Li Sûriyeyê Erebkirina Kurdistanê

Piştî damezirandina dewleta Sûriyeyê, hemû rejîmên ku desthilat li wî welatî zeft kir, hebûna parçeyekî ji axa Kurdistanê li wî welatî înkar kir û dikin. Ev di demekê de ye ku çavkaniyên dîrokî berevajî wê înkarkirinê, şahidiyê li ser hebûna axa Kurdistanê ya li wî welatî didin. Ji aliyekî din ve, dewleta Sûriyeyê di destûrê de hîn jî Kurd bi awayê fermî wekî neteweyeke ji Ereban cuda qebûl nekiriye.

Yekem partiya siyasî ya Kurdistanî ku sala 1957an hat damezirandin, navê wê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê bû lê dema serkirdeyên wê partiyê sala 1960î ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve hatin girtin, piştî demeke kin di zindanê de nakokî ket nav serkirdeyên wê partiyê.

Yên ku li gel Nûredîn Zaza bûn pêşniyar dikir ku xwe wekî endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê binasînin lê cimaeta Osman Sebrî rijdî dikir ku divê paşvekişînê ji navê partiya xwe nekin, li şûnê divê her bi navê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê bimîne. Vê yekê derî li ser gelek parçebûnan vekir, çendîn partiyên biçûk ji hinavê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê derketin holê.

Selah Bedredîn di bernameya ‘Pencemor’ê de dibêje: “Em Kurdên Rojavayê Kurdistanê ÅŸansê me hebû ku me ne xebata çekdarî kir û ne jî ti partiyeke ÃŽslamî di nav Kurdên Rojavayê de çêbû. Eger me dijayetiya hev kiribe jî dijayetiya îdeolojîk bû û ew jî bi rêya nivîsînê bû, ne bi çekan. Eger em çekdar bûna, dibe ku me jî wek parçeyên din dest bi ÅŸerê navxweyî û birakujiyê bikira.”

Selah Bedredîn yek ji aktorên siyasî yên darîçav ên Rojavayê Kurdistanê bû û destê wî di parçebûna Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê de hebû. Her çiqas ew dibêje ti pirsgirêkên kesane di navbera wî û mamoste Hemîd Derwêş de nebûn lê wekî Kurd dibêjin, hev gihandibûn qaqa reş!

Bedredîn berevaniyê li Nûredîn Zaza dike ku di girtîgehê de gotibû eger em dev ji bikaranîna navê Kurdistanê bernedin, em dê rastî gelek serêşiyan bên û divê em bi salan di zindanê de bimînin. Lê ew li dijî heman nêrîna Hemîd Derwêş e û dibêje ku Nûredîn Zaza ew helwest wekî taktîk numa kir lê li ba Hemîd Derwêş stratejî bû. Heta vê dawiyê jî nedigot “gelê Kurd” lê digot “Ekrad”, wekî ku Selah Bedredîn dibêje. Eyan e ku Hemîd Hecî Derwêş û Selah Bedredîn du rikeberên hev bûn.

Rastiyeke dîrokî heye, her çend hin kes lê mikur nayên û naxwazin biçin bin barê wê, ew jî ew e ku cudabûna Polîtbîroya Siyasî û General Barzanî piştî sala 1964an, bandor li ser parçeyên din ên Kurdistanê jî kir. Bi çavxişandineke lezgîn li dîroka partiyên Rojavayê Kurdistanê, bi temamî ji te re derdikeve ku bandor û nîşanên nakokiyên Başûrê Kurdistanê li ser wan hebûn û darîçav bûn jî.

Tiştê ku ez dixwazim li vir hinekî li ser rawestim, pirsgirêka Erebkirinê ye ku di dîrokê de mezintirîn metirsî bû li ser gelê Kurd û axa Kurdistanê. Erebkirin piştî hatina ser desthilatê ya Partiya Beisê li Îraq û Sûriyeyê, teşeyeke cuda wergirt û pêvajo bi leztir hat kirin. Ji bo vê yekê jî yekeyên taybet ji bo wê armancê hatin danîn, her wiha planên berfireh ji bikaranîna hêzê bigire heta digihîje perwerde û gendeliyê ji bo gihîştina armancên xwe hatin dariştin.

Selah Bedredîn di wê baweriyê de ye ku Erebkirinê li gel nivîsandina destûr û damezrandina dewleta Sûriyeyê dest pê kiriye, ji ber ku di destûra wî welatî de ji bilî Ereban behsa ti neteweyeke din nehatiye kirin. Wate wan her ji bingehê ve şêlandine û piştre bi hatina bîr û baweriya Nasirîzm û fikra yekgirtina welatên Erebî ku bi yekgirtina Sûriye û Misirê dest pê kir, pêta Erebkirinê geştir bû.

Çîroka Erebkirinê li cem Selah Bedredîn ji wê çaxê ve dest pê dike ku Wezîrê Çaksaziya Çandiniyê yê Dewleta Yekgirtî ya Misir û Sûriyeyê serdana cotkaran dikir, dipirsî tu Kurd î yan Ereb î? Eger te bigota ez Kurd im, tavilê digot madem wisa ye, tiştekî te li cem min nîne!

Jêstandina mafê welatîbûnê û nedana nasnameyên Sûriyeyê bi hejmareke mezin a Kurdan, neçarkirina wan û koçberkirina wan bo deverên din, bicihkirina Ereban li ser axa Kurdan qonaxa sîstemkirina Erebkirinê bû. Êdî divabû yekeyek bê pêkanîn ji bo meÅŸandin û bicihkirina planan, lewra hikûmetê yek ji efserên xwe yên ÅŸovînîst lê jîr û xweguncîner li QamiÅŸloyê ku wê demê jê re digotin ‘Cizîrê’, danî.

Serkirdayetiya pratîk a Erebkirina Rojavayê Kurdistanê dan destê wê efserî ku ew jî Mihemed Teleb Hîlal bû. Yekem tişt pêşniyara avakirina kembera (zinara) Erebî kir û Ereb di nav gundên Kurdan de belav kirin û erd da wan û gundên nû yên Erebkirinê çêkirin.

Mihemed Teleb Hîlal di rapora xwe de ku ji bo serkirdayetiya Partiya Beisê şandiye, qala metoda ku Îsraîliyan li dijî Filistîniyan bi kar aniye dike û pêşniyar dike ku ew jî heman tiştî li hemberî Kurdan bi kar bînin! Êdî ji wê demê ve av rijiya û Beisiyan li dijî Kurdan dest bi keftelefta xwe kir. Dewleta Beisê ew rapora Hîlal kir rêya Erebkirina Rojavayê Kurdistanê.

Zinar an Kembera Erebî, qada dûrî hev a navbera Efrîn û Kobaniyê fireh kir, Cizîr û Kobaniyê ji hev veqetand, ew dever hemû kirin Erebnişîn. Vê planê zerereke mezin gihand Kurdan, ew beşê Kurdistanê ji bo çend parçeyan hate dabeşkirin.

Tiştê ku cihê matmayînê ye ew e ku di demekê de ku em dabaşa dîroka şêst-heftê sal berê dikin lê ew dîrok bi awayekî din û di formeke din de li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê xwe dubare dikin. Vê carê bi navê ol û mezheb û Erebgeriyê, Kurd û gelên herêmê ji cihê xwe tên derxistin û li hin deveran gelqirî jî tên kirin, nexasim Kurd ji hemûyan zêdetir di bin metirsiyê de ne û gef li wan tên xwarin.

Lê hîn jî me îbret ji rabirdûya xwe wernegirtiye, hîn jî her yek ji me li tembûrekê dixe. Şerm e ku nifşên bê piştî şêst salên din li heman tembûrê bixin û heman awaza me bijenin. Ji bo ku em şermezarê dîrokê nebin, divê Kurd fena netewe li hemberî astengiyan bisekinin.

Bê guman, gelek mijarên dîrokî yên din jî di tûrikê ‘Pencemor’ê de hene, çêtir e hûn bi xwe temaÅŸevan û guhdarên wê bin çimkî zanyariyên zêdetir di vê bernameya ‘Pencemor’ê de ligel Selah Bedredîn hene.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *