Li Sûriyeyê bazariya Tirkan û Ereban li ser axa Kurdistanê ye…

İbrahîm GUÇLU

Beriya “Bahara Ereban” pêwendiya du dewletên kolonyalist (Sûriye û Tirkiyeyê) gelek baş bû. Herdu dewletan bi hev re civînên wezîran yên hevbeş li dardixistin. Lê piştî “Bihara Ereban” di navbera herdu dewletan de nexweşî çêbû. Gelên Sûriyeyê li hemberî Rejîma Baasê dest bi çalakiyan û serhildanên siwîl kir. Ji bona ku pêşiya van serhildanan bê girtin û daxwazên Gelê Ereb û Kurd û civatên din yên neteweyî bi awayekî bêdayin û berpirsiyarên Dewleta Tirk ji Beşar Esad û desthilatdariya Baasê daxwaz kir ku li Sûriyeyê rejîma parlamenteri û pirpartitî û hilbijartinê qebûl bike,  pêşniyar kir. Rejîma Baasê û Beşar Esad ev pêşniyara qebûl nekir.

Dema ku Rejîma Baasê û Beşar Esad ji bona daxwazên gelê ereb û kurd gav pêşve neavêt, serhildanên siwîl mezin bûn û di nav demeke kurt de jî şerê hûndir dest pêkir. Leşkeriya Sûriyeyê parçe bû. Hêza mezin ya gel ku li hemberî Rejîma Baasê û Beşar Essad jî şer dikir, “Îxwanî Muslim-Birayên Musilman” bûn. Ew jî bi Dewleta Tirk û Hikûmeta AK Partiyê re xwediyê pêwendiyê bûn. Alîkarî ji Dewleta Tirk û Hikûmeta AK Partiyê digirtin. Ew pêwendiya di navbera herdu dewletan de bû pirsgirêkeke mezin. Dewleta Tirk di şerê hûndir yê Sûriyeyê de bû teref.

Dewleta Tirk ji Emerîkayê daxwaz kir ku ji bona Rejîma Baasê bê rûxandin bi hev re tevbigerin. Dewleta Tirk û Emerîkayê bi hev  re  di destpêkê de mixalefet bi çek û bi <awayekî perwerde kirin. Ev jî zêdetir bû sedem ku Dewleta suriyeyê û Dewleta Tirk ji hev dûr bikevin û bibin dijmin.

Dewleta Tirk di encama gelek qewimandinan de bi îdîaya ku sînorên xwe bixe bin ewlekariyê çend herêmên di bin bandor û desthilatdariya PKK/PYDê û DAEŞê de bûn, encama çend operasyonan dagir kir. Yanî Dewleta Tirk beşekî merzin axa Kurdistanê ji deste Suriyeyê –PKK/PYDê derxist. Ev yeka ji bona herdu dewletan bû pirsgirêkeke mezin.

Encama van qewimandinan pêwendiyên herdu dewletan gelek xirabtir bû. Di navbera wan de tu danûstandin neman. Li Tirkiyeyê her demê tereftarên Baasê û Kemalîstan daxwaz kirin ku pêwendiyên herdu dewletan jinûve çê bibin. Lê ji bona ku pêwendî çê nebin pirsgirêkên mezin qewimîn. Di navbera herdu terefan de li İdlibê çend caran raste rast şer derketin. Carekê 23 leşkerên Dewleta Tirk hatin kûştin. Ji bona tolgirtinê Dewleta Tirk êrişeke mezin ya leşkerê Sûriyeyê kir, gorî îdîayekê 300 leşkerê Suriyeyê hatin kûştin. Ew jî bû sedema dûrketina zêde ya herdu terefan.

Lê di wan şertan de jî hat gotin û diyar kirin ku di navbera Dezgehên Leşkerî û Îstîxbaratên wan dewletan de danûstandin hene.

Di sala 2022an de jî diyar bû ku pêwendiyên herdu terefan bi daxwaza Rûsyayê di merhelaya wezîran de dom dike. Ji bona vê çend civîn jî pêk hatin. Di merhelaya dawî de Îran jî beşdarî van danûstandinan bû. Di encama wan civînan de di sewiyeya serokên dewletan de bona ku  civîn pêk bê amadekarî hat kirin.

Lê Beşar Esad diyar kiribû ku şertên ji aliyê Erdoğan ve hatiye diyar kirin, hevdîtin nake.

Esad ji Sky News Arabia re axivî û gotû bû: “Hevdîtin di şertên ku Erdogan pêşkêş dike de pêk nayê”.

Erdogan di daxuyanîya xwe ya çend rojên borî de gotibû ku “ew ji hevdîtinek muhtemel re “ne girtî” ye”. Erdogan gotibû, “Hûn dizanin, em ne di rewşekê de ne ku em derî li Sûrîyê bigrin, derî vekirî ye. Hûn bibînin ev nêzîkatîya wan li hemberî me ye. Niha li Sûrîyê mixabin Esed dixwaze ku Tirkîye ji Bakurê Sûrîyê derkeve. Ev yek nabe. Ji ber ku em li wir şerê terorê dikin. Dema ku ev terorîst li ser sînorên me ne emê çawa derkevin?. Gelo li welatên cuda heman îfadeyê bikar tîne? Ji ber vê yekê em li nêzîkatîyek adil digerin. Heta ku nêzîkatîyek adil hebe emê hemû pirsgirêkan çareser bikin”.

Wezîrê Derva yê Sûriyeyê jî diyar kir ku, “hevdîtina Esed û Erdogan temamî bi vekişîna Tirkîyê ve girêdayî ye. Heta ku Tirkîye axa Sûrîyê dagîr bike, têkilîyên bi Enqereyê re normal nabin.”

Gelek aşkere ye ku Dewleta Tirkk û Dewleta sûriyeyê  bazariyê li ser axa Kurdan û Kurdistanê dikin. Lê Kurd ji tiştekî nayên hesibandin. Ji vê yekê dramatik tiştek nabe. Ax û axa me Kurdan e, lê du dewlet axa me dixwazin parve bikin û xweditiya xwe bidomînin.

Divê ev yeka ji bona kurdan bibe derseke tehl û ne hezar carî  mılyon carî bifikirin, ji bona ku li hemû beşên Kurdistanê ji axa xwe re xwedî derkevin, bibin dewlet rê û rêbazeke objektif û hevbeş ji xwe re bibînin.

Heger ev yeka nebe ax û mal û mulkê me di nav 4 dewletên kolonyalist de talan dibe û têk diçe.

Tatwan, 26. 09. 2023

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *