha da zanîn, wan ji berpirsên Iraqî re aşkera kiriye ku ji bo pêwendiyeke baştir, divê rêz li kompaniyên Amerîkî yên li Iraqê dixebitin û rêz li otonomiya gelê Kurd bê girtin. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *