Lİ XOSERÊ, BÎRANÎNA NEMİR MELE MİSTEFA BARZANÎ

Îro li Xoserê,
Çalekîya 46.min Salvegera wefata bîranîna Serokê Tevgera Milletê Kurd,
Nemir Mele Mistefa Barzanî hat lidarxistin.
Çalekî,
ji alîyê Partîya Welatparêzên Kurdîstanê ve organîze bubu.
Ji rewşenbîr, niviskar, sîyasetmedar, edebîyatzan û xelkên devere pêkhatî, girsehîyek mezın di bîranînê de cîhgirtîbu.
Di derbarê mezîyet û tekoşîna Nemır Mele Mistefa Barzanî de,
gelek agahîyên balkeş hatın pêşkêşkirin, helbest hatin xwendin.
Bêguman Nemir Mele Mistefa Barzanî,
bi tîpên zêrin,
mohra xwe li dîroka milletê Kurd xistîye.
Heta dinya ava be,
di dilê milletê Kurd de dijî.
Di qada navdewletî de ji, xwedî rumetek payebilind e.
Ji bo lidarxistina wî çalekîya pîroz,
Em ji Xebatkar û rêveberên Partîya Welatparêzên Kurdîstanê re silav û spasîyên xwe pêşkêş dikin
Em wek beşadarên çalekîya pîroz,
carek di Serokê Tevgera Milletê Kurd yê dîrokî ,
bi rumet bibîrtînin.
Bi mîrasa wî ya giranbuha Şanaz in.
Ömer Özmen
Vera Koyî
+4

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *