Macron: Itîrafkirina bi dewleta Filistînê erkêkî exlaqî û siyasî ye

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, “Itîrafkirina bi dewleta Filistînê tenê erkêkî exlaqî nîne, belkî daxwaziyeke siyasî ye jî.”

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îro (În, 30ê Gulana 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de li Singapûrê ew şert eşkere kirin ên ku dewleteke Filistînî li ser tê avakirin.

Macron amaje jî da, “Heke Îsraîl di çend demjimêr û rojên bê de razî nebe ku alîkariyên mirovî bigihîne Xezzeyê, divê Ewropayî helwesta xwe li beranberî wê tund bikin.”

Koçka “Élysée”ê ragihand ku, Serokê Fransayê Emmanuel Macron duhî (Pêncşem, 29ê Gulana 2025ê) gihîşt Singapûrê, ku ev rawestgeha dawiyê ya serdana wî ji bo başûrê rojhilatê Asyayê bû, pêştir jî serdana Vîetnam û Endonezyayê kiribû.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di serdana xwe ya roja Çarşema borî ya Endonezyayê de amaje da, “Fransa ji bo Filistîn û Îsraîlê du dewlet dixwaze.” Eşkere jî ku, ew çareserî nêrîna wî ye ji bo bidawîkirina aloziyên di navbera Filistîn û Îsraîlê de. Herwesa got, “Fransa li beranberî Rojhilata Navîn siyasetek dualî bi cih nayîne.” (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *