Li ser Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hat danîn

Şaredarê Navçeya Qaxizmanê ya Qersê ya DEM Partiyê Mehmet Alkan ji kar hat dûrxistin û li şûna wî qeyûm hat danîn.

Dadgeha 2yemîn Cezayê Giran a Qersê 20ê Sibata 2025an bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza li Hevserokê Şaredariya Navçeya Qaxizmanê ya Qersê Mehmet Alkan birî.

Piştî ceza, birêvebir û endamên DEM Partiyê li nav avahiya şaredariyê dest bi çalakiya nobetê kiribû û polîsan jî şaredarî dorpêç kiribû.

Piştî dorpêça 5 rojan a polîsan roja 24ê Sibatê Hevserokê Şaredariya Qaqizmanê Mehmet Alkan ji kar hat dûrxistin û li şûna wî qeyûm hat danîn

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyê ragihand, ji ber ku Dadgeha 2yemîn Cezayê Giran a Qersê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza lê biriye Şaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan ji kar hatiye dûrxistin û Qeymeqamê Qaxizmanê Okan Daştan wekî qeyûm li şûna wî hatiye danîn.

Piştî hilbijartinên 31ê Adara 2024an, 10 şaredariyên DEM Partiyê û 2 şaredariyên CHPyê bi tevahî li ser 12 şaredariyan qeyûm hatine danîn.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji 31ê Adarê ve qeyûm danîne ser şaredariyên DEM Partiyê yên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Xelfetî, Akdenîz, Miks, Sêrt, Wan û Qaxizmanê. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *