Marê Reş*

Xidir ÛSO

Rizgo niştecîyekî gundê Selaxê bû. Golî jî gundekî cîranê Selaxê ye. Şênîyên Golîyê, bi eslê xwe tev Suryanî bûn. Gundên cîran jî Musluman bûn. Mirovên van gundan, tevlî gundên din yê cîran, bi hev re şivantî, gavantî, cotkarî û şirîkatî dikirin. Li zevîyên hev bîstan diçandin, bi hev re palî û palûke dikirin û şixre dikişandin, eşêf û tevrik dikirin. Heta xanî, tenûr, kûp, kûz, merş û xalîçe ji hev re çêdikirin. Tiştê ji yekî re pêwîst ba, bi deyn yan kirînê ji hev disitendin. Diçûn şîn, dawet û dîlan, cejin û şahî, qurban û xêratên hev. Dema ku Toşa Ereban dihat, li talanê wan dixist jî, bi hev re diçûn talanê xwe vedigerandin. Loma gundîyên van gundan jî ji hev fêrî Kurmancî û Suryanî dibûn, zarokên wan jî bi hevre dilîstin. Her çend xort û qîzê wan hevdû didîtîn, dilê hinekan dibijîya hev û dilketî dibûn jî mara nava Mesîhî û Musilmanan qedexe bû. Wana jî ya hevdu direvandin, yan jî bi çarenûsa xwe razî dibûn.

Mîna gundîyên din, mala Rizgo jî bi şivantî û cotkarîyê debara xwe dikir. Ew û sê bira du xûşkên xwe li ber barê xwe radibûn. Bavê wî û bavê Meryemê dostê hev bûn. Ji hev re digotin kirîb, lê wek bira bûn. Di her karî de alîkarîya hev dikirin. Loma pir diçûn û dihatin mala hev. Te digot qey her du mal xwedî yek nîjad, bawerî û olê ne: ji hevdu re qet behsa olên xwe nedikirin. Dema wê dihat; yek diçû camîya xwe, yê din jî diçû dêra xwe. Rizgo, hîn ji zaroktiya xwe de, gelek caran bi bavê xwe re diçû û dihat mala wan û bi Meryemê û birayê wê re dilîst. Dema bû xort jî bi wan re gelek caran karê hevbeş dikir. Rizgo, xortekî bi masûlke, hestîyê wî gir, dirêj, sipî, porkej û çavşîn bû. Di her firsendê de, li kêsim û fesala Meryemê dinerî û dixwest nêzî wê bibe û pê re bipeyive. Di dilê xwe de digot: `vêya tam li gorî min e; lê ezê çawa karibim pê re bizewicim: ew Mesîhî û ez Musluman im!`

Lê Meryem xwe nêzî wî nedikir; çimkî dilê wê ketibû xortekî Suryanî ku li Mêrdînê bi bavê xwe re helaw çêdikir û difirotin. Çend caran bi dêya xwe û bavê xwe re, li Mêrdînê, çûbû dikana wan, ji wan helaw kirîbû. Wan pir rûmet dabû wan; çay û qahweya qizwana pêşkêşî wan kiribû. Li wê Sûka Ga, bêhna nok, dendik, behîv, dims, bastêq û helaw, qizwan, qehwe, ava gulan, fêkî, mêwe û aşxane û biharatan ew mest kiribû. Digot qey ez li quncek biheştê me. Heta kêfa wê ji reqe reqa nalên ker û bergîlan ku di bin baran de ew kevirên kuçeyên teng yên Mêrdînê dikutan re hatibû. Zingîna zengilên firoşkarê ava Sûsê, teqreqa hors û mîrkutên hesinkar, sefar û têlkaran jî bi dengê hêle hêla mirovên li bazar û dikanan, mîna ahenga muzîkê dihatin guhê wê. Her avahîyek, ku qesrek seqandî bû û bi kevirên şehkirî hatibûn pêçan, ew şeml û semyana avahîyên neqişandî, wê matmayî dihîşt. Li pêş her avahîyê şaneşînek ku bi guldankên cûr bi cûr xemilandî hebû. Ev dîmenên rengîn, “Biheşta Mesîh” ku ji papaz bihîstibû, tanî bîra wê! Loma xeyal kiribû, li vê biheştê û li vî bajarê xewnan bizewice û bijî!

Tevlî jîyana gund ya di nava axpînk û toza gund, di nava rêxa pez û dewaran, li bîstan, palî, şixre û gêrê, Meryem, mîna horîyek biheştê xweşik û narîn bû. Bejnek tenik û dirêj li ser bû. Rûyê wê yê gewr û pembe, bi porê wê yê kej û çavên wê yên şînê ezman di ahengê de bû. Mirovek hişdar, mirovperwer, dilnerm û jêhatî bû. Gava hîn zaro bû û bi havalên xwe re diçû ber berx û karikan, ji xwe re karek derdixist: ya rîs dirist, ya nexş û tentene çêdikir, yan jî pincarên mîna şekirok, bilbizêk, meqesok, gûriz, sersipîk, harik, kelbeş, xerdel, qinêber û strîzerk dida hev, ji erdê pîvok, penîrok û xelîlok derdixist; dema bîstana jî dendik diqeland, yan qerqîtik çêdikir yan jî karekî din dikir. Mirovhezek ku tu demê parsek û qereçî destvala ji ber derî venedigerand. Tu demê, êm û ava mirîşk û elokan, pez û dewaran, xwarina kûçik û pisîkan ji bîr nedikir û wan tîh û birçî nedihîşt. Di dilê xwe de: `ew jî mîna merivan jîndar in û pêwîstîya wan bi xwarin û vexwarinê heye; ger em wan têr nekin, wê gunehê wan di hustîyê me keve!` digot.

Piştî Şerê Cîhanê 1. dewleta Osmanî ya di bin rêvebirîya hukumeta Ittîhat-Terakkî de, li Efrîka û Erebîstan, şerê li hember Brîtanya, Fransa, Îtalya û hevalbendên wan wenda dikir. Ji xwe berî Şerê Cîhanê serwerîya xwe ya li ser dewletên Balkan jî wenda kiribû. Rêvebirên Îttîhat-Terakkî dihizirîn ku di Şerê Cîhanê de Enedol û Kurdistanê jî wenda bikin, bê welat bimînin. Loma vê hukumetê, dixwest di nava sînorên Mîsak-î Mîllî de ji bo dewleta xwe neteweyek Musluman ya Tirk çêkin. Lê li tu dera Enedol û Kurdistanê, miletê tirk ne di piranîyê de bû. Loma projeya ku bi kolonyalîstên Ewropî re li hev bikin û ji xelkên ne Tirk, bi darê zorê neteweyek Tirk avabikin kirin armanc. Pêşî bawerîya Îslamê bi karanîn û fermana bi navê “tehcîrê” li dijî Ermenîyan derxistin. Bi biryar û fermanên eşkere û veşartî jî tunekirina hemû Mesîhîyan ya Suryanî, Nastûrî û Keldanîyan jî kirin armanc. Ev ferman, bi navê Zagona Tehcîrê 27 Gulan 1915 de dest pê kir. Piştî ku Ermenî û Suryanî`yên gund û bajarên dora Mêrdînê jî vê fermana bihîstin, ketin nava neçarî, tirs û xofa mirinê! Yên îmkanê wan hebû, berî ku leşkerê Tirk bigire ser gund û malê wan, bar kirin û xwe dan alî. Yên dostên wan hebûn, ji wan tika kirin, bûn mêvanê wan, xwe li cem wan veşartin; yan zarokên xwe danîn cem wan û yên mabûn jî li malên xwe man, wek mîhên li ber kêra qesab sekinîn û gotin: “bê hela wê çi bi serê me bikin!?”  Suryanîyên gundê Golîyê jî di nava tirs û tatoleka gote gotan de bûn. Hinekan digot: “Ferman tenê ji bo Ermena ye(!)” Hinan digot: “Ji bo hemî Mesîhiyan e!” Bav û dêya Meryem jî biryar dan ku zarokên xwe bişînin cem keça apekî wan ku bi yekî Musluman re reviyabû. Digotin: “Ku me celî bikin, yan me bikujin, qene bila zarokên me li jîyanê bimînin!” Lê piştî zewaca wê, hevdû terk kiribûn û qet hev nedîtibûn. Meryem ji bavê xwe re got: “tu birê min bibe wir, lê ez we terk nakim; çi hat serê we, bila bê serê min jî!”

Di dema ku Ferman li Qoser destpêkir, Rizgo jî li qezê bû, bihîst ku leşkerên Osmanî Mesîhî li dêra pala girê Qoserê kom kirine. Rizgo çû Pasevanekî nas dît û rewşa Mesîhîyan jê pirsî. Pasevan jî got: “wan li dêrê kom kirine, dibên: `rêvebirên dewletê dê wan bikujin!` lê yên Musluman dibin, dişînin mala wan û yên musluman nabin jî wan dikujin, keç û jinê wan didin Muslumanan!” Rizgo jê pirsî:

“keçek heye, ez jê hez dikim, gelo ez nikarim ji wan bixwazim?” Pasevan jî got: “belê, ji xwe kî dihere, bi destê yekê digire û ji xwe re dibe!” Çû ku çi bibîne!! Hewşa dêrê heta dev bi laşê mirovan tije ye! Qîz û jinên ciwan li quncek hewşa dêrê xwe bi ser hev de kom kirine û her mirovek diçe bi destê yekê digire û dibe. Rizgo tirsîya ku Meryem çûbe. Piştî destûr ji serbazê Osmanî sitend, pê li laşa kir, çû nêzî wan. Nerî ku way Meryem li paş qefla jina, bi herdu desta ruyê xwe veşartîye, îske îska wê ye wek baranê hêstiran dibarîne! Rizgo bi qevda destê wê girt û li dûv xwe kişand. Lê wê nedixwest pê li laşê mirovên xwe bike. Lê Rizgo wê kişkişand û di ser laşên mirovan re meşîyan û derketin!

Rizgo Meryem bir mala xwe. Bangî melê kir, bê destûra wê, mara xwe lê birî. Lê Meryem vê zewaca tu demê rewa nedît; wek sûcekî û destavêtinek domdar dît. Tu carî ne ew şa bû û ne jî Rizgo şa kir. Qet ji kul û kedera qirkirinê xelas nebû. Demek dirêj çavê wê girtî ba, vekirî ba jî ew hovîtîya kuştinê û qîrîna mirovan ji ber çavê wê nediçû! Hertim xemgîn, mirûz tirş û sar bû. Jîyan li ber çavê wê reş bûbû! Gelek caran dixwest xwe bikuje, lê wisa jîndarhez bû, destê wê li wê nedigerîya û di birê xwe de jî dihizirî, ji xwe re digot: “gelo wê çi were serê birê min ê biçûk!?” Mîna merivek gêj û bêheş tevdigerîya; loma xweh û bira û lêzimên Rizgo ji wê bi tirs bûn. Xwehek Rizgo, ya zikreş, bi şik û guman hebû. Ji Rizgo re digot: “vêya bi çavê dijmina li me dinêre, bi kesî re ne dipeyive û ne dikene; ji xwe musluman jî nebûye; rojekê di xew de wê te bikuje û here!” Rizgo jî rewşa wê baş nedidît û di nava fikaran de bû. Êdî ew mar kiribû û bûbû jina wî! Jê hez jî dikir.

Di navbênê re çend meh derbas bû, yek hatibû nameyek xistibû destê Meryemê.

Xweha Rizgo dîtibû. Xweha wî, bi dizî jê re gotibû ku “ji jina te re nameyek hatîye! Gelo ji kê hatîye? Ev bavfile, tiştekî bi te neke, te nekuje û neçe!” Rizgo jî şik û xov ket dilê wî, çû jê pirsî: “min bihîstîye nameyek ji te re hatiye! Ji kê hatîye û çi dibê!?” Wê jî bi hêrs û xemgînî got: “nameya çi, tu name ji min re nehatîye!” Tu nabê di nameyê de dibê: “ji kesî re nebêje; dewlet pê bihese, wê birayê te bibin û me jî ceza bikin!” Rizgo di ber da û neda, li nameyê da mandelê. Wî jî xwest ser wê saxtî bike, gava nehîşt wê bipelîne jî cilê wê qetand, ji ser şeqitand û ew saxtî kir. Rizgo, nameya ku di derpîyê wê de veşartî dit. Bir cem apê xwe yê xwende, bi wî da xwendin; wê gavê rewş fam kir.

Piştî ku Rizgo bi lêdan û hawekî çavsorî name ji Meryem stend, Meryem jî gelekî li berxwe ket; xeyidî, çû Golîyê mala xaltîka xwe ku ew û mêrê xwe ji tirsa kuştinê musluman bûbûn û li gund mabûn. Di navbênê re hefteyek derbas bû, Rizgo xweha xwe şand pey jina xwe, jê re got: “here, wê bîne malê!” Xweha wî peyatî ket rê û çû Golîyê. Ber êvarî vegeriya, nerî way birê wê li bendî wê ye. Ji birê xwe re got: “ez çiqas li ber wê gerîyam, wê jî got: `bila dev ji min berde, ez bi rêya xwe de herim; ez nazewicim jî, tenê dixwazim birakê xwe bibînim û wî biparêzim; li vê dunyayê tiştekî din naxwazim!” Rizgo gelekî hêrs bû û got: “ew ji min re nebe yar, ezê wê bikujim!” loma hefteyek din jî xwe ragirt, rahişt şûrê xwe û berê xwe da Golîyê.

Gava Meryem şûr di destê Rizgo de dît, gwînê wê zer wergerîya û bêhemdî xwe lerizî. Rizgo jê re got:

-“Ez hatime te bibim mal!”

-“Mala min tune ye, ez nayêm!”

-“Ya tê niha bi min re were, yan jî ezê te bikujim!”

-“Ez nikarim temamê jîyana xwe wek hêsîrekê bijîm… Tenê dixwazim bigehêm birayê xwe û tiştekî din naxwazim!”

-“Heydê malê, ezê birayê te jî bînim ba te!” Meryem jê bawer nekir û got:

-“Tu Musluman e, ez jî Mesîhî me; ez naxwazim ji te re jintiyê bikim!”

-“Min te mar kirîye; tu jina min e; ya tê aniha bi min re were yan jî ezê te li vir temam bikim!

-“Ji xwe ji çavsorî, bêbextî, hovîtî û kuştina bêgunehan pê ve tiştekî din ji wenayê! Ma hûn jî ji xwe re dibên em mirov in; ajalên kovî jî ji we çêtir e!”

Wê gavê rohnî di çavê Rizgo de nema û şûr daweşand serê Meryemê: Meryem, bi refleksa parastinê, milê xwe rakir û zenda xwe ya rastê da ber serê xwe; şûr, ji bin qevda destê wê, heta nêzî enîşka wê, girtika zenda wê qelaşt! Milê wê bêruh hat xwar! Dîsa şûr dawşand serê wê, zenda çepê da ber serê xwe; girtika wê zendê jî wek ya din hat qelaştin; ew mila jî wek yê din bêruh hat xwarê! Piştre şûr daweşand nîvê serê wê! Şûr di hestîyê serê wê de çikiya. Kir û ne kir şûr derneket; pê li milê wê kir û şûrê xwe derxist! Meryem, ji hişê xwe çû û bi mirîtî li ser piştê ket erdê! Rizgo, wê di wê rewşê de hîşt û çû.

Xaltîka wê behitî û tirsîyayî di cîyê xwe de sar mabû, hêstirê wê ji ser hinarkê rûyê wê digindirî xwar û bi tirsek neçar li wan temaşe dikir. Piştî Rizgo çû, bazda ew himbêz kir; lê hustuyê wê bi mirîtî xwar bû û serê wê pê ve daliqîya! Wê jî bi xemek kûr ji xwe re got; `rebenê ruh jê çû, mir!`, loma bi herdû destê wê girt û li dûv xwe kişand oda razanê. Di hişê xwe de digot; `li çolê mêrê min li benda min e; divê ez herim bêrîyê, piştre emê werin û wê binax bikin!`

Xaltîkê derî li dûv xwe girt û çû, piştî demekê, Meryem çavê xwe vekir û hinekî bi hişê xwe ve hat. Lê çi bibîne!.. dît ku marekî reş yê ji metreyekê dirêjtir birîna serê wê dialêse! Meryem, di hişê xwe de got: `ev kabûs e ez dibînim!` Piştre tişta hat serê wê û qirkirina li hewşa dêrê hat bîra wê! Serê wê û milên wê, bi êşek kûr jan dida! Xwest xwe bilivîne, lê nikarîbû zêde tevbigere. Marê reş, piştî alastina serê wê qedand, serê xwe hilda û berbi zenda wê ya rastê çû; dest bi alastina zenda wê jî kir. Bi wî awayî her du zendê wê jî alast û çû li ser dergûşa pitika xaltîka wê, xwe kir kilor. Serê xwe danî ser kilora xwe û bi zimanê xwe yê çetelî dora devê xwe alast.

Gava xaltîka wê û mêrê xwe hatin, nerîn çavê Meryemê vekirî ne. Ji bo ku nemiribû, kêfa xaltîya wê hat. Meryem, bi nalîn got: “ezê ji we re tiştekî bêjim, lê hûn bawer nakin! Xaltîka wê bi çavên bi hêstir û mirûzekî tirş û tehl got: “ma ji xeynî van bobelatên hatine serê me, wê hîn çi tişta em bawer nakin biqewime!!” Meryemê gotina xwe domand: “marekî reş hat birînên min alast, xwîna wan sekinand, êşa wan kêm kir û çû ket dergûşa pitikê!” Xaltîka wê jî bişirî û got: “keça min, jixwe ew marê me yê malê ye! Ew kedî ye; zerarê nade te!” Meryem, piştî heftekê karîbû rûnê û rabe ser xwe. Birînê wê, bê pêwîstî derman û bi alîkarîya wê alastina mar, zû qeşmûşk girt û rihet dibû.

Di vê navbênê de, Rizgo çend roja xwe kerr kir, tu deng ji bûyera Meryemê derneket. Ew jî pir xemgîn û poşman bûbû. Bi hêrs ji xwe re digot: “tu ne însan e, tu heywan e!” Şikek ket dilê wî ku Meryem nemiriye! Ji xwe re got: `heger miriba, wê gora wê kolabana û hineka behs bikira!` loma dema kelikela nava rojê ku ji germa havînê her kes li hunduran bû, çû nav goristana Golîyê; nerî ku tu gorê nuh nehatîye kolan. Vegerîya malê ji xweha xwe re got: “hela here bê Meryem sax e ya na!”

Xweha Rizgo çû mala xaltîka Meryem, xaltîk wê nas kir, lê dengê xwe nekir. Xwehê nerî ku ser û zendên Meryem girêdayî, li ser doşekekê rûniştîye, bi ruyekî tirş û xemgîn li valahiyê dinêre û diponije. Wê jî silav li Meryem kir û rûnişt. Lê Meryemê li alî wê jî nenerî û bala xwe neda jinikê, loma wê nas nekir. Piştî xaltîkê ji xweha Rizgo re tasek dew anî û vexwar, ji Meryem pirsî: “çi bi te hatîye, ser û zendên te girêdayî ye?” Meryem bêyi ku berê xwe dagerîne, got: “bê însafê qaşo mêrê min li min werê kirîye!” Xwehê jî ji bo wê bipeyivîne got: “ev çi bêûjdanî ye, ma meriv li hev tiştê werê dike, xwedê jê re nehêle!” Xweh, piştî nîv seetekê vegerîya malê û rewş ji Rizgo re got. Kêfa Rizgo hat, bi nemirina Meryemê.

Piştî heyvekê Rizgo çû pey jina xwe, li ber wê gerîya û soz da wê ku wê ji bo wê mala xwe bibe alî binxwetê, cîyekî nenas û wê birê wê jî bîne ba xwe û nahêle kes destê xwe bide birê wê!.. Meryem jî neçar, bêkes û bêxwedî bû. Got: “heger tu bi rastî xwedîtîyê li birê min bike û carek din tadê li min neke, ezê bi te re bêm; ya na ya min li vir bikuje û ya jî dev ji min berde! Wî jî soz da Meryemê, da dûv Rizgo û çûn mal.

Rizgo soza da Meryemê bi cîh anî. Mala xwe bir alî Binxetê. Birayê Meryemê anî cem xwe. Hinekî mezin bû. Birayê Meryemê jî li ser dînê xwe ma. Çû Hesekê cem merivên xwe yên Sûryanî û bi qîzek Sûryanî bi navê Bestê re zewicî, sê law û du keç jê re çêbûn…

*Ev ji serpêhatiyek rastî hatiye girtin.

 

(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *