Li Tiflîsa Paytexta Gurcîstanê ahenga Newroz hate lidarxistin

 Li Tiflîsê, Paytexta Gurcîstanê, bi pêşengiya Komeleya Ronahî û Konfederasyona Revanda Kurdistanî agirê Newrozê hate pêxistin. Di ahenga Newroza Tiflîsê de Serperiştyarê Konfederasyona Revanda Kurdistanî Şîfa Barzanî gotarek parve kir û peyama serok Barzanî bo Kurdên Sovyeta berê re ragihand. Herwiha di ahenga Newrozê de peyam hate dayîn ku Kurd hebûn û dê hebin û Kurdan nasnameya xwe bi zimanê xwe parastiye.

Agirê Newrozê li paytexta Gurcîstanê, Tiflîsê bi coşeke mezin hate pêxistin. Di ahenga Newroza îsal de Komeleya “Ronayî” ya Kurdên Gurcîstanê û Konfederasyona Revanda Kurdistanî mazûvaniya nûnerên tevaya komeleyên Kurdên Sovyeta Berê ango Kurdên diyasporayê kir.

Berpirsê Kurdên Sovyetên Berê Wezîrê Kinyaz ji K24ê re got: “Îsal newroz di hemû cîhanê baş derbas dibe. Îro jî em li Gurcîstanê jî Newrozê bi piştevaniya Konfederasyona Revanda Kurdistanî pîroz dikin. Ev cara çarem e Newroz li Gurcîstanê tê pîrozkirin. Newroz Kurdan hişyar dike û di dilê me de germahî çêdibe.”

Di ahenga Newroza Tiflîsê de ku bi sedan Kurdên diyasporayê jî anîn bal hev de Serperiştyarê Konfederasyona Rewengeha Kurdîstanî Şîfa Barzanî gotarek parve kir û peyama Serok Barzanî bo Kurdên Sovyeta Berê ku di ahengê de amade bûn ragihand.

Di berdewamiya gotara xwe de Şîfa Barzanî ragihand Cejna Newrozê cejna resen ya Kurdan e û pêwendiyeke dîrokî di navbera Kurdi kultir û sirûştiya erdnîgariya xaka de Kurdîstanê nîşan dide.

Di ahenga Newroza Tiflîsê de nûnerên Kurdên Kazakîstan Qirgizîstan Azerbaycan Ermenistan û Rûsyayê û hûnermendên ji bakûrê Kurdistanê coşa pîrozbahiyê germtir kir.

Pêşkeşkar û Berpirsa Radyoya Kurdî ya Tiflîsê Bella Sturkî dibêje: “Newroz bo Kurdên diyasporayê pir giring e, ji ber ku Newroz cejna azadî û rizgariyê ye. Rast e em li dûrî welatî dijîn, lê çavê me li welatê me ye û dilê me bi wan re dikute. Em piştgiriyê didin Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku niha çarenivîsa wan tê nivîsandin. Hêvîdar in di Newroza sala bê de serxwebûna Rojavayê Kurdistanê pîroz bikin.”

Ji aliyekî din ve ahenga Newrozê ji bo Kurdên Diyasporayê wek derfeteke hatina bal hev û ji bo bîranîn û rêlibergirtina windabûna kultir û kevneşopiyên Kurdî girîng tê dîtin.

Wênegir Andro Çilderguşî: “Bi rastî Newroza îsala li tevahiya dunyayê bi awayekî mezin aht pîrozkirin. Rast e me hinekî dereng kir, lê meha Nîsanê, bûka Biharê ye.”

Kurda Gurcîstanê Nane  Gvaramadzea: “Newroz pîroz be. Newrozeke xweş e. Her sal werin ba me Gurcîstanê, em ê her tim qedrê we bigirin.”

Herwiha di Newrozê de ji aliyê Komeleya Ronahî ve xelat hatin dayîn û paşe hûnermend û stranbêjan bi deng û awazên xwe beşdarvan mest kirin ku ahenga Newrozê bi govendên Kurdî bi dawî bû. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *