Mahmut Alinak: Divê Komara Tirkiyeyê û Komara Kurdistanê werin damezirandin -VIDEO

Siyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak li ser biryara PKKyê ya xwefesixkirinê got, “Divê Komara Tirkiyeyê û Komara Kurdistanê werin damezirandin.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12emîn eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Siyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Hawar Celaledînê yên li ser pêvojayo li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û xwefesixkirina PKKyê bersivandin.

Siyasetmedar Mahmut Alinak:

“Wekî hûn dizanin Abdullah Ocalan bang kir, PKKyê gotina wî bi cih anî û fesix kir û dibêje em dê çekan deynin.

Niha pêvajoyeke wiha di rojevê de ye. Divê ji bo endamên li ser çiyayan qanûneke nû were çêkirin û ew werin nav malbatên xwe.

Her wiha ji ber ku mijara tawanê ji holê rabûye divê girtîgeh werin valakirin.

Vê gavê rêxistin nîne, heger rêxistin nebe endamtî jî nîne. Divê girtîgeh werin valakirin.

Tê xuyakirin ku Hikûmet vê derheqê hinekî giran xebatan dimeşîne, yanî naxwaze gavan biavêje.

Ji bo vê xebat hatiye ser milê siyaseta sivîl. Siyaseta sivîl lazim e ku erkê xwe bi cih bîne.

Firka min ew e ku divê serkêşiya sivîl bîne rojevê.

Serkêşiya sivîl bîne rojevê û pêvajo li gorî wê bimeşe, ev yek.

Ya didoyan, em bêjin divê 2 komar, di bin baskê dewleteke federal de werin damezirandin.

Navên wan jî Komara Tirkiyeyê û Komara Kurdistanê bin ku ew jî wekhev bin. Vê derheqê jî erk ser milê siyaseta Kurdan e.”

“Hikûmet dê vî karî gelêkî giran bimêşîne”

Mahmut Alinak her wiha anî ziman:

“PKKyê biryara xwe daye ku çekan deyne û gotiye ku me xwe fesix kiriye.

Ez dibêjim siyaseta Kurdan, siyasete sivîl eger wezîfeya xwe bi cih bîne dewlet û hikûmet dê mecbûr gavan biavêjin.

Wê çaxê jî PKK çekan deyne, heger ji înîsiyatîfa hikûmetê re bimîne, ez dibêjim ku ji bo hilbijartinan û Destûrê dê vî karî gelêkî giran bimêşîne.”

“Heger ji dewletê re bimîne ji bo hilbijartinan dê bi derengiyê bixe.

Hewcetiya dewletê bi Kurdan heye, dixwaze di hilbijartinan de Kurdan li cem xwe bigire.

Niha înîsiyatîf di destê dewletê de ye, ez dibêjim eger siyaseta Kurdan înîsiyatîfê bigire dewlet dê mecbûr bimîne û gavan biavêje.”

Mahmut Alinak li ser gavên ku divê “siyaseta Kurdan” biavêje da zanîn:

“Divê derheqê enerjiyê de, derheqê petrolê de boykot bêne çêkirin ku hikûmet mecbûr gavan biavêje.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *