LiteraKurd Mala Wêjeyê dê li Amedê deriyên xwe veke

LiteraKurd Mala Wêjeyê, dê di 6ê Nîsana 2025an de li Sûra Amedê deriyên xwe ji hezkiriyên edebiyatê re veke.

Ev saziya nû dê bi armanca geşkirina ziman û wêjeya Kurdî dest bi xebatên xwe bike.

Bi minasebeta vekirinê dê akademîsyen Serdar Şengul û nivîskar Mehmet Dêcle bi bernameya “Di Serdema Modern de Kurd, Bajar û Edebiyat”ê xêrhatina mêvanan bikin û di panelekê de biaxivin.

Piştî bernameyê jî dê kokteyleke bê lidarxistin.

LiteraKurd Mala Wêjeyê diyar kir ku ev hewldan encama fikir û keda gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurd e, ji bo ku bibe navenda ziman û wêjeya Kurdî hatiye avakirin.

Li gorî gotina LiteraKurd Mala Wêjeyê, ev sazî dê hewl bide ku edebiyata Kurdî ya ku bi sînorên siyasî û zimanî ji hev qetiyaye, bigihîne hev û bîra Kurdî ya ku bi gelek sedeman belavbûyî bi tevgereke kolektîf bîne cem hev.

Litera Kurdê li ser vekirina deriyên xwe peyamek belav kir û got:

“Wekî tê zanîn, malên wêjeyê li bajarên dinyayê di pêşketin û danasîna edebiyat, bajar û neteweyan de roleke sereke pêk tînin.

LiteraKurd jî bi vê armancê dê rengê Kurdî li bajêr geş bike û deriyên bajêr ji edebiyatên dinyayê re veke.

Her wiha dê nivîskar û xwînerên Kurdî bîne cem hev û bi atolye û kursên nivîsê edebiyata nûjen pêş bixe. LiteraKurd dê nivîskarên Kurd û nivîskarên dinyayê bike mêvan û wan û xwîneran bîne cem hev.

Hemû hezkiriyên ziman û wêjeya Kurdî tên vexwendin ku di 6ê Nîsanê de beşdarî vê çalakiya vekirinê bibin.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *