Marco Rubio sond xwar û bû Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê

Marco Rubio îro li pêşberî Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance, sond xwar û wekî Wezîrê Karên Derve dest bi erkê xwe kir.

Piştî sondxwarinê Rubio got, “Serok Trump diyar kiriye ku her tiştê em dikin, bi taybetî li Wezareta Karên Derve, divê bersiva yek ji van her sê pirsan bide.

Ma me bihêztir dike? Ma me ewletir dike? Ma jiyana me xweştir dike? Eger ew tiştê ku em dikin bersiva van her sê pirsan bi ‘erê’ nede, em dê wî tiştî nekin.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê amaje bi wê yekê jî kir û got, “Em ber bi serdema nû ve diçin ku ez bawer dikim dê cîhan bibe cihekî ewletir.

Serokekî me heye ku doh di gotara destbikarbûna xwe de diyar kir ku yek ji armancên sereke yên siyaseta derve ya Amerîkayê bipêşxistina aştiyê ye.”

Kongreya Amerîkayê doh Marco Rubio wekî Wezîrê Karên Derve yê welatê xwe pejirand.

Marco Rubio bi 99 dengên erênî li hemberî sifir dengên neyînî wekî Wezîrê Karên Derve hat diyarkirin.

Wezîrê niha yê Karên Derve yê Amerîkayê bi helwestên xwe yên tund ên li hemberî Çîn, Îran, Venezuela û Kubayê tê naskirin.

Marco Rubio kî ye?

Marco Rubio yê 53 salî li eyaleta Floridaya Amerîkayê ji dayîk bûye; dê û bavê wî ji Kubayê ne.

Rubio salên 2006 heta 2008an Serokê Meclisa Nûneran a Eyaleta Floridayê bû.

Ji sala 2011an ve endamê Meclisa Pîran e, zewiciye û 4 zarokên wî hene.

Rubio û pirsa Kurd

Rubio di xula yekem a serokatiya Donald Trump a 2017-2021ê de dijberiya xwe li hemberî hin biryarên Trump nîşan da ku beşek ji wan têkildarî Kurdan bûn.

Kanûna Pêşîn a 2018an Donald Trump, Serokê wê demê yê Amerîkayê vekişîna leşkerên welatê xwe ji Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Wê demê 6 senatorên girîng ên Meclisa Pîran, di nav wan de Lindsey Graham, Marco Rubio, Jeanne Shaheen û Chris Murphy di nameyekê de ji Donald Trump re biryara wî wekî “metirsîdar” bi nav kirin.

Marco Rubio ji Trump re nivîsîbû, “Vê sibehê Îdareya Amerîkayê xwestina xwe ya vekişandina hêzên xwe, ne tenê beşeke mezin, lê vekişandina hemû hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê ragihand.”

Rubio got jî, “Ez dixwazim bi zelalî bibêjim ku ev xeletiyeke mezin e û dê encamên gelekî xerab ji bo Amerîka, berjewendiyên me û hevalbendên me di meh û salên pêş me de hebe.”

Çiriya Pêşîn a 2019an artêşa Amerîkayê li nêzî sînorê Tirkiyeyê vekişiya û artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên nêzîkî wê yên ji opozisyona wê demê ya Sûriyeyê êrişî bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê kirin. Ev yek jî bû sedema nîgeranî û hêrsa gelê Kurd.

Wê demê Rubio behsa wê yekê jî kir, “Ez ji hêrsa Kurdan têdigihêjim ku rastî gef û êrişên hêzên Tirkiyeyê bûne.

Lê hêzên Amerîkayê ne layiqî wê ne ku êrişî wan were kirin, berevajî wê layiqî spasî û pêzanînê ne. Wan biryara terka herêmê nedaye lê ew bi ferman hatin şandin.”

Destpêka sala 2020î jî piştî dengdana Parlamentoya Îraqê ji bo derxistina hêzên Amerîkayê ji Îraqê, Rubio li ser Twitterê nivîsî: “Dibe ku niha wextê serxwebûna temam a Kurdistana Bakurê Îraqê be.”

Çiriya Pêşîn a 2021ê, Chris Van Hollen endamê Meclisa Pîran-Demokrat ligel Marco Rubio, senatorê Komariyan pêşniyaryasayek pêşkêşî Kongreya welatê xwe kirin û behsa êş û azarên gelê Kurd di serdema desthilata Beesê de kirin.

Beşek ji nameyê têkildarî bihêzkirina têkiliyên Herêma Kurdistan û Amerîkayê bû.

“Parastina Kurdan di berjewendiya Amerîkayê de ye”

15ê Çileya Paşîn a 2025an, Marco Rubio li Meclisa Pîran ji aliyê komîteyeke wê meclisê ve berî ku bibe wezîr, guftûgo pê re hat kirin û çend pirs jê hatin kirin.

Chris Van Hollen, endamê Meclisa Pîran ji Partiya Demokratan derbarê berdewamiya piştgiriya Amerîkayê ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di şerê li dijî DAIŞê de, pirs ji Rubio kir û wî jî got:

“Erê, em dê berdewam bin. Kurdan qurbaniyeke mezin daye û di têkbirina DAIŞê de bibandor bûn; çekdarên DAIŞê girtine; metirsiyeke mezin li ser wan heye.”

Amerîka nêzîkî 2 hezar leşkerên xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hene û piştgireke sereke ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk e.

Rubio amaje bi wê yekê kir ku “pêwîst e agirbestê di navbera Tirkiye û hêzên Kurdî de” were parastin û got:

“Divê rê li ber Tirkiyeyê were girtin ku dema veguhastina desthilatê li Amerîkayê neqozê û rêkeftinên berê binpê neke.”

Derbarê çarenivîsa dorpêçên li ser Sûriyeyê, Rubio tekez kir ku divê werin rakirin, ji ber ku ew hikûmeta ku dorpêç lê hatine danîn êdî li ser desthilatê nîne û wiha got:

“Derfeteke girîng heye ji bo aramkirina Sûriyeyê, ji ber ku Rûsya û Îran li wir nemane. Eger em vê derfetê ji dest bidin, dibe ku careke din bi dest me nekeve.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ku wê demê tenê namzed bû, hişyarî da ji wê yekê ku desthilatdarên nû yên Sûriyeyê “rabirdûyeke baş” tune û got:

“Ew kesên nû yên ku berpirsyarî li Sûriyeyê wergirtine, nikarin ji lêkolînên FBI xilas bibin û rabirdûya wan ne ew e ku me dilxweş û rihet bike.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *